Şeş roj dewleta Tirk û çeteyên HTŞ’ê bi hovane êrîşî taxên Şex Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zed ên Helebê kirin. Gelê me û hêzên me yên Ewlekariya Hindirîn bi berxwedaneke qehremanî axa me parastin. Warisên Arîn Mîrkan û Sarya Ozgûr, pêşengên têkoşîna me ya azadiya jinan, li Helebê bi çalakiyên fedayiyan bersivê dan çeteyan.
Dîroka fedayiyan li Helebê di bin peşengtiya Feraşîn, Denîz û Rojbînê de berdewam bike. Ev şervanên ku dîrokê nivîsandin, bê dudilî ji bo jiyaneke azad û bi rûmet canê xwe feda kirin. Çeteyên cîhadîst, dijminên gel û jinan, hewl dan ku bi avêtina cenazeyên şervanên jin ji balkonan tirsê bixin nav jinan. Sempatîzanên çeteyan hewl dan bi parvekirina wêneyên kevin ên li ser înternetê yên Kurdistan Amed, şervaneke YPJê ku di demên berê de ji aliyê çeteyan ve hatiye girtin û ji aliyê YPJê ve hatiye rizgarkirin, îradeya me bişkînin. Di şoreşa Rojava
Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jinên azadîxwaz gelek caran bûn tirs û xof di dilê dijminê xwînxwar de. Rûxmî hemû êrîşên dermirovî jinên tolhildêr tu caran li beramberî hişmendiya desthilatdariyê serî netewandin û er netewînin.
Em wekî Jinên Komunîst ên Şoreşger, li kêleka gelê xwe li Şêx Meqsud Eşrefiye û Benî Zêd radiwestin. Em ê di rêya pêşengên xwe de bimeşin, li her deverê ku em lê ne, bibin fedaî û peşeng.
Hûn nikarin îradeya jinan bişkînin!
Bijî berxwedana me li Şêx Meqsud, Eşrefiyê û Benî Zêd!
Dewleta Tirk dê têk biçe, jinên fedaî bi ser bikevin
Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ)
Tevgera Komunîst a Şoreşger Berxwedan Jîyan e