Li Hemberî Dagirkeriyê Em ê Şoreşa Xwe Biparêzin

Di 19’ê Tirmeha 2012’an de li Kobanê çirûska agirê Şoreşa Rojava pêket. Ev agir bi Serkeftina Kobanê ya ku me li hemberî DAÎŞ’a hovane bi dest xist hîn bêhtir geş bû û pêtên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû. Şoreşa me pergala BAAS a paşverû hilweşand, DAÎŞ’a ku hovane û dijminê mirovahiyê ye binxist û gelên herêmê ji zilmê xilas kir. Gelê me yê Kurd pergala mêtînger perçe …

Read More »

Em ê Ji Saryayan Heta Zîlanan Şoreşa Jinê Mezin Bikin

Şoreşa Rojava ji vê berî 9 sal di nav têkoşîna li dijî DAÎŞ   ‘ê destpê kir. Bi hezaran jinên ku li dijî DAÎŞ’ê sîlah rakirin di aliyekî de li dijî feraseta Baviksalarî ya ku careke din di rastiya DAÎŞ’ê de derketiye holê şer kirin, di aliyê din de jî bi şerê parastina axên xwe têkoşîneke dument meşandin. Bi hezaran jinên ku di nav refên YPG’ê de tevlî şer û berxwadanê …

Read More »

Jin Bi Berxwedanê Şoreşê Dixemilînin

Îro şoreşa Rojava di sala nehemîn de ye. Şoreşa Jinê ya Rojava, di pêşengbûyîna jinê de, di mijara di nava şer de avakirina azadiya xwe de ji hemû cîhanê re deriyeke nû vekir. Pêvajoya şoreşê, ji hemû jin û giştî mirovahiyê re nişan da ku ji bo azadiya jinê pêdiviya jinan bi hêza parastinê, artêşbûyîna jinê û di jiyanê de meşa ber bi navenda siyasetê ve heye. Heta jin nebe …

Read More »

Jin û Şerê Taybet

Li Bakur û Rojhilatê Sûrî û bi taybetî li Rojava dijmin ji bo şkenandina vîna şoreşê rê û rêbazên piralî bikar tîne. Yekem bi dorpêçkirina şoreşê û şerê leşkeri tê xwestin ku vê şoreşê ji kok de bi bin bixin. Ev neh salên şoreşê ye ku rojek bê şer derbas nebûye. Lê di 9’emîn salvegera şoreşê de gelên herêmê bi xwedîderketina ax û vîna xwe armanca dijmin vala derxistin. Şoreşa …

Read More »

Em ê Bibin Şopdarên Denîz Poyraz

Dewleta Tirk a zilamperest  û mêtînger êrîşên xwe yên li dijî vîna jinê didomîne. Jnên ku azadiya wan tê hedefgirtin di her qadê de li ber xwe didin. Jin  ji  bo  ku  Peymana Stenbolê biparêzin dadikevin qadan, ruxmî êrîş û binçavkirinan derdikevin kolanan, di zindanan da li ber xwe didin, li hemberî tacîz û destdirêjiyê bêdeng namînin, dibistan, zanîngeh û kargehan dikin qadên berxwedan û têkoşînê. Li  herêmên parstina medya …

Read More »

Pêşenga Komûnîst a Şoreşê Zîlan Destan Nemir e!

Rêhevala me Zîlan Destan (Elende El Muhamed) di 13’ê Hezîranê de dema ku bi karen xwe yên şoreşgerî ve mijûl dibû şehîd ket û tevlî nava karvanê nemiran bû. Rêheval Zîlan weke jineke Kurd a ciwan êşa bindestiya welatê xwe di her kêliyê de, di her lêketina dile xwe de ji kûr ve dihisiya. Dema çeteyên hov ên dijminê mirovahiy ê êrîşî Kobanê kirin, neçar ma ku bi malbata xwe …

Read More »

Bijî 1’ê Gulanê Bijî Şoreşa Rojava

Kapîtalîzm bê sînor keda karkeran û hemû bindestan mêtîn dike. Bi keda wan mîrateya xwe zêde dike. Ji bo ku kaseyên xwe tijî bikin li her derê cîhanê bêkarî, birçitî, xizantî, talankirina xwezayê bê sînor tê domandin. Jin û zarok weke hêza kar a erzan tên bikaranîn. Keda jinê di kargehan de û di malan de bi awayekî bê sînor tê mêtînkirin. Bi milyonan ciwan weke artêşa bêkar di bin …

Read More »

Kes Nıkare Şoreşa Rojava Bıdarızîne

Gelê me yê Kurd li hemberî dîktatoriya mêtînger a BAAS û çeteyên hov ên paşverû bi berxwedaneke canfedaî Şoreşa 19’ê Tirmehê ava kir. Dewleta Tirk a faşîst ku dijminê gelê me yê Kurd ê serekeye û di qirkirina Kurdan de serî dikişine, şefe wê yê faşîst Erdogan ji bo ku şoreşa me bifetisîne ji her dere cîhanê çeteyên DAÎŞ ên paşverû û îslamparêz ji sînorê xwe derbas kir û da …

Read More »

Jenosîda Ermeniyan Nedikare Dubare Bibe

Itîhad û Terakî ji bo ku Dewleta Osmanî bi nûjenkirina kapîtalîzma tekparêz li ser lingan bisekinîne û pergala mêtînger a ku li ser gelan tê meşandin bidomîne di 24’ê Nîsana 1915’an de li ser gelê Ermenî êrîşên jenosîdê da destpêkirin. Ev êrîş bi gelê Ermenî tenê sînordar neman û bi lez weke diyarbûna hişmendiya tekparêz rehenda olperest jî girt û gelê Suryanî-Aşurî jî kir armanc. Di êrîşên jenosîda ku heta …

Read More »

Komkujiya Enfalê Ji Bîr Neke

Rejîma BAAS a Iraqê di navbera salên 1986 û 1989’an de bi navê Enfalê li Başurê Kurdistanê dest bi êrîşên qirkirinê kir. Di van êrîşan de li ser gelê Kurd bombe hatin barandin, qetlîamên girseyî hatin pêkanîn, cih û warên Kurdan hatin hilweşandin, gel hat koçberkirin û çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Di 16’ê Adara 1988’an de li Helepçe çekên kîmyevî hatin bikaranîn û li hemberî gelê Kurd komkujiya mezintirîn hat …

Read More »