Konferansa 1emîn a TKŞê; Gaveka bi hêz a bi armanca “Ji Rojava ra Statû, Ji Sûrîyê ra Demokrasî” hatîye avêtin

Şoreşa me ya jinan a Rojava 13emîn Salvegera xwe da ye, komunîstên şoreşger ên Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê ji bo ku têkoşîna xwe bighînin asteka nû, Konferansa xwe ya 1emîn lidar xistin.

Konferansa 1emîn a Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ), bi taybetî ji malbatên şehîdan û gazîyên me ra, ji hemû dostan ra, ji karker, kedkar, jin û hemû bindestên ji netewe û bawerîyên cuda yên li axa şoreşê dijîn, pîroz be!

Konferansa me ya TKŞ ya 1emîn di 31ê Cotmehê da li Salona Dîcleyê ya li Hesekê, bi beşdarîya nêzîkî 300 delegeyên ji Qamişlo, Hesekê, Kobanê, Dêrik, Tirbêspîyê, Til Temir, Til Berak û Reqa hate lidarxistin. Di konferansa me da, bi taybetî gelên Kurd û Ereb, hemû gelên li herêmê dijîn xwe temsîl kirin; Alevîyên ku li herêma peravê ya Sûrîyeyê rastî êrîşên qirkirinê yên çeteyên HTŞ hatin jî cihê xwe girtin.

Hevalên ku li berxwedanên Şengal, Kobanê, Efrîn, Serêkanîyê û Tişrîn-Karakozak cih girtin, ji bo parastina Şoreşa Rojavayê li hemû enîyên şer ji Til Koçer heta operasyona herî dawî ya Dêrazorê li dijî DAÎŞê û çeteyên din şer kirin, di konferansa me da amade bûn.

Me ev konferans bi armanca mezinkirina rêxistinbûna xwe, parastina Şoreşa Rojava û bi xeta welatparêzîya sosyalîst ber bi serkeftina sosyalîzmê ve gavên xurt biavêjin, lidar xist.

Konferansa me piştî hemleya “Xwe Birêxistin bike, Xwe Biparêze” ya ku di dawîya Tebaxê da dest pê kir û bi tempoyek serkeftî li hemû bajaran bi bi wesfek xurt derket holê, hate lidarxistin. Di vê çarçoveyê da, em spasîya hemû hevrêyên ku ji bo lidarxistina konferansê kedeka mezin dan, weke deynekê dizanin.

Em dixwazin careka din hemû hevrêyên ku bi xeyala vê konferansê bi çar destan bi erkên xwe yên şoreşgerî ve girêdayî bûn û li ser erkên xwe şehîd ketin bi bîr bînin; di meha Mijdarê ya Şehîdan da soza dilsozîya bi bîranîna wan ra dubare bikin. Em bi hurmet û minet hevrêyên me Baran Serhat ê Fermandarê Sor ku di damezrandina TKŞê da roleka girîng lîst, Zilan Destan, Ferhat Erebo, Metîn Dîcle, Ehmed Şoreş, Yılmaz Behrareş û Boutros Beşîr ên ku kedeka mezin dan ji bo ku têkoşîna ji bo komunîzmê li axa Şoreşa Rojava bibe bigoşt û hestî, bi bîr tînin. Em konferansa xwe ya 1emîn dîyarîya helwesta wan a bi îrade, fedakarî, zelalîya îdeolojîk, hêza wan a bê dawî û bîranînên wan yên şoreşgerî dikin.

Konferansa me di çar rûniştinên bi navên “Rewşa Sîyasî û Rêça Pêşveçûnan”, “Rapora Xebatên TKŞê û Nirxandin”, “Guhartinên di Bernameyê de” û “Armancên Rêxistinî û Hilbijartina Meclîsa Giştî” da hate lidarxistin.

Piştî rawestandina rêzgirtinê û erkdarkirina dîwanê, pêşandana sînevîzyonê ya ku kurteya xebatên ji damezrandina TKŞê heta niha kirî, hate nîşandan. Paşê bi dorê derbasî rûniştinan bûn. Rûniştinên ku delegeyên me li ser pêşveçûnên sîyasî û çalakîyên me nîqaş kirin, perspektîfên ku rêça çalakîyên me yên dahatû nîşan didin jî afirandin.

Ji vir ve, em komunîstên Rojavayî di van rojan da ku nêzîkî sala 2026an dibin; dê têkoşîna li dijî çeteyên HTŞ û Colanî yên ku bi hevkarîya bi emperyalîstan ra li axa Sûrîyeyê dixwazin dîktatorîyeke burjuva ya nû ava bikin, mezin bikin.

Em dê li dijî planên çeteya cihadîst, selefî, dijminê jin û îslama sîyasî HTŞê yên ji bo tasfîyekirina Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê berxwedan bikin. Em ê heta dawî parastina şoreşa jinan a Rojava û hemû destkeftîyên xwe bikin.

Em ê û hemû destkeftîyên şoreşgerî û di hemû waran da temsîlîyeta wekhev a jinan, qanûnên jinan ên bi Peymana Civakî ya Rêveberîya Xweser ra hatine bidest xistin di her şert û mercî da biparêzin. Em dê xebatên xwe yên ji bo rûbirûbûna bi zilamtîya civakî ra bidomînin, li dijî hemû helwestên paşverû yên ku dixwazin jin bike kole bisekinin.

Em ê bi hemû hêza xwe ji bo ku yekitîya wekhev, azad û bi dilê xwe ya di bin banê Rêveberîya Xweser da ava bûye li hemû Sûrîyeyê belav bibe, ji bo nasîna statuya Rojava, ji bo avakirina Sûrîyeka demokratîk û ji bo rêxistinkirina hemû bindestên ji netewe û bawerîyên cuda yên li Rojava û Sûrîyeyê di bin alaya şoreşê da bixebitin.

Em ê li dijî êrîşên li ser axa şoreşê, li dijî hemû planên qirêj yên ku dixwazin di nav gelan da dijminatî biafirînin û îstiqrara li axa Rêveberîya Xweser xera bikin, bi gelên xwe ra mil bi mil bisekinin. Em biryardar in ku yekitîya gelên Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî, Tirkmen, Keldanî, Êzidî, Sunnî, Elewî, Xiristîyan ku destkeftîyeke stratejîk a Şoreşa Rojavayê ye, biparêzin û mezin bikin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo avakirina yekitîya karker û kedkarên ji hemû netewe û bawerîyan mezin bikin û xwe rêxistin bikin.

Ji bo parastina bajar û hemû sînorên me yên li hemberî gef û êrîşên dagirkerîyê, em ê her cûre xebatê bikin da ku artêşa şoreşger a ku şev û roj çek di dest da li nobetê ye, xurtir bikin. Em ê hişmendîya xweparastin û welatparêzîyê ya gelê xwe xurt bikin. Tîmên me yên xweparastinê heke pêwîst be wê bi Hêzên Parastina Cewherî (HPC) ra kolan bi kolan bajarên xwe biparêzin.

Weke Tevgera Komunîst a Şoreşger, em xeyala cîhaneka nû ya ku milkê taybet cihê xwe dide milkê gelemperî; amûrên hilberînê yên di destê çend dewlemendan da têne civakîkirin; hemû îmkanên civakî di nav hemû endamên civakê da bi wekhevî têne parvekirin û îstîsmara kedê, lê tune ye dikin. Em ê vê pergala sosyalîst ava bikin.

Weke Tevgera Komunîst a Şoreşger, em ê ji bo jîyaneka wekhev û azad têbikoşin. Bi taybetî hevrêyên mêr ên di nava refên me da ne, em dê ji bo rûbirûbûna bi zilamtîya civakî ra û ji bo veguherîna mêr bi cesaret û biryar bin. Ji bo jinên ku têne înkarkirin, qetilkirin, revandin û li bazarên koleyan têne firotin, dibin koleyên seksê û tê xwestin hemû destkeftîyên wan tune bikin, em xeyala cîhaneka azad dikin. Em ê vê pergala sosyalîst a li ser wekhevîya zayendî ava bikin.

Weke Tevgera Komunîst a Şoreşger, ji bo ciwanên ku bê perwerde tên hiştin, bi hişbir, çetebûn, lîstikên qûmarê û rêbazên şerê taybet têne jehrîkirin, em xeyala pêşerojeke afirîner, azad û pêşengîya civakê dikin. Em ê vê pergala sosyalîst bi destên ciwanên xwe ava bikin.

Weke Tevgera Komunîst a Şoreşger, em xeyala cîhaneke ku li ser yekitîya wekhev, azad û bi dilê xwe ya hemû civakên netewe û bawerîyê û li ser wekhevîya tam a mafan a ji bo hemû gelan ava dibe, dikin. Gelekî çekdar û artêşbûyî tu hêz nikare têk bibe. Bi berxwedana biryardar a gelên me em ê vê pergala sosyalîst ava bikin.

Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) ya ku di dawîya sala 2019an da hate damezrandin, pêkhateya komunîst a şoreşa Rojava ye. Di vê cîhana kapîtalîst da ku dewlemend her roj dewlemendîya xwe zêdetir dikin, ji her kesî zêdetir kedkar û xizan hewcedarî şoreşê ne. Em ê bi armanca avakirina sosyalîzmê li axa şoreşê xebatên xwe mezin bikin.

Şoreş edalet e. Şoreş wekhevî ye. Şoreş azadî ye. Bi xwîna xwe, bi canê xwe, bi ked û bi gotina “Hêz xeyalê diçe desthilatdarîyê!” em di rabirdûya vê şoreşê da hebûn. Îro jî hene. Em ê di pêşerojê da jî hebin!

Bijî şoreşa jinan a Rojava!

Bijî Sosyalîzm!