Gelê Venezuelayê Ne Bi Tenê ye

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump, ku xwe wekî serwerê cîhanê îlan kir, êrîşek li dijî Venezuelayê da destpêkirin da ku çavkanîyên wê yên bin erdê desteser bike û gelê wê bike kole.

Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro û Cilia Flores dîl hatin girtin. Bajarên Venezuelayê rastî bombebaraneke dijwar hatin. Û nûnerên DYEê wekî ku mafê wan hebe van hemûyan bikin tevdigerin û daxuyanîyan didin.

Gelê Venezuelayê qedera xwe bi xwe dîyar kirîye. Ev êrîş di serî da armanc dike ku vî mafî desteser bike.

Trump dixwaze bi talankirina petrol û madenên din ên Venezuelayê dewlemendîya xwe zêde bike. Bi destpêkirina êrîşeke bihêz û dijwar li dijî hikûmeta dijî-Emerîkayê ya li Venezuelayê, ew dixwaze îradeya gel bişkîne û teslim bıgre. Karker û kedkarên Venezuelayî naxwazin bibin koleyên DYEê ya ku di demên berê da bi darbeyên leşkerî gelek caran petrola welat dizî kirîye.

Em, wekî Komunîstên Rojavayî, ji Rojhilata Navîn bang li hemû gelên cîhanê dikin. Werin em li dijî sîyaseta DYEê ya bi gefa şer hêsîr kirina hemû gelên cîhanê rawestin. Ji bo rawestandina êrîşa emperyalist erka îro,  ew e ku em li kêleka gelê Venezuelayê yê ku bi salan e li dijî DYEyê li ber xwe dide bisekinin. Bijî hevgirtina gelên bindest!

Tevgera Komunîst a Şoreşger