Ez car caran li pirtûkfiroş an digerim. Yek ji kêfxweşiyên min a herî mezin e li pirtûkan temaşakirin. Di çûyîna xwe ya herî dawî de min sê çar pirtûk standin. Yek jî ji wan pirtûka Emîn Karaca ya bi navê “paşiya bexçeyê 12 îlonê” bû. Min dest bi xwendinê kir. Dema min xilas kir saetên serî sibehê yên yekemîn bûn. Min di hundirê xwe de bi xemgîniyekê di şibakê de …
Read More »serhat
BROŞÛRA JKŞ: Ji Bo Jiyaneke Birêxistinkirî û Azad
Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) wekî rêxistina qada civakî û siyasî ya jinan di nav axên şoreşa Rojava û Bakûrê Sûrî dest bi meşa xwe ya azadiyê kir. Jinên Komûnîst ên Şoreşger ji bo jiyaneke wekhev û bê sînor, ji bo serkeftina pergaleke komûnîst têdikoşe. Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) bi mînak girtina têkoşîna jinên welatparêz, şoreşger û sosyalîst ên cîhanê têkoşîna xwe berdewam dike û ji wan îlham digire. …
Read More »Ji Bo Birêz Abdullah Ocalan Li Hemû Bajarên Bakur û Rojhilatê Sûrî Çalakî Pêk Hatin.
Bi boneya salvegera komploya navnetewi ya li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûrî çalakî pêk hatin. Endamên TKŞ’ê jî di çalakiyan de cihê xwe girtin Gelê Rojava û Bakurê Sûrî bibin yek TECRÎDÊ BIŞKÎNIN!
Read More »Şoreş û Mirovbûn – Işık Kutlu
Dema milkê taybet vegere dewlemendiya gelemperî û cihê karbeşiyê tevkarî bigire, pirsgirêka her ferdan ya xweşguzariya madî nemine wê demê jiyan wê bingeh û çarçoweya xwe ya esasî bi dest bixe. Sosyalîzm li dewsa ferdperestiyê pêşxistina mirov a ferdberestiya xwe ya bêhempa, tesewîreke pêşerojê ku li dewsa êşan ku xwe spartiye kêfxweşiyê ye. Û sosyalîzm pergaleke ku li ser guherîna xwezaya mirov hatiye avakirin e. Sosyalîzm ji bo sosyalîstan ne …
Read More »15’ê Sibatê Ji Aliyê Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ) û PYD’ê Ve Semînerek Hat Li Dar Xistin.
Li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo di berfirehiya komloya navnetewî ya 15’ê Sibatê ji aliyê Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ) û PYD’ê ve semînerek hat lidarxistin. Di axaftina ku bi navê TKŞ’ê ve hatiye kirin de komloya navnetewî ku ji vê 21 sal berê li dijî rêberê gelê Kurd Abdulah Ocelan hatiye pêkanîn hat şermezarkirin. Li dijî vê komployê ji gelên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî hat kirin ku yekîtî …
Read More »Lî Hasekê, Amude û Dirbesîyê Bi Boneya 15’ê Sibat’ê Xebat Berdewam Dikin.
Lî Hasekê, Amude û Dirbesîyê bi boneya 15’ê Sibat’ê xebat berdewam dikin. Li Salihiyê, Ezîziyê, Mûftî û Kelesê civînên gel hatin çêkkirin. Di heman deme de li hin deweran bajar jî lafîte hatin daliqandin. Banga mezinkirina berxwedana û yekbûnê hat dubare kirin.
Read More »Tevgere Komûnîst a Şoreşger (TKŞ) Li Hasekê Bi Zarokên Ji Serêkaniyê Koçber Bûne Hat Gel Hev.
Tevgere Komûnîst a Şoreşger (TKŞ) li Hasekê bi zarokên ji Serêkaniyê koçber bûne hat gel hev. Bi hev re lîstok hatin lîstin û çîrok hatin gotin.
Read More »Tevgera Komûnîst a Şoreşger Serlêdana Kampa Waşokanî Kir.
Piştî serlêdana gelê kampê bi mijara Komploya 15’ê Sibat’ê bi gel re civînek hat li darxistin. Di civînê de êrîşên li ser şoreşame ya Rojava, têkiliyên van êrîşan û komploya 15’ê Sibat’ê, rêya parastina şoreşa me hatin şîrovekirin û nirxandın. Careke din hat gotin kû tenê Berxwedan Azad Dike.
Read More »Em ê Şoreşa Xwe Biparêzin! Viva Che!
Li Dijî Sûcên Mirovahiyê Berxwedan Dewleta Tirk a Dagirker Li Rojava û Bakurê Sûrî Her Roj Li Hember Mirovahiyê Sûcan Pêk Tîne.
Li Efrînê ji roja ku hatiye dagirkirin heta niha gelek mirov hatin revandin û hatin îşkencekirin. Çete roj bi roj mirovan direvînin û ji malbatên wan fîdye distînin. Di heman demê de gelek jin jî ji ber nasnameya xwe ya zayendî rastî êrîşan hatin. Herî dawî mirovekî ku hatiye revandin ruxmî ku pere ji malbata wî hatiye standin hat qetilkirin. Li Serê Kaniyê û Girê Sipî jî ev siyaset bê …
Read More »