Şahiyekê Zarokan a ji bo bîranîna şehîdên Pirsûsê

Endamên JKŞ li Kobanê li ser salvegera 8’mîn a Komkûjiya Pirsûsê şahiyek ji bo zarokan li darxistin. Çalakî bi deqaqê rêzgirtin dest pêkir.x

Li ser navê meclisa JKŞ Bihar Mustefa axivî:
“Di sala 2014’an de çeteyên DAİŞ’ê êrîşe Kobanê kirin. Ciwanên sosyalîst di dema berxwedana Kobanê de şer kirin û Kobanê parastin. Piştî şer xwastin Kobanê çêbikin, dema ku li Pirsûsê kom bûn û pilan kirin ku wê ji bo zarokên Kobanê daristan, parke, kûtûpxane xwestin çekin. Çeteyek hat û xwe di nava wan de teqand û 33 hevalên me gîhîştin asta şehadetê. Ev bû 8 saline hîn tu kes nehatê mehkeme kirin. Sucdarê vê komkujiyê çeteyên DAİŞ û hevkarên wan wek dewleta Tirk, dewlet dixwazê sucê xwe veşêrê. Ji ber wê mehkeme negîhîştê tu encamê.”

Bihar Mistefa jî di axaftina xwe de wiha got: “Dayîkên şehîdên Pirsûsê ji bo edalet derdikevin qadan. Em jî li vir silavên xwe ji wan re dişînin û em dibêjin şehîdên Pirsûsê şehîdên me ne. Xeyalên wan e me li vir bidin jiyan kirin.”

Herî dawî de silogana “şehîd namirin” hat gotin. Şahî bi lîstok, stran, dîlan bi boyexkirina ruyên zarokên hat bi dawî kirin.