Bi Hêza Girêva Jinê Ya Cîhanê Ber Bi 8’ê Adarê Ve

Em di rewşeke gelekî aloz de 8’ê Adarê roja jinên kedkar ên cîhanê pêşwazî dikin. Di aliyekî de hem li Rojhilata Navîn hem jî di tevahî cîhanê de dengeyên siyasi û dihêle ku nakokiyên civakî hîna kûrtir bibe. Çîna karker û kedkaran bi rê û rêbazên cuda li dijî pergala kapîtalîst têkoşîna xwe didomînin. Di nav ev nakokiyên civakî û rastiya pergala kapîtalîst ku hemû nirx û tiştên eydî mirovahiyê tune dike de bê guman yek ji rastiya herî girîng û guncaw têkoşîna jinê ya cinsî û çînî ye.  Em wek Jinên Komûnîst ên Şoreşger têkoşîna xwe li ser du xalan didin meşandin. Xala yekemîn têkoşîna li dijî feraseta baviksalarî, xala duyemîn jî dîsa girêdayî vê têkoşîna li dijî pergalên kapîtalîst û emperyalî ye. Îro li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûrî 9 sal e bi tevlîbûna hemû gelan şoreşek tê jiyîn. Şoreşa Rojava li ser du lingên esasî dimeşe. Ê yekemîn li ser bingeha tifaqa gelan, ê duyem jî li ser bingeha jinê ye. Jinên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û HWD. îro şirîkên vê şoreşê ne. Bi hezaran jinan bi hem li dijî feraseta hezar salan a baviksalarî, hem jî ji bo parastina ax û warên xwe bi lêhengiyeke mezin li ber xwe dan. Berxwedana jinê di vir de hem di milê leşgerî de, hem jî di milê avakirina şoreşê de cihekî mezin girt. Bingeha rejîma BAAS kevnare ya ku nasname, hebûn û dîroka jinê şkenand û hişt ku êdî civak bibîne. Li ser van xalan giştî jinan gelekî serkeftin û destkeftiyên mezin bi dest xist. Van serkeftin û destkeftinên jinê yên li Rojava tirseke mezin da hêzên ku îro bir her cure rêyan êrîşa şoreşê dikin.

         Bê guman jinên Komunîst jî bûn şirîkên vê şoreşê. Ji destpêkê de heta niha me wek jinên komunîst ên Kurd, Ereb, Tirk, Elewî û jinên komûnîst ên ji hemû cîhanê ev şoreş wek şoreşa xwe dît. Hem di milê avakirina şoreşê de, hem jî di milê parastinê de ji eniyên şer heya avakirina bajar û rêxistinkirina şoreşê de me cihê xwe girt. Şehîd Sarya di şerê Kobanê de, Şehîd Îvana Hoffmann (Avaşîn) Şehîd, Raperîn di şerê Minbiç de, Şehîd Destan di şerê Reqayê de bûn nûnerên têkoşîna jinên komûnîst. Rêya gelek şehîdên me y ên wek Sarîn, Arjîn, Roza Rênas û HWD. di Rojava re derbasbû.  Em wek jinên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî 8’ê Adara 2021’an di şert û mercên şer de pêşwazî dikin. Şerê ku li dijî me tê meşandin şerekî piralî ye. Destpêkê de şerê leşgerî, şerê taybet, şerê nefsî rêya ev şerên ku li dijî me tê meşandin e. Di bajarên wek Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ên ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de li dijî jinê sûcên gelekî mezin tê pêkanîn. Dîsa di aliyekî din de şîdeta baviksalarî li dijî jinê roj bi roj mezin dibe. Ev êrîşeke baviksalarî ya feraseta zilamperest li dijî vîn û hêza jinê ye. Bi sedema namûsê kuştina jinê, intiharên jinê yên biguman, zewicandina di temenê biçûk de, zewaca duyem û sêyem her ku diçe zêde dibe. Dîsa li gel van êrîşa li dijî sîstema Rêveberiya Xweser a hevserokatiyê nîşanî me dide ku em wek jin bi vîneke hîna mezintir li ber xwe bidin. Bi fikir û felsefeya “Azadiya Jinê Azadiya Civakê ye” pêwîst e em li dijî dagirkerî û tundiya li dijî jinê em hîna mezintir li ber xwe bidin. Ev şoreş dîrok û pêşeroja me ye. Erîşên li ser destkeftinên jinê êrîşa li ser hemû jinên kedkar e.

         Dîroka 8’ê Adarê di heman demê de bingeha têkoşîna jinên karker û kedkar li dijî kapîtalîzmê ye. Dîsa em karin bêjin derketina holê ya 8’ê Adarê “Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê” xwe dispêre têkoşîna jinên sosyalîst û komûnîst. Rêber û pêşengên jinên sosyalîst û komûnîst Clara Zetkîn û Rosa Luxembûrg rê nîşanî me dide. Niha di tevahî cîhanê de jin li dijî kiryarên kapîtalîzmê yên li ser jinê, li dijî pergala baviksalarî ya kapîtalîst, li dijî her cure tundiya li ser jinê bi girêva jinê 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Her sal bi ji Latîn Emerîka heya welatên Ewropa, ji Rojhilata dûr heta Rojhilata Navîn bi mîlyonan jin roja 8’ê Adarê dev ji rolên civakî yên hundirê malê, ji karên derve berdidin û dadikevin qadan. Em jî li vir, ji qad û axên şoreşê deng didin denga jinên cîhanê yên kedkar û têkoşer. Em bi bawerî û vîna piştgiriya jinê şoreşa xwe diparêzin û bi mîrasê Clara, Rosa, Sakîne, Berçem û Saryayan xwedî li destkeftinên xwe derdikevin. Îro asta şoreşa Rojava ku em tê de ne hem di milê şoreşê de, hem jî di milê şoreşa jinê de pêwîst dike ku em derbasî asteke nû bibin. Yek jê ew e ku divê têkoşîna li dijî feraseta zilamperest hîna bê mezinkirin. Ev jî li gel destkeftinên jinê di hundirê saziyên Rêveberiya Xweser de bi xistina jinê şoreşê ya hundirê malan de gengaz dibe. Yanê pêwîst e şoreş bikeve hundirê malan. Ev jî bi têkoşîna redkirina rolên civakî yên ku ji aliyê feraseta kapîtalîst a baviksalarî ve hatiye spartin me gengaz dibe.

         Em bi vê perspektîfê ber bi 8’ê Adarê ve diçin û girêva jinê ya cîhanê li ser vê esasê digirin dest. Em ê bi baweriyê kar û xebata xwe ya 8’ê Adarê di hemû qadên ku me xwe te de rêxistin kiriye wek hamleyekê bidin meşandin. Bangawaziya me ji hemû jinan re ew e ku bi vê fikir û felsefeyê roja 8’ê Adarê derkevin kolanan û bibin parçeyek ji têkoşîna tevahî jinên kedkar. Em 8’ê Adarê li hemû jinên kedkar ên cîhanê pîroz dikin û dibêjin em ê bi parastin û xwedî derketina destkeftinên xwe vê rojê bikin rojeke serkeftin û têkoşînê.

Bijî şoreşa jinê, Bijî girêva jinê cîhanê, bijî 8’ê Adarê…