Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) li Parka Xwendinê ya Hesekê panelek bi sernavê “Şoreş û Sosyalîzm” li dar xistin.
Berdevka TKŞê Fadya Sîdo û yek ji nivîskarên malpera KurdistanAzad Ahmed Polad wekî axaftvan beşdarî panela bûn. Panel ji bo bîranîna fermandarên komunîst Ahmet Şoreş û Fırat Newal ku di dîroka 3ê Çileya 2023an de dema ku ji bo sosyalîzmê têkoşin dikirin nemir bûn, hate li dar xistin
Ahmed Polad li ser pêwîstiya şoreşê di civaka kapîtalîst û dîroka çîna karkeran û civakan de axivî. Ahmed Polad diyar kir ku sosyalîzm bêyî hilweşandina tevahî ya pergala kapîtalîzm nayê avakirin û rave kir ku hilbirîn û jiyan çawa di bin desthilatdariya çîna karkeran de dikare were civakî kirin.
Fadya Sîdo bal kişand ser fikra xeta welatparêzên sosyalîst û gavên ji bo avakirina sosyalîzm ên ku di bernameya TKŞê de hatine destnîşan kirin û girîngiya têkoşîna azadîya jinan. Fadya Sîdo her wiha li ser rola jinan di avakirina sosyalîzmê û feraseta desthilatdarîya dubend a di sosyalîzmê da nîqaş kir.



Tevgera Komunîst a Şoreşger Berxwedan Jîyan e