Jin û Şerê Taybet

Li Bakur û Rojhilatê Sûrî û bi taybetî li Rojava dijmin ji bo şkenandina vîna şoreşê rê û rêbazên piralî bikar tîne. Yekem bi dorpêçkirina şoreşê û şerê leşkeri tê xwestin ku vê şoreşê ji kok de bi bin bixin. Ev neh salên şoreşê ye ku rojek bê şer derbas nebûye. Lê di 9’emîn salvegera şoreşê de gelên herêmê bi xwedîderketina ax û vîna xwe armanca dijmin vala derxistin.

Şoreşa me ya ku li ser vîna gelên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen  û ciwan, karker, kedkar û hwd. hatiye parastin û mezinkirin di aliyekî de bi hebûn û pêşketina jinê rastî û bingeha şoreşa jinê ye. Ji ber vê dijmin êrîş û kirinên xwe yên qirêj herî zede li ser jin û ciwanan ferz dike. Ligel şerê leşgerî bi riya şerê taybet dixwazin hundirê şoreşê vala bikin. Jin esasa civakê û esasa hilweşandina feraseta baviksalarî ye. Ciwan bingeh û pêşeroja şoreşê ne.

Em dikarin li ser çend xalên rê û rêbazên meşandina şerê taybet bisekinin. A yekemîn li muqabilî pere û hwd. rêxistinkirina sîxurtiyê ye. Bi vê riyê mirov ji rastî û rûmeta xwe tên dûrxistin û li dijî gelê xwe tên dijminkirin. A duyemîn belavkirin û teşfîqkirina bikaranîna hişbir, meşrûp, heb û herwekîdin e. Bi vê riyê ji ciwan û zarokên şoreşê nifşeke ku ji mejiyê wê hatiye tewizandin û ji dîrok û manewiyata xwe dûr ketiye tê avakirin. Riya sêyemîn û ew qas girîng jî meşandina şerê taybet li ser bedena jinê ye. Ji bo vê  jî weke ji bo belavkirina hişbir û heban, bi taybetî şebeke û şane tên birêxistinkirin. Jinên ciwan tên xistin vê riyê û ji Rojava heta bajarên Bakurê Sûrî bi destê van şebeke û şaneyan ev kar tê meşandin. Dîsa zêdebûna kuştuna jinê bi sedemên gelekî cuda, zêdebûna xwekuştinên jinê yên biguman parçeyek ji şerê taybet e.  Armanca vê rastiyê ew e ku îro ev şoreşa ku wek şoreşa jinê mohra xwe li dîrokê xistiye ji bingehê de bê hilweşandin.

Em dikarin bêjin ku di dîrokê de gelek şoreş ji aliyê kapîtalîzm û emperyalîzmê ve bi riya şerê taybet û beşek ji vê di aliyê exlaqî de hatine hilweşandin. Ji ber ku li gorî fikra kapîtalîzmê exlaq li ser beden û cinsitiya jinê di nav civakê de tê çandin. Li gorî vê bedena jinê wek exlaqa jinê tê ferkirin. Dema beden û exlaqa jinê bê xirabkirin wê demê ew civak bi hêsanî tê xirabkirin û hilweşandin. Ji ber vê yekê dijmin bi mejiyê xwe yê zilamperest dema ji bo şer biçe ku derê bila biçe di destpêkê de êrîşî jin û bedena wê dike. Şengal, Erfrîn, Serê Kaniyê mînakê vê ne. Îro di nav civaka me de zêdekirina firotina bedena jinê ne tiştekî ji rêzê ye. Mînak şoreşa sovyetan bi şerê leşkerî xirap nebû. Dewleta Emerîka ji destpêkê  heta dawî di her alî de şerê taybet meşand. Yek ji van riyan dîsa talankirina bedena jinê bû. Yek ji taybetmendiya şerê taybet ew e ku ne şerekî ber bi çav e. Di her alî de hêdî hêdi û veşartî tê meşandin. Gelek caran mirov pê nahese, piştî demekê tu dinêrî ku her tişt, dîrok, ziman, çand, manewiyat hêdî hêdî tune bûye. 

Îro di nehemîn salvegera şoreşê de ji bo hilweşandina şoreşê di her alî de êrîş tên anîn ser şoreşê. Ya yekemîn şerê leşgerî, duyem şerê aborî, sêyem jî şerê taybet bi hev re tên meşandin. Di van sê xalan de jî hedefa yekemîn jin e. Ji ber vê yekê pêwîst e em di her alî de xwedî li vîn û pêşeroja xwe derbikevin. Ger em wek jin xwedî li destkeftinên xwe ên ku me bi bedêla xwîna hezaran şehîdan bi dest xistiye dernekevin wê di her alî de hebûna me bê şkenandin. Rastiya ku şoreşa Rojava di cîhanê de wek şoreşa jinê daye naskirin rastiya fikir û felsefeya me ye.

Li dijî her cure şer xwedî li îradeya jinê derkeve…