manşet

Pêşengê Komunîst 30 Salî Ye: BIJÎ KURDISTANA AZAD BIJÎ SOSYALÎZM

Kapîtalîzma ku di qonaxa kûrewîbûna emperyalîst da ye, bi alozîya hebûnî ra rû bi rû ye. Burjuwazî cîhana me bi lez û bez wêran dike. Mirov û xwezaya ku mirov parçeyek ji wê ye, bi lez ber bi tunebûnê ve diçe. Îstîsmara bêsînor, terora dewleta faşîst, xizanî, bêkarî, newekhevîtîya dahatê (muçe), bêedaletî, dagirkerî, şer, komkujî, zext û tundîya serdest a mêr, qirkirina jinan, talankirin û wêrankirina ekolojîk belavî çar alîyê …

Read More »

    WERIN EM JI BO JÎYANEK WEKHEV Û AZAD LI DIJÎ DAGIRKER Û MÊTINGERAN LI BER XWE BIDIN

    Komunîstên Rojavayî li sazîyên me ya Kobanê, Qamişlo û Hesekê, li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst daxuyaniyeke çapemeniyê da. Hêzên emperyalîst û dewletên herêmê yên paşverû ku axên Rojhilata Navîn dîsa anîne ber şerekî mezin, ji şer, dagirkerî, xizanî û birçîbûnê pêve tu paşerojê ji bo gelê me rewa nabînin. Dewleta Tirk a faşîst ku li ser gelê Kurd sîyaseta îmha û qirkirinê dimeşîne, qada ku li …

    Read More »

      Hejmara 13emîn a Serkeftin hat weşandin

      Hejmara nû ya rojnameya me ya Serkeftin bi sernavê ‘Em ê li dijî dagirkerî û şer li ber xwe bidin, em ê bi ser bikevin’ hat weşandin. Hûn dikarin ji saziyên me bistînin, ji malpera me dakêşin û bixwînin… serkeftin-13-birengİndir

      Read More »

        Di salvegera 10emîn a fermana 73an de bijî berxwedana Şengalê

        Deh sal beriya îro, di dîroka 3yê Tebaxa 2014an de li Şengalê bi îxaneta PDKê, DAÎŞê dest bi komkujîyekê kir. Ev komkujî fermana 73an a gelê Êzîdî bû. Pêşmergeyên PDKê, beriya êrîşa DAÎŞê gelê Êzîdî bê çek û parastin di dest çeteyan de hişt û revîyan. Civaka Êzîdî ji bajar û gundên xwe derket û ji bo xwe biparêze li çol û çîyan ket. Bi hezaran Êzîdî hatin qetilkirin, bi …

        Read More »

          Şoreşa Me Ya Azadîxwazîya Jin, Gelparêz, Demokratîk 12 Salî Ye Ji Hemû Jin, Gel Û Bindestan Ra Pîroz Be

          Agirê serhildana gelan ku berî 13 sal li Tunusê destpê kir û gîhaşt Rojhilata Navîn, me li Rojava bi şoreşa jinê tacîdar kir. Li Kobanê gelê me hêzên mêtinger ji axên me derxistin û di dîroka 19 Tîrmeha 2012an da şoreşa me îlan kirin. Piştî demeka kin jî şoreşa me li Efrîn û Cizîr gîhaşt serkeftinê. Em weke jin bi artêşbûn, rêxistinbûn û sazîbûn ji parastina şoreşê heta avakirina wê …

          Read More »

            Li Hemberê Dagirkerî û Mêtingerîyê BEŞDARÊ ARTÊŞA ŞOREŞÊ BIBE

            Ew; dijminê gelên Rojhilata Navîn in. Dewletên emperyalîst û hevkarên wan, naxwazin aşîtî, aramî û azadî were Rojhilata Navîn a ku bi salane di nav şerên mezin de ye. Bizirên dijminahîyê diçînin navbera gelên me yên bindest ên ji netew û bawerîyên cuda. Şeran derdixin û axênme îstîsmar dikin. Dewleta Tirk a faşîst a mêtinger, bi hêzên emperyalîst re, li hemberê gelên Rojhilata Navîn sûcên mirovahîyê pêk tîne. Dewleta Tirk …

            Read More »

              Ji Bo Bajarên Demokratîk, Gelparêz, Wekhevî, Parêza  Zayendî EM BI BAJARÊN AZAD ŞOREŞÊ MEZIN BIKIN

              DANEZAN A HILBIJARTINÊN XWECIHÎ YA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎYÊ Hilbijartinên xwecihî ji bo dîyarkirina rêveberîyên bajar, navçe û bajarokan, ango hevserokên şaredarîyan tên çêkirin. Êrîşên dagirkerîyê, şer, xizanî, koçberîya bi dara zorê, alozî û bobelatên ekolojîk û qirêjîya hilberîna kapîtalîst xweza û bajarên me tehdîd dike. Pergala kapîtalîst, di heman demê de bajarên ku di nav pirsgirêkên avahîsazîyê de ne derdixe holê. Rêya ji holê rakirina pirsgirêkên civakî, avakirina jîyana …

              Read More »

                Zimanê Me Hebûna Me Ye! Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be.

                Me bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li saziyên xwe yên Hesekê û Kobanê daxuyaniyên çapemeniyê dan. Cejna Zimanê Kurdî li hemû gelê me yê çar parçeyên Kurdistanê pîroz be. Zimanê Me Hebûna Me Ye! Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be. 15ê Gulanê Roja Zimanê Dayîkê di dîrokê de, destpêkê di şoreşa Cotmehê de wekî zimanekî fermî tê qebûlkirin. Cara yekem di sala 1928an de alfabeta zimanê Kurdî ji alîyê …

                Read More »

                  Bijî 1ê Gulanê, bijî sosyalîzm

                  Endamên TKŞ, JKŞ û CKŞ’ê yên ji bajarên kantona Cizîrê bi awayekî navendî beşdarî pîrozbahiya 1’ê Gulanê a Hesekê bûn. Komunîstên Rojavayî pankarta “Bijî 1’ê Gulanê, bijî sosyalîzm” vekirin û bi dirûşmeyên coş meşiyan. Komunîstên Rojavayî ku beşdarî çalakiya li Parka Serdemê bûn 1’ê Gulanê li hemû karker û kedkaran a cihanê pîroz kir.

                  Read More »

                    Em Bi Hev Re Ji Dewleta Tirk a Jenosîdkar, Dagirker û Mêtînger Hesap Bipirsin

                    Weke TKŞ’ê me li Hesekê bi boneya salvegera Jenosîda Ermeniyan daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist Di sala 1915an de piştî ku dewleta Osmanî di şer de têk çû, partîya Îtîhad û Terakî ku ji netewparêzên Tirk pêk dihat, Li dijî netewa Ermen jenosîdeke mezin pêk anî. Dewleta Tirk a burjuva ku xwedî bîrdozîya “yek ziman, yek al, yek milet” pîlanekî ku bi mehan berdewam kir xist merîyetê. Bi sed hezaran Ermen, Suryan, …

                    Read More »

                      Li Dijî Şer û Dagirkerîyê; Yekîtî Têkoşîn Serkeftin!

                      Li çar parçeyê Kurdistanê û herêmê, li cihê ku Kurd lê dijîn agirên Newrozê hatin pêxistin. Careke din li dijî zilma zaliman, li dijî radestî, îxanet û Dehaqên îro gelên me rabûn ser pîyan. Newrozê Kurdistana ku hatîye çar parçekirin Kurdistan kir yek. Li dijî êrîşên dagirkerîyê yên dewleta Tirk û hevkarên wê bû bersiv. Gelên me li dijî xeta îxanetê ya PDKê bi awayekî zelal xistin holê. Newroz; li …

                      Read More »

                        “Ji bo Rojekê Serhildan Ne Hên Kêmtir” Bijî 1ê Gulanê – SERKEFTİN

                        1ê Gulanê ku roja Piştgirî, Têkoşîn û Yekîtîyê ye, dîroka ku bi xwînê hatîye nivîsandin a karkerên ku ji bo sekinandina îstîsmarîya kapîtalîst ketine tevgerê ye. 1ê Gulanê rojeke berxwedanê ye. Bi têkoşînên mezin û bedêlên ku hatîye dayin hat bidestxistin. Karkerên ku li dijî istismatîyê rabûn ser pîyan bi hev re tevgerîyan, şalter (qata) daxistin û qadên têkoşînê dagirtin. Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE), li ser xwîna gelên xwecihî …

                        Read More »

                          Bangewazîya Nemirên Me; Parastina Şoreşê ye

                          Niha dem ber bi biharê ve diherike. Bihar her tim destpêka jîyaneke nû dide mirovahiyê. Erd û asîman careke din bizirên ku di hemêza axê de zîl didin şîn dike û dibe mizgînîya jîyaneke nû. Nemirên me yên ku bi bedêla canê xwe dibin çavkanîya jîyanê wekî mizgînîya biharê ya jîyaneke nû, tenê ne di demsala biharê de, di demsalên hemû salê de di hemêza axê de zîl didin. Dema …

                          Read More »

                            Vîna Gel Bi Rêya Qeyûman Nikare Bê Xespkirin

                            Hilbijartinên cîgayî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye, encamên ku gelê me serkeftinên mezin bi dest xistin derxist holê. Gelê me, waneyeke mezin da rejîma Erdoganê tekparêz, mêtînger, faşîst. Şaredarîyên me yên ku bi rêya Qeyûman hatibûn destesarkirin di hilbijartinan de ji nû ve hatin standin. Li dijî tevahî sîyaseta zext û hîleyan namzetên mêtîngerîyê di sîndoqan de berze bûn. Gelê me bi ser ket. Pratîka yekemîn a rejîma Erdoganê …

                            Read More »

                              Cejna Ekito pîroz be

                              1ê Nîsanê Cejna Ekîto ya ku ji aliyê gelên me yên Asûrî, Suryanî û Keldanî ve weke sersalê tê qebûlkirin pîroz be. Ekito wekî sembola guherîn, nûbûn û vejînê tê binavkirin. Cejna herî kevn a ku tê zanîn Ekîto, tê wateya destpêka biharê û nûbûna xwezayê. Û ev 6774 sal in li di nav gelê me de tê pîrozkirin. Weke Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ) em cejna gelên xwe yê …

                              Read More »

                                Jinan Di 8ê Adarê de Ji bo Jîyaneke Azad û Wekhev Qad Dagirtin

                                Di sala 1857an de li Emerîkayê jinên karker ên cawkarîyê ji bo “karê wekhev mûçeya wekhev”, ji bo şertên mirovî yên jîyan û xebatê çirûska têkoşînê pêxistin. Biryardarîya wan îro jî hîna hêz dide jinan. Îsal jî di 8ê Adarê roja cîhanî ya jinên kedkar de, jin di seranserî cîhanê de ji bo jîyaneke azad û wekhev li qadan bûn. Li Bakur û Rojhilatê Sûrî berî rojan destpê kir xebatên …

                                Read More »

                                  Em ê Qadî Muhemmed ji bîr nekin û xeta îxanetê têk bibin

                                  Di şert û mercên ku şerê emperyalî yê 2emîn de derketibûn holê de, bi piştgirîya Sovyetan cara yekem li Rojhilatê Kurdistanê Komara Kurd a Mehabadê hat daxuyakirin. Di dîroka Kurdistanê de cara yekemîn Kurdan di wê axa biçûk de gavek pir girîng avêtin û komarek ava kirin. Di 22ê Çileya 1946an li Meydana Çarçira ya Mehabadê çiraya azadiyê hat pêxistin û Qadî Muhemmed Komara Kurd a Mehabadê îlan kir. Ev …

                                  Read More »

                                    Fermandarê sor Baran Serhed hatin bîranîn

                                    Rêberê xeta Welatparêzîya Sosyalîst û fermandarê sor Baran Serhed, di salvegera 5emîn a nemirîya xwe de bi bîranînên ku li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûrî hatin lidarxistin hat bi bîr anîn. Komunîstên Rojavayî li Hesekê, Kobanê, Qamişlo û Dirbêsîyê bîranîn lidar xistin. Di bîranînên ku bi rêzgirtinê destpêkirin de, sînevîzyona li ser jîyana Baran Serhed hat temaşekirin. Ji bo ku Em Hevrêyên Baran Serhed in Serê me Bilind e” Hesekê …

                                    Read More »

                                      Komunîstên Rojavayî: Bijî Newroz bijî sosyalizm

                                      Komunîstên Rojavayî, berê 21ê Adarê pîrozbahîyên Newrozê yên bi coş pêk anîn. Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) Û Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) li Kobanê, Hesekê, Qamişlo û Dirbêsîyê bi agirên ku pêxistin Newroz pîrozkirin. KOBANÊ Welatparêzên Sosyalîst li Kobanê sê pîrozbahîyên Newrozê pêkanîn. Endamên TKŞê roja 21ê Adarê li ber sazîyê bi pêxistina agir Newroz pîrozkirin, karwana seyareyan pêkanîn. Endamên JKŞê Adarê li taxên Botan Şarqê Newroza jinan pîrozkirin. …

                                      Read More »

                                        TKŞ ji bo şehîdên Komkujîya Helebce ya bîranînek li dar xist.

                                        Endamên Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ) bi boneya salvegera Komkujîya Helebce ya 16’ê Adara 1988’an li Hesekê bîranînek li dar xist. Komunîstên Rojavayê di saet 10:55’an de dema ku komkujî pêk hat deqeyek rêz girtin, mûm pêxistin û wêneyên şehîdên Helebce hilgirt. Endamên TKŞ’ê duh bi şev li avahiya saziyê ya Hesekê bîranînek li dar xistin û mûm pêxistin.

                                        Read More »

                                          Em Komkujiya Helebçeyê Ji Bîr Nakin

                                          Di 16’ê Adarê 1988’an de dîktatoriya faşîst a Baas li Helebça bi çekên kîmyewî êrîşî gelê me kir. Dîktatoriya faşîst a Baasê ya li Iraqê, ji ber ku bi Îranê re şer dikir û êdî li pêşberî azadiya gelê Kurd nikarîbûn li ser lingên xwe bisekinin, bi komkujiyeke wiha dijmirovî xwest dîktatoriya xwe biparêze. Gelê Kurd ê Başûrê Kurdistanê li dijî zilma faşîst a li Iraqê her tim di nava …

                                          Read More »

                                            TKŞ: Şehîdên 12ê Adarê namirin

                                            Ji çapemenî û raya giştî re Em di 20emîn salvegera qirkirin û serhildana Qamişlo de ne. 20 sal beriya niha, li Iraqê rejîma BAAS a Seddam Hiseyin ruxîya û li Başûrê Kurdistanê rêveberiya herêma Kurdistanê hat avakirin. Bêguman vê hem li ser her çar perçê Kurdistanê hem jî li ser giştî herêmê bandor kir. Lewma ku her çar dewletên li herêmê li ser axa Kurdistanê hatibûn avakirin û destkeftiyekê Kurdan …

                                            Read More »

