Dive dîlgirtiyên şoreşger serbest bên berdan

Îro 10ê Îlonê ye. Li ser esîrgirtina rojnamegerê şoreşger Ahmet Polad a ji aliyê çeteyên HTŞyê ve li Reqayê re 37 hefte derbas bûn. Ji meha Çileyê ve êrîşên tesfiyeker yên li dijî şoreşa me berdewam dikin. Tê xwestin ku dengê şoreşê nayê bihîstin. 37 hefte ye ku tê xwestin dengê daxwaza azadiyê ya gelên me yên kedkar û bindest, dengê xwendekarên ku dixwazin bi zimanê xwe yê dayikê bi Kurdî perwerdehiyê bibînin nayê bihîstin. 37 hefte ye ku tê xwestin têkoşîna jinên ku ji bo parastina destkeftiyên xwe têkoşînê dikin nayê dîtin. 37 hefte ye ku Ahmet Polad û hemû dîlgirtiyên Rojavayî ne hatiye berdan re gelê me tên tehdîdkirin. Tê xwestin ku mesajê “heger hûn serî netewînin em ê we jî wiha esîr bigirin” were danin.

Tiştek heye ku çeteyên HTŞyê ji bîr dikin. Em wekî gelê Kurd serê xwe netewînin. Heta ku em esîrên xwe bistînin, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Îrade, biryardarî, zanebûn û israra ku bi rihê 10ê Îlonê afirandiye pêşeroja me ronî dike. Têkoşîna azadiyê ya ji bo winda û esîran, rêyeke dirêj a têkoşînê ye. Hewldana dijminên me yên ku difikirin dê hevî û îradeya gelê me were şikestin û teslîm bibe vala ye. Ji bo ku em rêhevalên xwe, şervanên xwe û rojnamegerên xwe azad bikin, em şev û roj têkoşîn dikin. Ji bo ku em esîrên xwe ji zindanên dijminan bistînin, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Malbat û parêzerên Ahmet Polad li vir nebin jî tiştê ji destên wan tê dikin. Rojnamegera enternasyonalîst Eva Maria Michelmann ku tevî Ahmet Polad hatibû girtin û di encama têkoşîna hatî meşandin de serbest hatibû berdan jî li welatê xwe bi daxwaza “Ji Ahmet Polad re azadî” têkoşîn dike. Înisiyatîfa ku li Ewropayê hatî avakirin bi gotina “Eva azad e; anha dora ya Ahmet e” têkoşîn dike.

Şoreşgeran li her derî têkoşîna xwe berdewam dikin. Em wekî Komûnîstên Rojavayî em ê lêgerîna li hemû dîlgirtiyên ku axa me diparêzin, têkoşîna me ji hemû cîhanê re ragihandin û bî nûçeya xwe rûyê qirêj û rastî yên çeteyan deşîfre kirin esîr ketin û pirsîna hesabê wan berdewam bikin.

Ji Ahmet Polad û hemû dîlgirtiyan re azadî

Azadî ji bo zimanê me, azadî ji bo hemû gelan e

Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ)