TKŞ’ê di 100’emîn salvegera Lozanê de panelek li dar xist

Tevgera Komunîst a Şoreşger, bi boneya 100’emîn salvegera Peymana Lozanê li bajarê Qamişlo panelek li dar xist. Panelek ku li Navenda Çanda Şehîd Zîlan pêk hat, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreş û sosyalîzmê destpê kir. Di axaftina li ser navê TKŞ’ê de ku li hemberî Lozana nû gelê Kurd wê çawa bi rêxistin bibe nîqaş hatin kirin. Endama SYPG’ê Mizgîn Erebo di panelê de axivî û diyar kir …

Read More »

Ji bo Gelê Kurd Tu Hikmê Lozanê Tune ye; Bijî Kurdistana Azad

Hêzên emperyalîst û dewletên herêmê yên paşverû 100 sal berê axa Kurdistanê kirin çar parçe û mêtîngeh kirin. Wan hebûna me ya neteweyî, dîrok, ziman, çand û kevneşopiyên me tune hesibandin.  Dîroka dawî ya 100 salî ya gelê Kurd, dîroka têkoşîna li dijî zîhniyeta mêtînger e. Erdên Kurdistanê yên ku bi Peymana Kasr-î Şîrîn a ku di navbera dewleta Osmanî û Safewiyan de hatibû îmzekirin bû du parçe, bi Peymana …

Read More »

Şahiyekê Zarokan a ji bo bîranîna şehîdên Pirsûsê

Endamên JKŞ li Kobanê li ser salvegera 8’mîn a Komkûjiya Pirsûsê şahiyek ji bo zarokan li darxistin. Çalakî bi deqaqê rêzgirtin dest pêkir.x Li ser navê meclisa JKŞ Bihar Mustefa axivî:“Di sala 2014’an de çeteyên DAİŞ’ê êrîşe Kobanê kirin. Ciwanên sosyalîst di dema berxwedana Kobanê de şer kirin û Kobanê parastin. Piştî şer xwastin Kobanê çêbikin, dema ku li Pirsûsê kom bûn û pilan kirin ku wê ji bo zarokên …

Read More »

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava Hêviya Bindestên Cîhanê ye

Şoreşa me ya jin a Rojava ya ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Kobanê hat îlankirin, hîna dibe hêviya tevahî karker, kedkar, ciwan, jin û gelên bindest. Şoreşa Rojava di sala xwe ya 11’emîn de li tevahî gelên cîhanê pîroz be. Bîrdozgerên kapîtalîst di çaryeka dawî ya sedsala 20’emîn de “dawîbûna serdema şoreşan” îlan kiribûn. Lê dîrokê nîşan da ku heta ku nakokiya navbera serdest û bindestan berdewam bike …

Read More »

Hevpeymana Lozanê; Erêkirina Parçebûna Kurdistanê Ye – SERKEFTIN

Dîroka Kurdistanê, bi êrîş û komkujiyên dewletên mêtînger ên herêmî yên dagirker û emperyalîstan ên li dijî netewa Kurd dagirtiye. Welatê me kirin çar parçe û mêtîngeh kirin. Hebûna me ya neteweyî, dîrok, ziman, çand û gerdîşên me tune hesibandin. Dîroka me di heman demê de li dijî feraseta mêtînger dîroka serhildan û têkoşînan e. BI HEVPEYMANA KASR-I ŞÎRÎN; KURDISTAN BÛ DU PARÇE Kurdan, bitûniya axên Kurdistanê bi sedema Kasr-Şîrîn …

Read More »

Şervana jin a komunîst Raperîn Dîcle hat bîranîn

Endamên TKŞ û JKŞ li Qamişlo ji bo bîranîna di meha Hezîranê de li Rojava şehîd bûn, li ser gora şervana MLKP’ê Raperîn Dîcle (Sevda Çagdaş) li hev civiyan. Di axaftinên hatin kirin de, Raperîn Dîcle (Sevda Çagdaş), Mazlûm Aktaş (Halîl Aksakal) û Zîlan Destan (Elende el Mihammed) ên bi partiya xwe re çawa hevdîtin û şer kirin hatin vegotin. Hat gotin ku her hevalek çawa beşdarî şoreşa Rojava bûye …

Read More »

Dewleta Tirk a Ku Nûnerên Rêveberiya Xweser Qetil Kir, Wê Hesab Bide

Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgirê wî Lîman Şiwêş û ajokar Firat Tûma di êrîşa dewleta Tirk a faşîst de şehîd bûn. Hevseroka Kantona Qamişlo Gabî Şemûn birîndar bû. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdên me Yusra Derwêş, Lîman Şiwêş û Firat Tûma û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dixwazin. Serekê faşîst Tayîp Erdogan ji xwînê têr nabe. Dewleta Tirk piştî ku Rêveberiya Xweser daxuyand ku ew ê çeteyên …

Read More »

Em Ê Êrîşên Dagirker Bi Berxwedan û Rêxistinbûna Xwe Têk Bibin

Dewleta Tirk a faşîst û mêtînger li ser axên Rojava, Bakûr û Rojhilatê Sûrî êrîşên xwe yên dagirker didomîne. Dewleta Tirk a faşîst û burjuva û çeteyên wê piştî hilbijartinê tehdîtên xwe yên dagirker zêde kirin û bi balafirên bê mirov ên bi çek û bi topbarankirinê  li ser Kobanê, Minbic,  Şehbayê, Qamişlo û Tibespiyê bi dehan êrîş pêk anîn. Êrîş hîn berdevam in. Şehîd û birîndarên hêzên şoreşê çêbûn. …

Read More »