manşet

Em ê Şexmeqsud û tevahîya axên şoreşê bi ruhê berxwedana Tişrînê biparêzin

HTŞ û çeteyên girêdayî dewleta Tirk, piştî hilweşandina rejîma BAASê, dixwazin axa Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûrîyê dagir bikin. Çeteyên ku Şehba û Minbic dagir kiribûn, bi piştgirîya dewleta Tirk, ji Tişrîn û Qaraqozakê dixwestin derbasî axa şoreşê bibin. Armanca wan dagirkerîyê li hemû Bakur û Rojhilatê Sûrîyê belav bikin. Lê wan nikarîbûn vê yekê bi ser bixin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji 8ê Rêbendana 2025an û vir …

Read More »

Gelê Venezuelayê Ne Bi Tenê ye

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump, ku xwe wekî serwerê cîhanê îlan kir, êrîşek li dijî Venezuelayê da destpêkirin da ku çavkanîyên wê yên bin erdê desteser bike û gelê wê bike kole. Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro û Cilia Flores dîl hatin girtin. Bajarên Venezuelayê rastî bombebaraneke dijwar hatin. Û nûnerên DYEê wekî ku mafê wan hebe van hemûyan bikin tevdigerin û daxuyanîyan didin. Gelê Venezuelayê qedera xwe …

Read More »

Panela bi sernavê “Şoreş û Sosyalîzm” hatin li dar xistin

Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) li Parka Xwendinê ya Hesekê panelek bi sernavê “Şoreş û Sosyalîzm” li dar xistin. Berdevka TKŞê Fadya Sîdo û yek ji nivîskarên malpera KurdistanAzad Ahmed Polad wekî axaftvan beşdarî panela bûn. Panel ji bo bîranîna fermandarên komunîst Ahmet Şoreş û Fırat Newal ku di dîroka 3ê Çileya 2023an de dema ku ji bo sosyalîzmê têkoşin dikirin nemir bûn, hate li dar xistin Ahmed Polad li …

Read More »

Di 2026an da Bi Hêza Têkoşîna Yekbûyî ya Gelan Em ê Bi Ser Bikevin

Sala 2025an a ku li pişt me ma, hem ji bo gelên Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê hem jî ji bo hemû civakên netewe û bawerîyên bindest ên li Sûrîyeyê bi şer, hilweşîn û têkoşînên mezin derbas bû. Polîtîkayên hêzên emperyalîst û dewletên mêtingehkar ên herêmê yên ku Sûrîyeyê dixin nav alozîyê, tevahîya salê berdewam kirin. Piştî hilweşîna rejîma BAASê jî li Sûrîyeyê dest bi avakirina dewleteke nû hate kirin. Çeteyên …

Read More »

Konferansa 1emîn a TKŞê; Gaveka bi hêz a bi armanca “Ji Rojava ra Statû, Ji Sûrîyê ra Demokrasî” hatîye avêtin

Şoreşa me ya jinan a Rojava 13emîn Salvegera xwe da ye, komunîstên şoreşger ên Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê ji bo ku têkoşîna xwe bighînin asteka nû, Konferansa xwe ya 1emîn lidar xistin. Konferansa 1emîn a Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ), bi taybetî ji malbatên şehîdan û gazîyên me ra, ji hemû dostan ra, ji karker, kedkar, jin û hemû bindestên ji netewe û bawerîyên cuda yên li axa şoreşê dijîn, …

Read More »

Alaya Sor a Rojava

Tevgera Komûnîst a Şoreşger dema ku xebatên xwe ji bo paşeroj û parastina şoreşê dimeşîne, gavekî dîrokî avêt. Bi Konferansa xwe ya 1emîn li Salona Dîcleyê ya li Hesekê, hem wesfê rêxistinbûna xwe bilind kir hem jî helwestek li ser şoreşa Rojava û paşeroja Sûrîyê derxist holê. Tevgera Komûnîst a Şoreşger berîya çend mehan bi şîyara ‘Xwe rêxistin bike, xwe biparêze’ dest bi hemleya rêxistinkirinê kiribû. Sloganê sereke yê konferansê …

Read More »

JKŞ Konferansa Xwe Ya Yekemin Pêk Anî

HESEKÊ Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ), ku li Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe birêxistin dikin, bi dirûşma “Ji bo parastina destkeftiyên şoreşa jinê em rêxistinbûna xwe mezin dikin” yekemîn konferansa xwe li Hesekê li dar xist. Konferans bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Axaftina vekirinê ji aliyê berdevka JKŞê Fadya Sîdo ve hate kirin. Sîdo di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya parastina destkeftiyên şoreşa jinê û …

Read More »

Gelên me bi yekîtî û berxwedanê wê bi ser bikevin; “Ji Rojava ra statu, ji Sûrîyê ra demokrasî”

Çeteyên El Colanî, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefîyê, bi berxwedana bi hêz a gelê me ra rû bi rû man. Çeteyan, bi rojan e taxên me dorpêç kirine. Bi piştgirîya dewleta mêtingehkar a Tirk, leşker û çekên xwe li herêmê kom kirine. Û di êvara 6ê Cotmehê da hewl dan ku bikevin taxên me. Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûrîyê ve, gelê me yê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefîyê yê …

Read More »