Seda û Hînd Nemirin

Roja 23’ê Çile li navçeya Deşîşa komkujiyeke nû ya DAÎŞ’ê pêk hat. Hevseroka Meclîsa Beldeya Til Şayîr Seda Feysel El Hermez û Cîgira wê Hind Letîf El Xidir hatin revandin û hatin qetilkirin. Du jinên Ereb ên siyasetmedar û pêşengên şoreşê berê jî ji hêla DAÎŞ’ê ve bi mirinê hatibûn tehdîtkirin. Seda û Hinda ku xwedî giyana azad a şoreşa me ne li hember van gefan serî netewandin. Qetlîama hovane ku piştî hatin revandin pêk hat DAÎŞ’ê girt ser xwe.

Ev komkujî berdewamiya komkujiya jinên ku li Şengalê hatin qetilkirin û hatin revandin û li sûkan hatin firotin e, qetlîama li dijî Hevrîn Xelef e, qetlîama li dijî Zehra Berkel, Mizgîn Xelîl, Emîna Weysiyan e. Xaleke hevbeş a DAÎŞ, Dewleta Tirk, komên çeteyan, Rejîma BAAS’î û hêzên emperyalî û mêtînger ku ev 9 sal in li gorî berjewendiyên xwe bûne perçeyek ji şerê li Sûriyeyê dijminatiya jinan e.

Şoreşa Rojava bi xeta azadiya jinan a ku bi vîna û bi hezaran berdêlên jinan hatiye avakirin veguherî şoreşa jinê. Şoreşa me ya ku bi tevlêbûna jinên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û hwd navê xwe gîhand cîhanê bi vî aliyê xwe riya azadiyê nîşanî hemû jinên bindest ên cîhanê kir. Jin bi vîna xwe ya azad bûn nîvê şoreşê û civakê. Ji ber vê sedemê ye ku di navenda hemû êrîş dagirkirinan de jin sekinîn. DAÎŞ’a ku fizîkî binketineke mezin stend bi piştgiriya heman hêzan armancgirtina jinên pêşengên şoreşê didomîne.

Em jin nîvê serkeftina şoreşê ne. Ji ber vê Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê bi sedan jin direvînin, qetil dikin, destdirêjiyê dikin û hemû cure tundiyê pêk tînin. Encama bi sedan jinên ku ji hêla DAÎŞ’ê ve hatin revandin, hatin tecawizkirin hîna jî nayê zanin. Komkujiya jinan a li Hesekê ji hêla DAÎŞ’ê ve pêk hat berdewamiya êrîşên li dijî şoreşa jinê ye. Ev komkujî di kesayeta rêhevalên Seda û Hind de ji me hemûyan re û ji jinên pêşengên şoreşê re nameyeke. Ev komkujî di heman demê de êrîşa li dijî peymana Kurd û Ereban a ku şoreşa me li ser mezin dibe ye.

Em weke Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) careke din ji malbatên rêheval Seda û Hind re, ji gelê me yê Ereb û hemû gelan re sersaxiyê dixwazin. Em dûbare dikin têkoşîn û berxwedana Hevrîn, Zehra, Mizgîn, Emîna, Seda û Hind hêrsa me ya hesab pirsînê ye. Êşa yekê ji me hêrsa me hemûyan e. Em bi vîn û biryardayina hesab pirsînê banga xwedî derketina li mîrateya Seda û Hind li hemû jinan dikin.

Rêheval Seda û Hind Nemirin

Bijî Şoreşa Me Ya Jinê

Berxwedana Li Hember Dagirkeriyê Berxwedana Li Hember Tundiyê Ye