Em ê Şexmeqsud û tevahîya axên şoreşê bi ruhê berxwedana Tişrînê biparêzin

HTŞ û çeteyên girêdayî dewleta Tirk, piştî hilweşandina rejîma BAASê, dixwazin axa Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûrîyê dagir bikin. Çeteyên ku Şehba û Minbic dagir kiribûn, bi piştgirîya dewleta Tirk, ji Tişrîn û Qaraqozakê dixwestin derbasî axa şoreşê bibin. Armanca wan dagirkerîyê li hemû Bakur û Rojhilatê Sûrîyê belav bikin. Lê wan nikarîbûn vê yekê bi ser bixin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji 8ê Rêbendana 2025an û vir ve, şahidê berxwedaneke bi rûmet bûn. Li enîya cepheyê berxwedana QSD, YPJ û şervanên komunîst, bi çalakîyên gel ên ku ji hemû bajaran dest pê kir û heta Bendava Tişrînê dirêj bû, me rê neda dijmin. Nobeta mertalê zindî ya li Bendava Tişrînê, biryardarîya me û îradeya me nîşanî dijminê dagirker da.

Tişrîn, pêşî bi destê jinên pêşeng ên şoreşa Rojava hate parastin. Şervanên Tabûra Şehîd Serkan ên ku bi YPJ û QSDê ra li xeta Deyr Hafir, Qaraqozak û Tişrînê bûn hêmana şer, roleke pêşeng û kedkar lîstin. Em bi rêzdarî hemû şervanên di vê berxwedanê da nemir bûne bi bîr tînin. Em soz didin ku em ê xeta serkeftina wan bidomînin.

Gelên me, jinên ji hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê çûn nobetê li Bendava Tişrînê bigirin. Wekî pêkhateya komunîst a şoreşa Rojava, em jî ji hemû kantonan bi awayekî çalak beşdarî vê berxwedanê bûn. Ji 8ê Rêbendanê û vir ve, di vê berxwedanê da ku konvoyên me bi balefir û SÎHAyan hatin lêdan, li ser bendavê bombardûman hatin kirin, em beşdar bûn û serê me bilind e. Me di vê berxwedana nobeta dorveger da, bi dehan şehîd, bi sedan birîndar dan. Lê me gav jî paş ve navêtin. Û me dijminê faşîst nêzî bendavê nekir. Em li dora şervanên xwe yên ku li mevzîyan bi birçîbûn û tîbûnê berxwedan didan bûn mertal. Bi slogana “Berxwedan Jîyan e” gelê me bi ser bombeyan ve çû û bi vî awayî bi ser ket.

Çawa ku êrîşa dagirkirina faşîst Hitler bi berxwedana Stalingradê hate şikandin, çawa ku çeteyên DAÎŞê ji Kobanê hatin derxistin, di destpêka sala 2025an da jî berxwedana Tişrînê bi rûmet di dîrokê da hate nivîsandin.

Niha di destpêka sala 2026an da, gefên dorpêçkirin û dagirkirina li ser şoreşa me ya Rojava hê jî didomin. Di sala borî da, çeteyên HTŞê yên El Colanî, bi piştgirîya dewleta Tirk, li dijî gelên Elewî, Dürzî û Xiristîyan êrîşên qirkirinê pêk anîn. Jin revandin, bi tecawiz û fidye êrîşên sûcên mirovahîyê kirin. Di hefteyên dawî da, li Helebê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefîyê yên girêdayî Rêveberîya me ya Xweser hatin dorpêçkirin. Gelek caran êrîş tên kirin, ji ber bombardûmanan windahîyên canî çêdibin. Ji dûh da çeteya HTŞ, li hember gelê me yê Şexmeqsud û Eşrefîyê û QSDê şer îlan kirîye. Taxên Kurdan ên li Helebê, bi tanq û çeken giran hat dorpêçkirin. Bombardûmanên bê serûber tên kirin. Bi dehan kes birîndar bûn, gelek kes hatin qetilkirin. Çete dixwazin taxên Şexmeqsud û Eşrefîye vala bibin û zorê dide da ku gelen me yên di qadên Rêveberîya Xweser da dijîn axên xwe biterikînin.

Di van rojên pêşîn ên sala 2026an da, em dibînin ku ji bo gelên me berxwedan rêya rizgarîyê ya yekane ye ji bo jîyana wekhev û azad. Ruhê berxwedana Tişrînê, îro ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefîyê yên Helebê heta hemû bajarên Rojhilata Navîn belav dibe. Gelê me bibiryar û rêxistinkirîye. Wê axên xwe qet neterikîne û bi berxwedanê êrîşên çeteyên faşist vala derxîne. Em berxwedana bi bedela şehîdan berdewan dike, silav dikin. Em bangewazîyê di serî da li hemû gelen Bakur û Rojhilatê Surîyê û li tevahîya gelen cîhanê dikin da ku piştgirîya bi gele Şexmeqsud û Eşrefîyê ram ezin bikin.

Li Rojhilatê Kurdistanê û bajarên Îranê, bi pêşengîya gelê me yê Kurd, gelên bindest bi rojan e li dijî rejîma melayan a faşîst a Îranê berxwedan dikin. Berxwedana Tişrînê bi agirê berxwedana gelan a li bajarên Rojhilatê ra hevdît.Em serhildana ku li Rojhilatê Kurdistanê û hemû bajarên Îranê berdewam dike silav dikin. Em nûçeyên ku gelê me yê Rojhilatê dest bi azadkirina bajarên xwe kirine distînin. Serhildana gelê me yê Rojhilatê ji bo hemû gelên me yên Kurdistanê û armanca me ya kurdistana yekgirtî gelek girîng e. Ji Rojavaya ku parastina şoreşê didomîne silav li wan ên ku ji bo şoreşê li Rojhilatê kolanan tijî dikin. Em bang li hemû gelan, bi taybetî li gelê Rojhilatê dikin: “Bawerîya xwe bi serkeftinê bînin, ji bo bi ser bikevin ruhê berxwedana Tişrînê li xwe bikin.

Berxwedana Tişrînê, bi şêwazê rêxistinkirinê û ruhê xwe yê şoreşgerî, îro cihnîşa têkoşîna me ye. Wek ku me dûh li Tişrînê kir em ê îro jî li Şexmeqsut û Eşrefîyê parastina şoreşa xwe bidomînin. Em ê şoreşa jinan a Rojava biparêzin û bidin jiyîn. Em ê dawî li tarîtîya cîhadîst a faşîst û zilamperest ên ku li bajarên Sûrîyê qirkirinê dikin bînin. Em ê ronahîya şoreşa Rojava li hemû Sûrîyê û Rojhilata Navîn belav bikin.

Bijî şoreşa jinê ya Rojava

Silav li berxwedêrên Şexmeqsud ve Eşrefîyê
Şehîdên berxwedana Tişrînê nemir in

Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ)