1ê Gulanê, roja yekîtî, têkoşîn û piştgirîya çîna karker a sala 2026an ji jinên karker û kedkar ra pîroz be!Îsal jî li çar aliyê cîhanê karker û bindest wê qadan tijî bikin. 1’ê Gulanê ne tenê rojeke salnameyê ye yan jî “cejna kedê” ya sembolîk e. Kesên ku wisa lê binerin, rastiya civakî ya îro fêm nakin. 1’ê Gulanê ne bîranînek sade ye; rojeke siyasî ye ku hemû xerabîya pergala civakî ya heyî eşkere dike. Têkoşîna kedê ne tenê qadeke bi daxwazên aborî sînordar e; qadeke şer e ku rasterast têkiliyên desthilatdariya siyasî hedef digire.
Di dema ku şerê emperyalist bi bombeyên xwe mirinê li ser gelên herêmê dibarîne, tehdîda şerekî nukleerî jî her roj nêztir dibe. Di nava wêrankirina xwezayê û şeran de, civîna NATO’ya kujera gelan tê plankirin. Şer ji bo jinên karker û kedkar; mirin, destdirêjî, birçîbûn û bêkariyê tîne.
Em di serdemekê de ne ku çavên gelên Rojhilata Navîn û cîhanê li ser zêdebûna şerxwaziya emperyalîst e. Li Îran, Filistîn, Libnan û li welatê me Rojava; bi vî şerê ku ji hêla emperyalîstan ve tê geşkirin, dixwazin vê peyamê bidin hemû bindestên cîhanê, jin, karker û kedkaran: “Ji xeynî pergala kapîtalîst a emperyalîst û bi serdestiya mêr, pergaleke din ne pêkan e, rêyeke din tune ye.” Lê ew şaş in.
Ji bo vê rastiyê veşêrin, li Tirkiye û Bakur 30 jinên sosyalist girtin da ku nekaribin têkoşînê bimeşînin. Li Îran û Rojhilat jinên ku têkoşînê dikin tên îdamkirin. Tenê di şerê dawî yê Îran-Îsraîl-Amerîkayê de zêdetirî 500 jin hatin kuştin. Girtîgeh bi jinên pêşengên têkoşînê tije ne. Hejmara jinên ku hatine binçavkirin û windakirin nayê zanîn. Li vir, li Rojava jî, desthilatdariya çeteyên HTŞ’ê şoreşa jinê tune dihesibîne û dixwaze artêşa me ya jinan YPJ’ê ji holê rake. Bi jinên ku di parastina şoreşa jinê de bûne dîlên şer, dixwazin çavê me bitirsînin.
Em jin ew in ku keda me herî zêde tê mêjandin, keda me nayê dîtin û bedena me tê talankirin. Wek Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ), ji bo em hêza jinan nîşan bidin, em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin. Em ê destkeftiyên şoreşa xwe ya jinê biparêzin. Em bang li hemû jinan dikin ku di vê 1’ê Gulanê de berê xwe bidin qadan.
Karker, kedkar û jin; tekane hêz in ku wê gora kapîtalîzma baviksalar û çeteyên HTŞ’ê bikolin.Rêyeke me ya din tune ye; divê em hemû planên vê pergalê yên ku li ser qirkirina jinê, mêjandina keda jinê, mirin, destavêtin û tundiyê hatine avakirin, xira bikin. Xizanî, şer, mirin û tundî ne qedera me ye. Zarokên me ne mecbûr in bi xizanîyê mezin bibin. Em ne mecbûr in ku xwe ji pêdiviyên nexweşxaneyê û dermanan bêpar bihêlin. Em di hundirê malê de 24 saetan dixebitin, keda me nayê dîtin. Ev ne qedera me ye û nabe qeder. Pergala emperyalîst a zilamperest a ku ji hêrsa bi mîlyonan jinan ditirse, wê tiştê ku jê ditirse were serê wê.
Cîhan bi keda me ava dibe. Em ê bi hev re, mil bi mil tê bikoşin. Em ê pişta xwe bidin hêza keda xwe û vê cîhanê ji nû ve ava bikin. Em ê keda xwe biparêzin û di 1’ê Gulanê de li qadan bin.
Bijî 1’ê Gulanê
Ked me Hêza me ye, Em ê Biparêzin
Jinên Komunîst ên Şoreşger
Tevgera Komunîst a Şoreşger Berxwedan Jîyan e