Gelên me bi yekîtî û berxwedanê wê bi ser bikevin; “Ji Rojava ra statu, ji Sûrîyê ra demokrasî”

Çeteyên El Colanî, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefîyê, bi berxwedana bi hêz a gelê me ra rû bi rû man.

Çeteyan, bi rojan e taxên me dorpêç kirine. Bi piştgirîya dewleta mêtingehkar a Tirk, leşker û çekên xwe li herêmê kom kirine. Û di êvara 6ê Cotmehê da hewl dan ku bikevin taxên me.

Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûrîyê ve, gelê me yê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefîyê yê ku bi rawestana rêxistinbûyî û berxwedana çekdarî li ser lingan ma, bersiva ku heqê çeteyan bû da. Gelê me, li hember çeteyên ku bi tank û wesayîtên zirxî hewl dan bikevin nav taxên wan, berxwedaneka bi hêz nîşan da. Û gelê me careka din nîşanî hemû gelên Sûrîyê da ku geleka rêxistinbûyî nayê têkbirin.

Çeteyên ku li ser gelê me fişek reşandin, bi topên hawanê taxên me bombebaran kirin, neçar man ku paşve vekişin. Di vê berxwedanê da şehîdên me çêbûn, bi dehan mirovên me birîndar bûn. Em ji malbatên ku nêzîkên xwe winda kirin ra sersaxîyê, ji hevalên birîndar ra jî şîfayê dixwazin. Em dizanin ku azadî bedêl dixwaze. Bi vê berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefîyê ya ku bedêl dixwaze, serê hemû gelê me yê welatparêz bilind e. Em wan silav dikin û soz didin ku di berxwedana wan da em ê wan tu carî tenê nehêlin.

Îro di heman demê da, salvegera êrîşa dagirkerîyê ya dewleta faşîst a Tirk a li ser bajarên me Serêkanîyê û Girê Spî ye. Di vê êrîşa dagirkerîyê da, bi sed hezaran mirovên me neçar man ku axa xwe biterkînin, bi sedan şehîd û birîndar çêbûn. Dagirker ketin axa me. Malên gelê me talan kirin. Milk û malên wan desteser kirin. Bi sed hezaran mirov neçarî jîyana koçberîyê kirin. Lê belê, berxwedana gelê me îradeya wî û hêvîya vegerê qet neşkand. Serêkanîyê, Efrîn û Girê Spî yên me ne. Û rojekê, bi berxwedana me ya rûmetdar, em ê vegerin axa xwe.

Çeteyên HTŞê yên El Colanî ku li Şamê desthilatî girtine, li Sûrîyê dîktatorîyeka nû ava dikin. Nasnameyên neteweyî û bawerîyên cuda yên gelên me qebûl nakin. Mafên jinan înkar dikin. Çeteyên HTŞê ziman, nasname û îradeya me nas nakin. Bi hêzên emperyalîst û dewletên dagirker ên herêmê ra, hewl didin dewleteka yekperest a Sûrîyê ava bikin. Qaşo bi hilbijartinê, destûra ku ji alîyê çeteyan ve hatîye amadekirin li ser hemû gelan ferz dikin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, me bi hev ra jîyaneka demokratîk, gelêrî û li ser azadîya jinan bingeha xwe girtîye, ava kir. Gelên me bi dest dana hev, xwedî hêza demokratîkirina Sûrîyê û çareserkirina hemû pirsgirêkan in. Em ne mecbûrî vê rejîma zordest in. Ne destûra wan, ne hilbijartinên wan, ne jî desthilatîya wan a cîhadîst em ê tu carî qebûl nekin.

Em ê bi hêza ku me ji berxwedana Serêkanîyê girtîye, berxwedana xwe bidomînin. Em “Ji Rojava ra statu, ji Sûrîyê ra demokrasî” dixwazin. Em bang li hemû gelên xwe, bi taybetî Kurd, Ereb, Elewî û Dûrzî dikin ku ji bo avakirina yekîtîyeka wekhev, azad û dilxwaz, berxwedanê xurt bikin. Li hember dagirkeran, mêtingehkaran û zilamperestîyê em ê bêjin “Em Hene”. Ruhê berxwedanê ya ku li Tişrînê, li Sûweydayê, li Şêxmeqsûdê derketîye holê, wê hemû gelên Sûrîyê azad bike.

Bijî wekhevîya gelan

Bijî şoreşa me ya jinan a Rojava

Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ)