JI BO KURDİSTANA AZAD, BIJÎ NEWROZ

Em Newroza 2026’an, di dema ku şoreşa xwe diparêzin de, bi hêzeke mezin a têkoşînê pêşwazî dikin. Dehaqên berî bi hezaran salan, îro di şexsê çeteyên Şamê de yên ku bi dewleta tirk a dagirker re hevkariyê dikin, li hemberî me ne. Ew piştgiriya dewletên emperyalist û Îsraîla siyonîst digirin. Li dijî şoreşa me ya Rojava û destkeftiyên jinan êrîşeke mezin heye. Gelê me tevî şervanên şoreşê, her kolanek kirin çeper û agirê berxwedanê yê Kawayan geş kirin. Wan peyama “Heta ku Dehaq neqedin, Kawa jî naqedin” dan. Hêza gelê rêxistinkirî û berxwedêr nîşanî hemû cîhanê dan.

Newroz ji bo me ne tenê rojek e. Newroz, ger hewce be her roj berdêldayîna ye ji bo jiyaneke azad e. Dijmin bi şerê dawî re careke din ruhê me yê têkoşînê fêm kir.

Şoreşa me ya Rojava bi pêşengiya jinan dest pê kir û bi xwîna hezaran şehîdan gihîştiye vê rojê. Şervana YPJ’ê Deniz Çiya ya ku ala şehîd Silava û Sarya hildigirt, dema ku axa şoreşa jinê diparast nemir bû. Agirê berxwedanê yê Newrozê li hemû çeperan hat mezinkirin. Ji Şêxmeqsûdê heta eniyên Kobanê û Hesekê, têkoşîna me ya ji bo azadiyê berdewam kir.

Tecrubeyên şoreşa Rojava, îro li Rojhilatê Kurdistanê bi serhildana gelê me berdewam dikin. Li dijî rejîma melayên Îranê a faşîst, partiyên kurd bûn yek û amadekariyên şoreşê Rojhilatê mezin dikin. Gelê me ya Rojhilatê ferzkirinên DYA û Îsraîlê hatin redkirin. Rojhilat bi vîna gelê me ber bi şoreşeke nû ve diçe.

Newroza îsal, di riya yekîtiya çar parçeyên Kurdistanê û azadiya welatê me de wê bibe werçerxeke pir girîng e. Kawayên îroyê dibêjin; serkeftin bêyî şerkirin nayê qezenckirin. Azadîya gel bêyî berdêl nayê parastin.

Newroz; roja sembol a têkoşîna me ya azadiyê ye. Em ê li ber dijmin serê  xwe netewînin. Em ê her dem ji dagirkeran re bibêjin “raweste”. Em ê xwedî li şehîdên xwe derkevin. Em ê axa şoreşa Rojava kolan bi kolan biparêzin.

Bijî Newroz

Bijî Sosyalizm

Bijî Kurdistana Azad

Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ)