Hêza Pêşeng a Vîna Jinê YPJ Di 8 Saliya Xwe De Ye

8’emîn salvegera YPJ’a ku xeta azadbûn û pêşengbûna jinê ye û di Nîsana 2013’an de di nav Şoreşa Rojava de ava bûye li hemû jinên Rojava û Bakurê Sûriyeyê,li jinên cîhanê yên bindest pîroz be.

Rastiya ku Şoreşa Rojava ya ku yekemîn şoreşa sedsala 21’emîn e kiriye şoreşa sedsalê li gel azadiya gelan di heman demê de ew e ku li hemberî tarîtiya hişmendiya zilamperestiyê weke şoreşa jinê pêk hatiye û ava bûye. Di vê şoreşê de xeta şoreşa jinê, xeta xweparastina jinan, sembola artêşbûyina jinan YPJ’ê ye. YPJ’ê careke din da xuyakirin ku li hemberî hişmendiya zilamperest a paşverû û dijminê jinan e, jin tenê dikarin bi rêxistinbûnê bi ser bikevin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çeteyên El Nûsra û DAÎŞ’ê ku her der kirin gola xwînê, alîgirên wan û di serî de jî Dewleta Tirk binketinên xwe yên herî mezin bi saya hêza jinê ya bi rêxistinî jiyan kirin. Bi hezaran jin di nav refên YPJ’ê de welatê xwe, axa xwe, dîroka xwe, nasnameya xwe parastin. YPJ’ê div ê xakê de bû sembola berxwedana jinê. Weke Arîn, Sarya, Avesta, Şîlan, Raperîn, Destan bi hezaran jinên Kurd, Ereb, Suryan, Tirk, jinên sosyalist, komûnîst, welatparêz bi berdêlên ku dane û bi berxwedana xwe can dan YPJ’ê û şoreşa jinê.

Em weke Jinên Komûnîst ên Şoreşger di 8’emîn salvegeriya wê de YPJ’ê li hemû jinan pîroz dikin. Em dizanin ku tu serkeftin bê berdel nayên bi dest xistin û bêyî hêza xweparastina jinan mîsogeriya destkeftiyan nabe. Bi vê bîrdarî û vînê em bang li jinan dikin ku bi xwedî derketina YPJ’ê xwedî li destkeftiyên jinan derbikevin.

Bijî Şoreşa Rojava

Bijî Şoreşa Jinê