Hêza Pêşeng a Vîna Jinê YPJ Di 8 Saliya Xwe De Ye

8’emîn salvegera YPJ’a ku xeta azadbûn û pêşengbûna jinê ye û di Nîsana 2013’an de di nav Şoreşa Rojava de ava bûye li hemû jinên Rojava û Bakurê Sûriyeyê,li jinên cîhanê yên bindest pîroz be. Rastiya ku Şoreşa Rojava ya ku yekemîn şoreşa sedsala 21’emîn e kiriye şoreşa sedsalê li gel azadiya gelan di heman demê de ew e ku li hemberî tarîtiya hişmendiya zilamperestiyê weke şoreşa jinê pêk hatiye …

Read More »

Rêberê Komûnîst Baran Serhed Nemir e

Rêberê Komûnîst Bayram Namaz (Baran Serhed)  sibeha 23’ê Adara 2019’an di encama êrîşeke nemerdane ku ji aliyê çeteyên hevkar û Dewleta Tirk ve li Serê Kaniyê hat li dar xistin de bû nemir. Baran Serhed dema wekî her roj li ser erkên xwe yên şoreşger bû di saetên sibehê yên zû de şehîd ket. Rêberê Komûnîst Baran Serhed têkoşerekî komûnîzmê yê xurt, pêkhênêr û parêzvanekî nebez ê çalakî û ramanan …

Read More »

Bi Rihê Newrozê Em ê Dagikreriyê Têk Bibin

Newroz ji hêla gele me yê Kurd ve bi hezar salan e li vê xakê tê pîrozkirin. Newroz roja vejînê, roja raperînê ye. Em Newrozeke din li ser xakên ku şoreşa me rizgar kiriye pêşwazî dikin. Weke ku di dîroka me de Kawayê Hesinkar li hember Dehaq serî rakir û gele xwe ji zaliman rizgar kir, gazî û şehîdên me yên canfeda jî li Rojava û Bakurê Sûriyeyê ev xeta …

Read More »

Bi Rihê Berxwedana Efrînê Em ê Mêtîngeran Têk Bibin

Dewleta Tirk a mêtînger bi erêkirina Emerîka û Rûsyayê di 20’ê Çileya 2018’an de êrîş bir ser Efrînê. Di van êrîşên hovane ku hemû teknîka NATO’yê li hemberî Kurdan hat bikaranîn de hêzên parastina şoreşê û şervanên komûnîst 58 rojan bi lehengî li ber xwe dan. Piştî berxwedana lehengî di 18’ê Adarê de Dewleta Tirk a mêtînger û çeteyên wê Efrîn dagir kirin. 300 hezar mirov neçar man ku ji …

Read More »

Şoreşa Rojava Berdewamiya Serhildana Qamişlo Ye

Di 12’ê Adara 2004’an de li Qamişlo ji hêla Rejîma Baas ve komkujiyek hate kirin. Di misabeqayeke gogê de ji hêla milîsên ku Rejîma BAAS ji Dêrazor’ê anîbûn ve gava yekemin a komkujiyê hate avêtin. Serokê Şaredariya Qamişlo leşger û polîsên Rejîmê jî derbasî stadyumê kir û di vê êrîşê de hejmarek ji Kurdan ve hat qetilkirin. Di merasîma ku ji bo yên jiyana xwe ji dest dane de careke …

Read More »

Bi Hêza Girêva Jinê Ya Cîhanê Ber Bi 8’ê Adarê Ve

Em di rewşeke gelekî aloz de 8’ê Adarê roja jinên kedkar ên cîhanê pêşwazî dikin. Di aliyekî de hem li Rojhilata Navîn hem jî di tevahî cîhanê de dengeyên siyasi û dihêle ku nakokiyên civakî hîna kûrtir bibe. Çîna karker û kedkaran bi rê û rêbazên cuda li dijî pergala kapîtalîst têkoşîna xwe didomînin. Di nav ev nakokiyên civakî û rastiya pergala kapîtalîst ku hemû nirx û tiştên eydî mirovahiyê …

Read More »

Zimanê Me Hebûna Me Ye Em ê Biparêzin

Dewletên serdest û mêtînger di Rojhilata Navîn de û bi taybet li Kurdistanê ji bo berjendiyên xwe bi awayekî bêsînor her dem êrîş birine ser gelan. Li Rojhilata Navîn ku derguşa şaristiniyan e ji ber pergala resmaliyetê û êrîşên emperyalî xwîn kêm nebûye. Gelên herêmê di bin êrîşên asîmîlekirin, komkujî û tunekirinê de ji bo hebûna xwe biparêzin her tim li ber xwe dane. Gelên di bin van êrîşan de …

Read More »

Em ê Bi Berxwedanê Komploya Emperyalî Bişkînin

Berî 22 salan hêzên emperyalîst di 15’ê Sibata 1999’an de Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl girtin û radestî Dewleta Tirk a dagirker kirin. Ji Emerîka bigire heta hemû hêzên NATO’yê di vê komployê de bi dil û can kar kirin. Bi vê komployê tiştê ku dihat armanckirin di kesayeta Birêz Abdullah Ocalan de xelaskirina têkoşîna azadiya gelên Kurdistanê û dîlgirtina têkoşîna şoreşger bû. Heman hêzên komploger ji Tirkiyeyê re …

Read More »

Gerîla Rûmet e, Em ê Rûmeta Xwe Biparêzin!

Gerîla Rûmet e, Em ê Rûmeta Xwe Biparêzin!

Dewleta Tirk a faşist û dagirker bi hemû hêz û teknîka xwe li Garê dest bi êrîşan kir. Ev êrîş di konsepta dagirkirina Kurdistanê de asteke nû ye. Dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşan tunekirina hêzên şoreşger û azadîxwaz ên Kurdistan û Rojhilata Navîn armanc dike. Bê guman Dewleta dagirker a Tirk bi piştgiriya hêzên emperyalî û paşverû yên herêmê dest bi van êrîşan kir. Peymana Dewleta Iraqê û …

Read More »

Seda û Hînd Nemirin

Roja 23’ê Çile li navçeya Deşîşa komkujiyeke nû ya DAÎŞ’ê pêk hat. Hevseroka Meclîsa Beldeya Til Şayîr Seda Feysel El Hermez û Cîgira wê Hind Letîf El Xidir hatin revandin û hatin qetilkirin. Du jinên Ereb ên siyasetmedar û pêşengên şoreşê berê jî ji hêla DAÎŞ’ê ve bi mirinê hatibûn tehdîtkirin. Seda û Hinda ku xwedî giyana azad a şoreşa me ne li hember van gefan serî netewandin. Qetlîama hovane …

Read More »