JKŞ Konferansa Xwe Ya Yekemin Pêk Anî

HESEKÊ

Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ), ku li Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe birêxistin dikin, bi dirûşma “Ji bo parastina destkeftiyên şoreşa jinê em rêxistinbûna xwe mezin dikin” yekemîn konferansa xwe li Hesekê li dar xist.

Konferans bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Axaftina vekirinê ji aliyê berdevka JKŞê Fadya Sîdo ve hate kirin. Sîdo di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya parastina destkeftiyên şoreşa jinê û wiha got: “Ji bo parastina destkeftiyên şoreşa jinê em hene. Ji bo parastina sîstema hevserokatiyê û rêxistinên me yên xweser em hene. Li dijî polîtîkayên dijminê jinê yên HTŞê em hene.”

“Me digot qey wê bibe wekî Helebçeyê”

Di konferansê de piştî nirxandina rewşa siyasî, jinên Elewî yên ji herêma peravê ya Sûriyê bi zorê koçber kirin, û her wiha jinên koçber ên ji Serêkaniyê û Efrînê serpêhatiyên xwe parvekirin.

Koçbera ji Efrînê, Hiva Efrîn wiha got: “Ez jî ji Efrînê me, 58 rojan me li hemberî her tiştî berxwedan kir. Dema rêveberiyê got divê em derkevin, em wisa ji Efrînê derketin. Em li Şehbayê bi salan man. Me revandin, tecawiz û êşkence dîtin. Lê em ê ne axa xwe ne jî şehîdên xwe bi tenê bihêlin. Em ê vegerin Efrînê.”

Emel El Îbrahîm, koçbera ji Serêkaniyê jî got: “Ez hê jî li kampê dimînim. Bi zarokên xwe re me gelek zehmetî kişand, lê ne ji Erdogan ne jî ji balafirên wî em natirsin. Em ê bi ser bikevin.”

Jineke din a ji Efrînê, Nadya El Mihemed, wiha axivî: “Me bi zorê ji Efrînê derxistin. Piştî 5-6 salên li Til Rifatê, em neçar man ji wir jî derkevin. Bi zehmetî me xwe gihand Qamişloyê. Di rê de çeteyan em dorpêç kirin, me digot qey wê me hemûyan bikujin, wekî Helebçeyê bibe. Di kêliya dawî de QSD-YPJê rê vekir û em rizgar kirin. Îro em li vir in.”

Jinên Elewî serpêhatiyên xwe vegotin

Jinên Elewî yên ji herêma perava Sûriyê hatine, xemgîniya xwe ji ewlehiya malbatên xwe yên li wê derê mane anîn ziman.

N.A., jineka Elewî ji Banyasê ye,wiha got: “Ez li Banyasê di warê tenduristiyê de dixebitîm, bûm şahidê kuştina hevalên xwe yên doktor. Ji ber ku me çarşef li xwe nekir, her roj em rastî tundiyê hatin, di bin xetereya tacîz û tecawizê de dijiyan.

Xwendekara zanîngehê D.Y. jî wiha axivî: “Beşdarbûna vê konferansê ji bo min rûmeteke. Me li hemberî êrişên HTŞê nikarîbû li ber xwe bidin û em hatin herêma Rêveberîya Xweser. Min li peravê li zanîngehê dixwend, lê wan bi zorê xwest em çarşefê li xwe bikin. Me ev yek qebûl nekir, loma me fêm kir ku em nikarin li wir bijîn. Niha ez li vir bextewar im.”

Jinên ciwan: “Ji bilî parastina şoreşa me ti rêyeke din nîne”

Ekin Îsyan, ku li ser navê CKŞ-Jin axivî, got: “Em jinên ciwan konferansa JKŞê silav dikin. Ji bo parastina destkeftiyên şoreşa jinê, parastina şoreşa xwe û xwe ji bilî mezinkirina rêxistinbûna me, tu rêyeka me ya din nîne.”

Jinên di konferansê de, bangî mezinkirina piştgiriyê bi jinên Elewî û Dûrzî yên ku rastî êrişên HTŞ û çeteyan hatine, û her wiha bi jinên Efrînî, Serêkaniyê û Girê Spî yên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçarî koçberiyê bûne, kirin. Her wiha jinên li herêma peravê ku li hemberî xetereya qirkirinê berxwedanê didin, bi taybetî hatin silavkirin.

Heyama nû: Meclîsa Giştî hate avakirin

Konferans bi nîşandana sînevîzyonê berdewam kir. Piştî xwendina rapora çalakiyên serdema berê, Ekin Îsyan li ser navê dîwanê di bin sernavê “Rêxistin û Sîstemên Rêxistinê” de pêşkêşiyek kir.

Di vê rûniştinê de delegeyan li ser girîngiya sîstemên rêxistinê û bihêzkirina piştgiriyê nêrînên xwe parve kirin.

Di beşa nîqaşkirina pêşniyarên ji bo serdema nû de, biryar hate girtin ku Meclîsa Giştî ya JKŞê bê avakirin. Di meclîsê de hejmareka diyarkirî ya delegeyên ji her bajarî cih girtin. Di nav delegeyan de jinên ji Serêkaniyê, Efrînê û jinên Elewî yên ji herêma peravê ya Sûriyê jî hebûn.

Konferans piştî hilbijartinên meclîsê, bi govend û dirûşman bi dawî bû.