                                              Ji Jinên Komunîst Pîrozbahîyên Bi Coş ên 8ê Adarê

                                              Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ), berî  8ê Adarê li Kobanê û Hesekê civînên malan û xebatên perwerde pêkanîn. Jinên Rojavayî yên Komunîst, li Kobanê, Qamişlo û Hesekê pîrozbahîyên 8ê Adarê yên roja jinên kedkar a cîhanî lidarxistin. Di pîrozbahîya ku li Kobanê hat lidarxistin wiha hat gotin: “Em xwedî dîrokeke têkoşînê ya ku ji Clarayan, Rosayan, dirêjî ji Saryayan heta Berçeman dibe ne. Em ê bi vî mîrasî ji bo …

                                              Read More »

                                                CKŞ: Emê Bi Rihê Jinên Ciwan Dîrokê Biafirînin

                                                Di serî de em 8ê Adarê li hemu jinên ciwan, jinên karker û kedkar û li hemu dayikan pîroz dikin. Ji sala 1857an de jin her bi berxwedan û têkoşîneke mezin li hember dewletên desthiladar, kapitalîst u empiriyalî serî rakir. Dîroka 8ê Adarê ne bi hesanî hatiye bi dest xistin, ku em îro dikarin rehet li her jin pîroz bikin, ev roj bi keda miliyonan jinan hatiye afirandin, ku di …

                                                Read More »

                                                  Bijî 8ê Adarê Bijî Sosyalîzm. Şoreşa Jin Ne Hêsan e Lê Serkeftin Teqez e

                                                  Êdî roj derbas nabe ku jin bi tundîya mêr-dewlet ve rû bi rû nemînin. Di seranserî cîhanê de jinên karker, kedkar, bindest û ciwan li dijî pergalên  kapîtalîst ên serdestîya mêr û li dijî tundî, tacîz, destdirêjî, feqîrtî, birçîtîyê têkoşîna xwe mezin dikin. Agirê bedena 129 jinên karker ên Newyorkî ku di salên 1857an de pê ket îro di mêjî, dil û têkoşîna bi mîlyonan jinên karker û kedkar de …

                                                  Read More »

                                                    JKŞ’ê ji bo 8’ê Adarê li Kobanê dest bi kar û xebatê kir

                                                    | KOBANÊ |Endamên Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) li Kobanê dest bi kar û xebatên 8’ê Adarê kir.Di daxuyaniya li avahiya TKŞ’ê de Xanim Îbrahîm axivî û diyar kir ku wan bi dirûşma “Şoreşa jinê ne hêsan e, lê serketin teqez e” xemle dane destpêkirin.Xanim Îbrahîm êrîşên dewleta Tirk a faşîst bi bîr xist û diyar kir ku şoreş bi ked û xwîna jinan hatiye heta roja îro. Xanim Ibrahîm …

                                                    Read More »

                                                      Azadî ji bo Rêberê Gelê Kurd

                                                      Di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komployeke navneteweyî hate kirin. 25 sal in di bin tecrîdê de tê ragirtin. Girtiyên siyasî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 79 roj in di greva birçîbûnê de ne. Weke TKŞ em dixwazin Rêberê Gelê Kurd azad bibe. Azadiya Rêberê Gelê Kurd azadiya hemû girtiyên di zindanan de ye. Me jî li saziyên xwe yên li Kobanê, Hesekê …

                                                      Read More »

                                                        Em Ê Hesaba Fermandar Sorwxîn Û Azadî Bipirsin

                                                        Êrîşên dewleta Tirk li ser pêşeng û jinên pêşeng ên şoreşa me didomin. Lê ti êrîş wê nikaribe pêşiya şoreşa me ya jinê û têkoşîna azadiyê ya jinê bigire. Hevrê Sorxwîn û Azadî di parastina şoreşa me ya jinan a Rojava de cih girtin, ku vê şoreşê ji jinên cîhanê re hêviyek anî û rêya azadî û rizgarîyê nîşan da. Ked dan, xwehdan dan û xwîna xwe rijandin. Bûn fermandarên …

                                                        Read More »

                                                          AZADÎ JI BO WERÎŞE MURADÎ. ŞOREŞ NE HÊSAN E LÊ SERKEFTIN TEQEZ E

                                                          Têkoşîna jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya li dijî rejîma mela ya paşverû, piştî qetilkirina Jîna Emînî veguherî serhildana gel a bi pêşengiya jinan. Tevî hemû êrîşên dewleta Îranê jî serhildan bi mehan berdewam kir. Di vê serhildanê de bi dehan jin hatin qetilkirin, jinên hatin binçavkirin û girtin bi mehan  îşkence, destavêtin û êrîşên zayendî hatin. Tevî van hemûyan jî jinan ji bo azadiya xwe bi mehan kolan neterikandin. …

                                                          Read More »

                                                            Deng bidin zindanan, li dijî faşîzma mêtinger berxwedanê bilind bikin

                                                            Endamên Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ), tecrîda li ser zindanan Tirkiye şermezar kir û got: “Em weke komunîstên Rojavayî piştgiriyê didin berxwedana girtiyên welatparêz ên şoreşger. Em bang dikin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya wî ya fîzîkî bê misogerkirin.” Dewleta Tirk a mêtinger, ji bo tunekirina şoreşger û demokratên ku li dijî polîtîkayên faşîst disekinin, êrîşên xwe yên faşîst yên bi …

                                                            Read More »

                                                              Silav Li Jinên Di Zindanan De Ne, Ku Sembola Berxwedan Û Rûmetê Ne!

                                                              Di 16’ê Îlona 2021an de piştî Jîna Mahsa Emînî ya ku li Rojhilat a Îranê ji ber binpêkirina yasaya lixwekirina çarşefê ji aliyê polîse ehlaqê ve hatibû îşkencekirin û qetilkirin,  serhildaneke mezin a jinan û gel dest pê kir. Piştî Jine Emînî ya ku agirê serhildanê pêxist, gelek jin daketin qadan, beşdarî çalakiyan bûn û bûn pêşeng. Bi dehan jinên têkoşer di êrîşên rejîma mêtinger, îslama siyasî ya faşîst a …

                                                              Read More »

                                                                2024 WÊ JI BINDESTAN RE BIBE SALA RÛMET Û AZADIYÊ

                                                                Em salek din a ku çîna karker û hemû bindestan di bin êrîşên rejîma serektiya faşîst a serdestiya mêr a kapîtalîst-emperyalîst de bi têkoşîna azadiyê de derbas kiriye li pey xwe dihêlin. Sala 2023; Ji bo hemû gelên bindest ên cîhanê bi taybetî jî li Rojhilata Navîn wek saleke dijwar derbas bû. Bi îstismarkirina kedê, birçîbûn û xizanî, êrîşên dagirkeriyê, şer û pevçûnan tijî bû. Êrîşên zayendî û qetlîamên li …

                                                                Read More »

                                                                  Şehîdên Şoreşê çavkaniya têkoşîna me ne

                                                                  Endamên TKŞ û JKŞ’ê li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bîranîna şehîdan çalakî li dar xistin. HESEKÊTevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) li Hesekê muzexaneyek ku eşyayên şervanên komunîstên di şoreşa Rojava û çiyayên Kurdistana azad de şehîd bûne, vekir.Bîranî bi wesîleya Meha Şehîdên Meha Mijdarê hatin lidarxistin. Malbatên şervanên Tûgaya Şehîd Alîşêr Denîz û malbatên ku wesîkaya şehîdên MLKP’ê stand, tevlî bîranî bûn.Di bîranîna de yek ji berdevkên …

                                                                  Read More »

                                                                    Em Ji Şoreşa Cotmehê Fêr Bibin – SERKEFTİN

                                                                    Şerê emperyalî û Şoreşa Sibatê                Berî ku behsa şoreşa Cotmehê bê kirin, pêwîst e em li Rûsyaya berî şoreşê binêrin û tehlîl bikin. Di eslê xwe de ji bo fêmkirina şoreşa Cotmehê pêwîst e destpêkê de ji şoreşa 1905’an bê destpêkirin. Ji ber ku Sowyetên ku piştî wê bingehên şoreşa sosyalîst pêk anî di vê serdemê de derket holê. Lê ji bo ku şoreşa 1905’an mijareke tena bi serê …

                                                                    Read More »

                                                                      Bangewaziya 1ê Mijdarê: Ji bo Rojava û Filistîn Rabin Ser Piyan

                                                                      1ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê ye. Li dijî êrîşa çeteyên DAÎŞê ya Kobanê ya ku şoreşa me ya Rojava lê destpê kir 1ê Mijdarê roja piştgiriyê ya gelên cîhanê hat îlankirin. 1 Mijdarê êdî vegeriya rojeke berxwedana gelên bindest. Berxwedana me ya Kobanê mesajek da tevahî gelên cîhanê ku yekîtiya bindestan dikare serkeftinên dîrokî bi dest bixe. Kobanê eynî wekî Stalîngrad bi şervanên xwe yên fidayî li ber xwe …

                                                                      Read More »

                                                                        Endamên CKŞ’ê piştgiriya berxwedana Filistînê dan

                                                                        Endamên Ciwanên Komunîst ên Şoreşger CKŞ’ê li Kobanê ji bo piştgiriya berxwedana Filistînê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Ciwanên Komunîst bi kefiyên ku sembola berxwedanê Filistînê ye daketin qadan û piştgirî dan ciwanên Filistînî. Çalakiya ciwanên bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Filistînê”, “Bijî Filistîna Azad” û “Bîjî Azadî” bi dawi bu. Di nave CKŞ’e Abdo Kobanê daxuyanî xwend û wiha got: “7’ê meha 10’an da li Filîstîn de hamleyeke şoreşgerî despekir. 14 rexistin …

                                                                        Read More »

                                                                          Di Salvegera 29’emîn De Bi Hêza Ciwanan Ber Bi Sosyalîzm Ve

                                                                          Weke Ciwanên Komûnîst ên Şoreşger, bi nêzîkbûna salvegera Şoreşa Cotmehê ya birûmet re, em salvegera damezrandina Komsomol a bêhempa ya MLKP’ê, ango Rêxistina Ciwanên Komûnîst bi coş, vîn û biryardariya şoreşa Rojava silav dikin. MLKP ku bi şopandina şopa Şoreşa Mezin a Cotmehê ve Şoreşa Yekîtiyê pêk anî, ji damezrandina xwe heta niha her tim ciwan maye. Dizanibû ku ciwan garantiya têkoşîna şoreşgerî û sosyalîzmê ye, bi bîr, vîn û …

                                                                          Read More »

                                                                            Komûnîstên Rojavayî bi boneya piştgirtina gelê Filistînê daxuyaniyek da

                                                                            Komûnîstên Rojavayî li pêşiya Navenda Çandê ya Şehid Zîlan a Qamişlo bi boneya piştgirtina gelê bindest yên Filistînê daxuyaniyek da.Di daxuyaniyê de ji bilî alên Filistîn û Kurdistanê jî hatin rakirin. Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Filistîn”, “Bijî berxwedana Rojava” destpê kir.Di nav daxuyaniyê de hamleya Tofana El Aksayê hat silav kirin, êrîşên dagirkeriya Îsraîl hatin şermezar kirin. Di daxuyaniyê da hat eşkere kirin ku li Filistînê dewleta Îsrailê çi …

                                                                            Read More »

                                                                              Em Li Filîstînê Qîrîna Hawarê Dibihîzin Li Ber Xwe Bidin Rêhevalno Em Li Cem We Ne

                                                                              Endamên TKŞê li Hesekê piştgirî da gelên Filistînî ku li dijî zilma dewleta Îsraîlê li ber xwe didin. Komunîstên Rojavayî di daxuyaniya xwe de wiha gotin: Em Li Filîstînê Qîrîna Hawarê Dibihîzin Li Ber Xwe Bidin Rêhevalno Em Li Cem We Ne Dewleta siyonîst a Îsraîlê ku axên Filîstînê dagirkiriye, bi rojan e li ber çavên cîhanê komkujiyan pêk tîne. Dewleta siyonîst, destpêkê li Xeza û bajarên Filîstînê cihekî ku …

                                                                              Read More »

                                                                                EM XWE RÊXISTINBIKIN Û TÊKOŞÎNÊ DI HER QADÊ DE MEZIN BIKIN!

                                                                                Di êrîşên ku di 4ê Cotmehê de dest pê kirine, di welatê me yê di Rêveberiya Xweser a Bakûr Rojhilatê Sûriyê ya ku bi hezaran ked û fedakariyan hatiye avakirin de avahiyên me yên leşkeri, aborî û siyasî xisar dîtin, şehîd û birîndarên me hene. Em wekî gelê Filîstînê ne, Filistîniyê ku li hemberî êrîşkariya dewleta Israîl a dagirker a Siyonîst yên 70 salin didome bi şer û têkoşîna xwe …

                                                                                Read More »

                                                                                  Komunîstên Rojavayî êrîşên dagirkeriyê protesto kir

                                                                                  Komunîstên Rojavayî li Kobanê êrîşên dewleta Tirk a faşîst şermezar kirin. Yek ji nûnerên TKŞ’ê Mîrza Berxo jî wiha got: “Em van êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûrî şermezar dikin. Em dizanin ku armanca dewleta Tirk êrîş û ji nû ve dagirkirinê ye. Di roja komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, dewleta Tirk çawa ku Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir, …

                                                                                  Read More »

                                                                                    Em Li Diji Êrîşên Dagirkeriyê Li Derdora Hêzên Şoreşê Bibin Yek

                                                                                    Rejîma şefîtiya faşîst a mêtinger, careke din li ser axên Rojava, Bakûr Rojhilatê Sûriyê gefan dixwe. Di van du rojên dawî de di êrîşên li ser bajarên Bakûr Rojhilatê Sûriyê yên hewayî de şehîdên me yên leşker û sivîl çêbûn. Beriya 9ê Cotmehê ya salvegera komploya navneteweyî a li ser rêberê gelê Kurd Abdûllah Ocalan a di sala 1998an de û êrîşa dagirkeriyê a li ser Serêkaniyê û Girê Spî …

                                                                                    Read More »

                                                                                      Endamên CKŞ’ê çalakîyên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê silav kir

                                                                                      Ciwanên Komunîst ên Şoreşger (CKŞ) li Hesekê li ber Navenda Çandê ya Şehîd Metîn çalakî li dar xistin û berxwedana zindanan a li Tirkiye-Bakurê Kurdistanê û Îran-Rojhilatê Kurdistanê silav kirin.Ciwanan got:“Ji bo hevalên me yên di berxwedana zindanan de ne em berxwedan û tekoşîna we silav dikin, weke ku em dizanin li Bakurê Kurdistan û Tirkiye û li Rojhilatê Kurdistan û Îrane ji sîstemên faşîst rêhevalên me di bin işkenceyên …

                                                                                      Read More »

                                                                                        Keda Jinê Ya Hundirê Malê Keda Civakî Ye

                                                                                        Endamên JKŞ’ê li bajaren Bakûr û Rojhilatê Surî hemleya xwe bi şîara “Keda jinê ya li malê keda civakî ye” bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kirin. DİRBÊSİYÊ Endamên JKŞ’ê li saziya TKŞ a Dirbêsiyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê da. Zeynep Xidir der barê kampanyayê de agahî dan û wiha got: Keda Jinê Ya Hundirê Malê Keda Civakî Ye Şoreşa me ya ku tê nasîn bi şoreşa jinê ev şoreş ya ku ji …

                                                                                        Read More »