manşet

Gelê Xazeyê ji birçîtîyê can didin. Ji bo parvekirina birçîtîya Filistînê em di greva birçîbûnê da ne

Komunîstên Rojavayî ji bo piştgiriya gelê Filistînî yê ku ji ber dorpêça dewleta Îsraîlê ya li ser Gazzêyê (Xezzeyê) mehkûmî birçîbûnê maye, dest bi greva birçîbûnê ya rojekê kirin. Gelê Xazeyê ji birçîtîyê can didin. Ji bo parvekirina birçîtîya Filistînê em di greva birçîbûnê da ne Hêzên emperyalîst û dewletên mêtingehkar, li Rojhilata Navîn şer kirin domdar. Ji gelên xizan ên herêmê ra, tenê şer, mirin, birçîbûn û koletî tê …

Read More »

Em ê Xeyalên 33 Şehîdên Pirsûsê di Şoreşa Rojava da bidin jîyîn

Berî 10 salan, ciwanên sosyalîst ên şoreşger ji Tirkîye û Bakurê Kurdistanê ji bo li Kobanê avakirina Şoreşa Rojava dest bi rêwîtîyê kirin. Berî wan, hevalên wan ji bo berxwedana Kobanê hatibûn Rojava, şer kiribûn û şehîd ketibûn. Şêhîdên Pirsûsê jî ji bo berdewamkirina têkoşîna wan ketin tevgerê. Bi dirûşmeya “Me bi hev ra parast, em ê bi hev ra ava bikin” hemleyek dan detpê kirin. Wan plan kirin ku …

Read More »

Em ji bo ku şoreşa xwe ya 19ê Tîrmehê li hemû Sûrîyeyê belav bikin têkoşînê mezin bikin

Komunîstên Rojavayî, berîya salvegera 13emîn a Şoreşa Rojava li Qada Şehîdan a Qamişlo daxuyanî dan. Ronî Qamîşlo li ser navê TKŞ’ê daxuyaniyek da û wilo got: Em ji bo ku şoreşa xwe ya 19ê Tîrmehê li hemû Sûrîyeyê belav bikin têkoşînê mezin bikin Şoreşa me ya Rojava ku di 19ê Tîrmeha 2012an da dest pê kir, 13 salên tijî fedakarî û qehremanî li dû xwe hişt. Em wekî komunîstên Rojava/Bakur û …

Read More »

Em ji bo wekhevîya tam a mafên gelan berxwedanê mezin bikin

Îro, 25ê Hezîrana 2025an e. Dehemîn salvegera komkujiya ku çeteyên faşîst ên DAIŞê li bajarê berxwedanê, li Kobanê pêk anî ye. 233 kesên medenî ji Kobanê hatin qetilkirin û pişt ra 60 şervanên şoreşê şehîd ketin. Em kesên di vê êrîşê da jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û careka din ji nêzîkên wan ra sersaxiyê dixwazin. Çeteyên DAIŞê, ev êrîş bi alîkariya dewleta Tirk a faşîst pêk …

Read More »

Em ji bo mafên kolektîf ên netewa Kurd têkoşîn bikin, rêxistin bibin!

Komunîstên Rojavayî, li dijî paşverû destûrê ya Şamê û helwesta deshilatdarîya HTŞê li ser daxwazên Rêveberiya Xweser şermezar kir. Em ji bo mafên kolektîf ên netewa Kurd têkoşîn bikin, rêxistin bibin! Dewletên emperyalîst, hewil didin HTŞ ya ku li Şamê li ser kursîyê desthilatdarîyê dane rûniştandin, rewa bikin. Ji alîyekî ve gef li çeteya HTŞê dixwin da ku wî ji desthilatdarîyê bixin, ji alîyekê ve jî wê bi hevdîtinên navnetewî …

Read More »

Zimanê me jîyana me ye, nasnameya me ye, hebûna me ye

Komunîstên Rojavayî bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li bajarên Kobanê, Hesekê û Qamişlo daxuyaniyên dan. Zimanê me jîyana me ye, nasnameya me ye, hebûna me ye Cejna me ya zimanê Kurdî, ji gelê me yê her çar parçê Kurdistanê ra pîroz be. 15ê Gulanê; Salvegera derketina kovara Hawarê ya yekem e ku di sala 1932an da li Şamê di bin serokatîya Celadet Alî Bedirxan da hatibû çapkirin. Kovara …

Read More »