Çavên hemû cîhanê li ser Rojhilata Navîn in. Hêzên emperyalîst û dewletên herêmî yên mêtingehkar stratejiyeke şer dimeşînin ku sînorên Rojhilata Navîn ji nû ve biguhere û hêzên berxweder a çekdarî yên ku ax û gelên xwe li Rojhilata Navîn diparêzin, bitepisînin û ji holê rakin. Planên şer ên bi şîddeta cûda cûda li Kurdistan û Filistînê, her wiha li Sûriye, Lubnan, Iraq û Îranê têne bicîhanîn.
Xaka Sûriyeyê careke din ji şer û wêraniyê re hatiye hiştin. Dewleta Tirk a mêtingehkar, digel çeteyên selefîst ên cîhadîst HTŞ û DAIŞê, hewl da ku planeke qirkirinê bicîh bîne da ku şoreşa me ya jinê Rojava hilweşîne. Hêzên emperyalîstan, di serî de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), êrîşa qirkirinê ya li dijî gelê Kurd erê kirin. Hemû sazîyên navneteweyî çavên xwe ji tiştê ku diqewimî girtin.
Ji Şêx Meqsûdê heta herêmen Dêr Hafir, Tebqa, Reqa û Dêra Zorê li pey hev hatin hedefgirtin û dagirkirin. Çeteyên HTŞ neteweperestiya Ereb geş kirin û li dijî gelê Kurd propagandayên reşkirinê yên dijminane pêk anîn. Hin eşîrên Ereb, ku ji hêla Erebistana Siûdî ve tên fînansekirin, li kêleka çeteyên li Şamê bûn û di êrîşên çeteyên li dijî şoreşa jinê de hevkariyê kirin. Li bajar û navçeyên ku nifûsa gelê Ereb a mezin lê heye, erîşên li dijî saziyên Rêveberiya Xweser hatin kirin.
Dagirkeran armanc kirin ku itifaqa gelên Kurd-Ereb a ku bingeha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî, hilweşînin. Û wan şerekî paşverû di navbera gelan de gur kirin. Bajarê me Kobanê di bin dorpêçeke dijwar de man. Li herêma Cizirê eniyeke şer hate avakirin û êrîş li xetêke berfireh belav bûn. Êrîşên dagirkeran bi rojan şev û roj berdevam kir. Gelê me bi taybetî jin û ciwanan, li dijî êrîşên berxwedaneke bi biryardarî nîşan dan û nehişt ku van çeteyan bikevin axa Rojava. Dirûşmeya “Yan jiyaneke azad û wekhev yan jî şehadeteke bi rûmet” berxwedana me rêve bir.
Di êrîşên çeteyan de bi sedan kes hatin kuştin. Bi sed hezaran kes neçar man ku ji malên xwe derkevin. Jin li bazaran hatin firotin, tecawiz hatin kirin û cenazeyên jinên ji balkonan hatin avêtin. Mirovên me yên ku ketin destê çeteyan li kolanan hatin înfazkirin. Mal û dikanên gelê me hatin talankirin. Bi sedan şervanên ku axa Rêveberiya Xweser diparastin şehîd bûn û bi hezaran jî birîndar bûn. Gelek ji gelê me hîn jî winda ne, têkiliya wan winda bûye, an jî çarenûsa wan nayê zanîn.
Pêwendîyên ku gelên me ji bo jîyana hevpar ava kirine, di bin êrîşa mêtingehkar û çeteyên selefî-cîhadîst da di serdemeke zehmet ra derbas dibin. Çeteyên HTŞê jî bi cesareta ku ji emperyalîst û mêtingehkaran digirin, êrîşên qirkirinê li dijî Elewî, Dûrzî, Xiristîyan û Kurdan dan destpêkirin. Bi zora çekan dixwazin serwerîya xwe bidin qebûlkirin. Çeteyên HTŞê yên ku bi wezîrên dewleta Tirk ra koordîne tevdigerin, ji bo Sûrîyeyeke yekperest, dijminê jinan û cîhadîst, dixwazin şoreşa Rojava ji holê rakin.
Gel û baweriyên bindest ên li herêmê dijîn li dijî çeteyên HTŞ’ê, ku piştgiriya dewletên emperyalîst û mêtingehkar digirtin, berxwedaneke mezin nîşan dan. Hêza berxwedanê ya ku ji aliyê gelê me yê Kurd ku çekdaribûn ve hate destpêkirin, çeteyan rawestand. Tabûrên jinan û tabûrên gel hatin avakirin. Berxwedana me û nobedariyên me ji bo parastina bajarên me berdewam dikin. Em agirê berxwedanê li eniyên pêş û li kolanên bajarên xwe didomînin.
Ji bo banga hawar ku ji axa şoreşa Rojava bilind bû; bi mîlyonan kesan piştgiriya xwe nîşan dane, di serî de li çar perçeyên Kurdistan û Ewropayê. Gelê me ya Kurd a welatparêz bi rojanê li kolanan ji bo Rojava têdikoşinin. Ciwanên Başûrê Kurdistanê bi hilgirtina çekan û bi ruhekî berxwedana fedaî ber bi eniyên şer ên Rojava ve bazdan û banga seferberiyê bersiv dan. Em Ehmed Hemîn ku ji bajarê Kerkûkê hat û ji bo parastina gelê Rojava canê xwe da, bi rêzdarî bi bîr tînin. Em sersaxiyê ji malbata wî û hemû gelê Kurd re dixwazin. Em bawer dikin ku rojekê her çar perçeyên Kurdistanê bi rihê berxwedanê yê ku Ehmed Hemîn temsîl dike, dê azadiya xwe bi dest bixin. Em ji bo vê yekê têdikoşin.
