manşet

Em hemû QSD’ê ne, îradeya gel wê bi ser bikeve

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk û hêzên hikûmeta Şamê li derdorê Dêrezorê şer û fitne çêdikin. Komên çekdar êrîşî hêzên leşkerî me dikin. Gelên herêmê weke serhildana li dijî QSD’ê tê nîşandan. Ev derew e. Di dema ku li Dêrezorê alozî heye, çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li Minbicê hewl didin êrîşî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin. Ev plana kolonyalîstan e. Tifaqa gelên Kurd û Ereb zemîna wekhevî û biratiya …

Read More »

Rojnamevanên Jinên Ku Êrîşên Dagirkerî Ji Cîhanê Re Radigihînin Hatin Hedef Girtin

Êrîşên dewleta Tirk a faşîst a li dijî şoreşa me ya jinê didomin. Duh êvarê li ser rêya Qamişlo-Amûdê wesayîteke xebatkarên çapemeniyê hedef girt. Kesê bi navê Necîmedîn Feysel Hec Sînan di êrîşa li dijî wesayîta Jin TV de şehîd bû. Rojnamevanek jî birîndar bû. Dewleta Tirk di êrîşên xwe yên li ser axa şoreşa me ya Rojava de pêşengên şoreşê û jinan dike hedef Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. …

Read More »

JKŞ û TKŞ: Em ê Rihê Berxwedanê Mezin Bikin

JKŞê û TKŞê li Hesekê bi boneya êrîşên dewleta dagirker a Tirk ên li ser Rojava û pêşengên wê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk hat şermezar kirin hat xuyakirin ku wê li dijî van êrîşan berxwedan hîna zêdetir bê mezinkirin. Endama JKŞê Vîdat Mihemed ya ku daxuyanî xwend di axaftina xwe de êrîşên dewleta Tirk ên herî dawî yên 27 û 28ê Tîrmehê yên li gundê Xezne …

Read More »

TKŞ’ê di 100’emîn salvegera Lozanê de panelek li dar xist

Tevgera Komunîst a Şoreşger, bi boneya 100’emîn salvegera Peymana Lozanê li bajarê Qamişlo panelek li dar xist. Panelek ku li Navenda Çanda Şehîd Zîlan pêk hat, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreş û sosyalîzmê destpê kir. Di axaftina li ser navê TKŞ’ê de ku li hemberî Lozana nû gelê Kurd wê çawa bi rêxistin bibe nîqaş hatin kirin. Endama SYPG’ê Mizgîn Erebo di panelê de axivî û diyar kir …

Read More »

Ji bo Gelê Kurd Tu Hikmê Lozanê Tune ye; Bijî Kurdistana Azad

Hêzên emperyalîst û dewletên herêmê yên paşverû 100 sal berê axa Kurdistanê kirin çar parçe û mêtîngeh kirin. Wan hebûna me ya neteweyî, dîrok, ziman, çand û kevneşopiyên me tune hesibandin.  Dîroka dawî ya 100 salî ya gelê Kurd, dîroka têkoşîna li dijî zîhniyeta mêtînger e. Erdên Kurdistanê yên ku bi Peymana Kasr-î Şîrîn a ku di navbera dewleta Osmanî û Safewiyan de hatibû îmzekirin bû du parçe, bi Peymana …

Read More »

Şahiyekê Zarokan a ji bo bîranîna şehîdên Pirsûsê

Endamên JKŞ li Kobanê li ser salvegera 8’mîn a Komkûjiya Pirsûsê şahiyek ji bo zarokan li darxistin. Çalakî bi deqaqê rêzgirtin dest pêkir.x Li ser navê meclisa JKŞ Bihar Mustefa axivî:“Di sala 2014’an de çeteyên DAİŞ’ê êrîşe Kobanê kirin. Ciwanên sosyalîst di dema berxwedana Kobanê de şer kirin û Kobanê parastin. Piştî şer xwastin Kobanê çêbikin, dema ku li Pirsûsê kom bûn û pilan kirin ku wê ji bo zarokên …

Read More »

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava Hêviya Bindestên Cîhanê ye

Şoreşa me ya jin a Rojava ya ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Kobanê hat îlankirin, hîna dibe hêviya tevahî karker, kedkar, ciwan, jin û gelên bindest. Şoreşa Rojava di sala xwe ya 11’emîn de li tevahî gelên cîhanê pîroz be. Bîrdozgerên kapîtalîst di çaryeka dawî ya sedsala 20’emîn de “dawîbûna serdema şoreşan” îlan kiribûn. Lê dîrokê nîşan da ku heta ku nakokiya navbera serdest û bindestan berdewam bike …

Read More »

Hevpeymana Lozanê; Erêkirina Parçebûna Kurdistanê Ye – SERKEFTIN

Dîroka Kurdistanê, bi êrîş û komkujiyên dewletên mêtînger ên herêmî yên dagirker û emperyalîstan ên li dijî netewa Kurd dagirtiye. Welatê me kirin çar parçe û mêtîngeh kirin. Hebûna me ya neteweyî, dîrok, ziman, çand û gerdîşên me tune hesibandin. Dîroka me di heman demê de li dijî feraseta mêtînger dîroka serhildan û têkoşînan e. BI HEVPEYMANA KASR-I ŞÎRÎN; KURDISTAN BÛ DU PARÇE Kurdan, bitûniya axên Kurdistanê bi sedema Kasr-Şîrîn …

Read More »