Jin Bi Berxwedanê Şoreşê Dixemilînin

Îro şoreşa Rojava di sala nehemîn de ye. Şoreşa Jinê ya Rojava, di pêşengbûyîna jinê de, di mijara di nava şer de avakirina azadiya xwe de ji hemû cîhanê re deriyeke nû vekir. Pêvajoya şoreşê, ji hemû jin û giştî mirovahiyê re nişan da ku ji bo azadiya jinê pêdiviya jinan bi hêza parastinê, artêşbûyîna jinê û di jiyanê de meşa ber bi navenda siyasetê ve heye. Heta jin nebe hêzeke profesyonel a gerîla û her wiha bi vê esasê di jiyanê de di her qadê de nebe vîn mirov nikare behsa azadiya jinê û şoreşa jinê bike. Şoreşa Rojava, di destpêkê de bi pratîkên xwe îspat kir ku him di qada civakê de him di eniya şer de şoreşa jinê ye.

Bi hebûna YPJ’a hêza xweparastinê, asayîşa jinê, bi wekhevî tevlêbûna siyasetê, sîstema hevserokatî, kotaya jinê, di milên çand, aborî û civakî de saziyên xweser û bi hevpeymana civakî re maf, tedbir û destkeftinên ku jinan di şoreşê de bidestxistine yên herî despêkê ne. Destkeftiyên ku di asta qanûn û mafan de hatine bidestxistin di heman deme de di jiyanê de di xurtkirina vîna jinan de roleke mezin dilîzin. Jinên ku di dest de çek û şer dikin, jinên di siyasetê de pêş ve derdikevin êdî rûyên şoreşê yên xwezayî ne. Berxwedana jinan a li hemberî DAÎŞ’a ji hêla dewletên paşverû yên herêmê ku dixwestin Şoreşa Rojava ya Jinê ku di nav dilê Rojhilata Navîn de weke berfînekê vekiribû bifetisînin dihat xwedikirin, berxwedana bilehengî ya ku jinan li Efrîn, Serê Kaniyê û Gire Spî li hembêrî dewleta Tirk dan îro hêz dide hemû jinên cihanê.

Di Şoreşa Rojava ya ku di sedsala 21’emin de navê xwe weke Şoreşa Jinê nivîsandiye de tam ji ber vê sedemê berdêla herî giran a van êrîşan jin didin. Jiyana nû ku di pêşengtiya jine de li Rojava tê peşxistin ne tene ji bo hevsengiya cîvaki û siyasî yen di erdnîgariya me de ji bo Rojhilata Navîn û hemû cihanê gefek e.  Sedemeke ku dike hêzên herêmê yên paşverû hemû pêşketinên Şoreşa Rojava ji bo xwe wekê gef bibînin jî ev e. Ji ber vê yekê di hevdîtinên ku bi ENKS’ê re tên kirin de ya ku yekemîn tê hedefgirtin destkeftiyên jinan in. Dewleta Tirk a faşîst û metîngêr di herêmên ku dagir dike de di destpêkê de êrîşî jinan dike, hewl dide ku polîtîkayên şerê taybet di ser jinan re bimeşîne. Hişmêndiya DAÎŞ’ê îro jî jinên ku di siyasetê de bûne pêşeng armanc dike. Evana bêguman ne tesaduf in.

Şoreşa Rojava li hember gef û êrîşên dagirkeriya Dewleta Tirk, rêbazên şerê taybet ku bi xeta ENKS’ê tên meşandin, êrîşên dewletên emperyalî yên ji hundir hilweşandina şoreşê li ser lingan e û avakirin û parastina şoreşê didomîne. Jinên ku ji destpêka şoreşê heta anha di her qadê de roleke pêşeng lîstine mîsogeriya şoreşê ne. Dîroka şoreşan jî nişan daye ku tevlêbûneke xurt a jinan çênebe wê dînamîtên bingehîn ên şoreşê baruta xwe winda bikin. Şoreşê nişan da ku azadiya jinê, bi xwebicihkirina hêzeke çalak û pêşeng digihêje rastiyê. Ji ber vê heger ku em li hember êrîşan behsa parastina şoreşan bikin pêwîst e jin di mewziya herî pêş de cih bigirin. Xeta parastin û pêşxistina destkeftiyên şoreşê pewîst e bi hedefa cîhaneke bêçîn, bêsinor û bêzayend bibe yek. Ev jî girîngiya hêza birêxistinî careke din derdixîne holê.

Berxwedanên jinan ên ku mohra xwe li sedsala 21’emîn xistin di xaka Rojhilata Navîn de xwe bi şoreşê tacîdar kir. Jin di xaka Rojhilata Navîn ku zexta li ser jinê herî zede tê jiyankirin de bi avakirina jiyaneke nû riyên nû vedikin. Bêguman qada sereke ku hem taybetmendiya demokratik hem jî taybetmendiya azadîxwaz dide şoreşê xeta azadîxwaziya jinê ye. Jin maf û azadiyên makezagonî yên bingehîn ku ji nîvbûna wan a civakê tên bi dest xistine û saziyên birêxistinbûna jinê xebatên xwe dimeşînin. Li hemberî hişmendiyên paşverû, baviksalar û faşîst sazî, xebat, polîtîka, hêz û artêşên jinan di her qadên jiyanê de li hêviya xwediderketina jinan in.