Kasım, 2020

  • 25 Kasım

    Jinan li Rojava li hemberî tundiyê meş li dar xistin

    Jinan li Rojava bi boneya 25’ê Mijdarê meş li dar xistin. Jinan anîn ziman ku wê li hemberî dagirkerî û tundiyê têkoşîna wan bidome û ji bo parastina şoreşa Rojava banga têkoşînê kirin. QAMIŞLO- Jinan, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Nevnetewî ya Têkoşîna Li Hember Tundiya Li Ser Jinê li Qamişlo, Hesekê û Dirbêsiyê meş li dar xistin. QAMIŞLO Li Qamişlo jin bi boneya 25’ê Mijdarê li Baxçeyê Helepçe hatin …

  • 24 Kasım

    Em Ji Bo Şengalê Li Her Derê Rabin Ser Piyan

    Dewleta Iraqê ya mêtînger û KDP’ê ya hevkar a xayin di 9’ê Cotmehê de ji bo destkeftiyên gelê Şengalê binpê bikin peymaneke qirêj xitim kirin. Li gorî vê peymanê dagirkirina Şengalê, hilweşandina rêveberiya wê ya xweser, tesfiyekirina hêzên wê yên xwe parastinê û ji nû ve vegerandina wê ya mêtîngehiyê tê armancgirtin. Yên ku li himberî DAÎŞ’ê Musul di rojekê de teslîm kirin, ên ku çekên xwe avêtin û li …

  • 23 Kasım

    Tabelaya Taxa Ivana Hoffmann hat nûkirin

    Komûnîstên Rojava Ivana Hoffmann a şervana komûnîst û enternasyonal ku Til Temir şehît ketibû bi bîr anîn. Tabelaya taxa ku navê wê lê hatibû dayin nû kirin. TIL TEMIR- Endamên Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ) û Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) di çarçoveya Meha Şehîdan de şervana komûnîst Ivana Hoffmann a ku di şerê li hember DAŞ’ê de li Til Nesrî ya gundê Til Temir şehîd ket bi bîr anîn. …

  • 20 Kasım

    Endamên CKŞ’ê soza têkoşînê dan şehîdan

    Endamên CKŞ’ê bi boneya Meha Mijdarê Meha Şehîdan li Qamişlo hatin gel hev û li pakrewangehê bîranîn li dar xistin. Ciwanan soza bi mezinkirina şoreşê meşandina têkoşîna şehîdan dan. QAMIŞLO- Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger ku ji bajarên Rojava û Bakurê Sûriyeyê yên wek Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir û Qamişlo hatine di çarçoveya çalakiyên Meha Şehîdan de li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saruxan bîranîn li dar xistin. Ciwanên ku li pêşiya pakrewangehê …

  • 1 Kasım

    Li hember planên tasfiyekirinê destkeftiyên şoreşê biparêzin

    QAMIŞLO- Endamên Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ) sekna ENKS’ê ya ku di paşxistina destkeftiyên şoreşê de israr dike û li Başurê Kurdistanê li ser herêmên gerîla sewqiyatên KDP’ê şermezar kirin. Endamên JKŞ û CKŞ’ê jî tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn. Di çalakiyê de diwîzên “Hevserokatiyê Biparêz, Şoreşa Jinê Biparêz” û “Zimanê Me Hebûna Me Ye” hatin rakirin. Li ser navê TKŞ’ê Cemîl Seydo daxuyanî xwend. Seydo anî ziman ku di sala …

  • 1 Kasım

    Bi Rihê Berxwedana Kobanê Em ê Şoreşa Xwe Biparêzin

    Di 2010’an de li Rojhilata Navîn li hember dîktatorên faşîst serhildanên gelê Ereb dest pê kiribû. Ew agir di 2011’an de li xaka Sûriyeyê li hember Rejîma BAAS hat pêxistin. Gelê Kurd jî êdî siyaseta tunekirinê nema qebûl kir û rêka xwe ya azadiyê xêz kir. Êdî li Rojava agirê şoreşa gelê Kurd û Şoreşa Jinê dibiriqand.Çeteyên Îslamî yên hovane ji hemû dewletan sûd girtin û ji bo vî agirî …

  • 1 Kasım

    Em ê Bi Hev Re Berxwe Bidin Em Bi Hev Re Ser bikevin

    Di 2010’an de li Rojhilata Navîn li hember dîktatorên faşîst serhildanên gelê Ereb dest pê kiribû. Ew agir di 2011’an de li xaka Sûriyeyê li hember Esad hat pêxistin. Gelê Kurd jî êdî siyaseta tunekirinê nema qebûl kir û rêka xwe ya azadiyê xêz kir. Êdî li Rojava agirê şoreşa gelê Kurd û Şoreşa Jinê dibiriqand. Çeteyên Îslamî yên hovane ji hemû dewletan sûd girtin û ji bo vî agirî …

Ekim, 2020

  • 9 Ekim

    Bijî Berxwedana Me Ya Serê Kaniyê û Girê Spî Em ê Teqez Rizgar Bikin

    Di ser dagiriya Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya Serê Kaniyê û Girê Spî re salek derbasbû. Dewleta Tirk û çeteyên wê piştî du salên dagiriya Efrînê, di dîroka 9’ê Cotmeha 2019’an de dest bi êrîşa dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî kir. Li dijî ev êrîşa dagiriyê ku Emerîka û Rûsyayê jî erê kiriye şervanên QSD, YPG, YPJ, MLKP û tabûra enternasyonal berxwedaneke bêhempa meşandin û ev …

Ağustos, 2020

  • 6 Ağustos

    Piştgiriya Ji Bo Gelê Lubnanê

    Em sersaxiyê ji gelê Lubnanê re dixwazin û em hêvî dikin ku kesên birîndar di demeke lez de vegerin tenduristiya xwe ya berê.Sîstema emperyalîzma di asta kurewî de ye ji bo berjewendiyên xwe jiyana mirovan diavêje xeteriyê. Dewlet û yên emperyalîst ji bo ku cîhanê di bin destê xwe de bigirin bi awayekî hovane çekên kimyewî hildiberînin û didin ser hev. Guhnedêriya Dewleta Lubnanê li ser çekên kîmyewî bû sedem …

  • 3 Ağustos

    Şengal Hîn Di Bin Gefa Dagirkeriyê De Ye; Gelê Kurd Wê Xaka Xwe Biparêze

    Di 3’yê Tebaxa 2014’an de DAIŞ, bi piştgiriya Dewleta Tirk a faşîst êrîşî Şengalê kir. Di van êrîşan de bi hezaran mirov hatin qetilkirin û bi hezaran mirovên ku piraniya wan jin û zarok in hatin kolekirin. Ev êrîş di dîrokê de weke Fermana 73’emîn hat nivîsandin. DAIŞ’a ku bi çekên ji Tirkiyê girtiye û li Musil ji Dewleta Iraqê stendiye êrîşî xaka gelê me yê Êzidî kir. Bi hezaran …