Gelê me li Bakurê Kurdistanê bi taybetî jinan, ji bo parastina şoreşa Rojava meşiya ser sînoran. Em cesaret, biryardarî û xwedîderketina gelê xwe silav dikin. Divê em vê tevgera hevgirtinê bêtir xurt bikin ku planên tasfiye û qirkirinê yên li ser Rojava pûç bikin.
Bi sedan kesên li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ku hevgirtina xwe ya bi Rojava re zêde dikirin, hatin binçavkirin. Di demên dawî de, sosyalîstên ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ku ji bo Rojava daketin kolanan, bûn hedefa terora dewleta Tirk a faşist. Sazî, mal û avahiyên partiyan hatin serdegirtin û talankirin. Em berxwedana sosyalîstên şoreşger ku serbilindiya berxwedana li dijî faşîzmê ne, silav dikin û em hevgirtina xwe ya li dijî van êrîşên girtinê dişînin. Em ê tu carî hevreyên xwe yên ku di rojên herî dijwar de li kêleka me bûn, tenê nehêlin.
Di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û rejîma Şamê de agirbest hatiye îmzekirin. Her wiha li ser peymaneke entegrasyonê jî li hev hatiye kirin. Nayê zanîn ka ev peyman, ku rê li ber çeteyên HTŞê digire ku bikevin axa Rojava, dê daîmî be an na. Dorpêçkirina bajarê me Kobanê berdewam dike. Rejîma Şamê daxuyaniyên li dijî destkeftiyên şoreşa me dide. Bi eşkere radigihînin ku siyasetek dimeşînin ku armanca wan hilweşandina Rêveberiya Xweser û destkeftiyên şoreşa me ye.
Plana li ser masê li ser tasfîyeyê hatîye avakirin. Planên êrîşê berfireh û mezin in. Lê ji bo bêhêvîtîyê cih tune. Rast e, rojên zehmet li pêşîya me ne. Lê dîroka şoreşa Rojava li ser berxwedanên qehremanî ava bûye. Şoreşa Rojava li ser fedayîtîya bi hezaran şehîdan, mîna hevreyên Denîz û Ziyad ku sembolên berxwedana Şêx Meqsûd bûn, hatîye avakirin. Me bi ruhê Kobanê û Tişrînê gelek caran mafê hebûna xwe bi dest xistîye. Em ê bi bawerîya xwe ya bi hêza xwe, gelê xwe û rêxistinbûna xwe şer bikin, berxwedan bikin û dîsa bi ser bikevin. Bawerîya me bi vê yekê tam e. Gelên me, bi têkoşîneke qehremanî wê xwedî li qadên jîyanê û pergala Rêveberîya Xweser derkevin. Bi van ramanan careke din dibêjin “Bijî şoreşa me ya Rojava”, “Bijî berxwedana QSD/YPJ”.
Em ê tu carî teslîmî zihniyeta cîhadîst û êrîşên HTŞê nebin û em ê berxwedanê xwe mezin bikin. Em xizanan, karkeran, kedkaran, cotkaran û jinan, divê herî zêde destkeftiyên şoreşa Rojava biparêzin. Bi mîlyonan mirovên xizan herî zêde hewcedarê vê şoreşê ne. Li dijî pergala kapîtalîst ku tê de mirovek keda miroveke din dixwe u istismar dike, şoreşa Rojava dê deriyê me yê ber bi sosyalîzmê ve be.
Me hemûyan êrîşên çeteyên ku dijminê jinan e li herêmên ku hatin dagir kirine, dîtine. Divê jinan azadiya xwe li dijî van çeteyan biparêzin. Divê em ê têkoşîna xwe ji bo parastina destkeftiyên şoreşê xurt bikin.
Em ê têkoşîna xwe ji bo Sûriyeke demokratîk bidomînin ku hemû mirovên ji netew û baweriyên cuda yên li Sûriyeyê dijîn xwedî mafên wekhev bin. Ji ber vê yekê, me dev ji mevziyan xwe bernedayin. Em ê tu carî ji bo azadû û mafên xwe yê jiyanê dev ji wan bernedin.
Wekî Komunîstên Rojavayî em ê ji bo parastina axa Rojava beşek ji vê berxwedana dîrokî bûn. Piştî vê jî, em ê tu carî teslîm nebin, em ê tu carî serê xwe netewînin. Em weke welatparêzên sosyalîst ên van axan; berî her tiştî em ê izin nedin di navbera gelen me yên Ereb û Kurd da careke din tovên nefretê werin çandin. Em ê destkeftiyên jinan biparêzin. Em ê helwesta rêxistinbûyî ya karker û kedkarên ji her neteweyê û jinan li dijî dijminê dagirker bihêztir bikin. Em ê planên dewleta mêtingehkar a Tirk û çeteyên HTŞê têk bibin.
Em bang li gelê xwe yê Kurd û bi rastî jî li hemû gelên bindest ên herêma me û cîhanê dikin ku hevgirtina xwe bi Rojava re xurt bikin.
Bijî berxwedana me ya Rojava!
Jin Jîyan Azadî
Bijî hevgirtina gelan!
Bijî sosyalîzm!
Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) / Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ)
Tevgera Komunîst a Şoreşger Berxwedan Jîyan e