BI YEKÎTIYA JINAN EM HENÊ

Em li dijî şer, komkujî, windakirin, koçberkirin, xizanî, tundî, tecawiz û tacîzê ne. Em jinên ku li hemberî van hemûyan serî natewînin in û bi yekîtiya jinan em henê.

            Em hêza xwe ji dîrokê digirin. Wekî ku em hemû dizanin, 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, roja serhildana jinên karkerên werşe ya li dijî kedxwarî, ne edeletî û ne wekhewi ye. Di vê dîrokê de 129 jinên karker bi şewitînê jiyana xwe ji dest dan, lê dîsa jî koletî qebûl nekirin.

            Ev sal ji bo me jinên Rojava bi şer dest pê kir. Çeteyên dagirker û cîhadîst ên HTŞ’ê, li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi hovîtî êrîşî şoreşa jinê kirin. Şervanên YPJ-YPG’ê di parastina şoreşê de bi fedayî cih girtin. Çeteyên ku hers e wan kêm nebû, xwestin bi avêtina cenazeyê hevala Deniz a endama Asayîşê ya ji balkonê 3, sînoran ji jinan re diyar bikin. Ev têrê nekir.  Ji ber ku Dewleta Tirk bi şandina tûgayên leşkeran, çek û cebilxaneyan, tunekirina şoreşê armanc kir. Heta nêzî gundê Til Baroud a Hesekê û gundewarên Qamişloyê hatin. Tebqa û Reqa girtin. Endamê çeteyê bi navê Yusuf (Rami) El Dehîş, bi vîdyoya ku bi niyeta “xenîmeta şer” parve kirî û tê de dibêje, “Porê hevalê ye, min ji Reqayê aniye; jixwe miriye, lê porê wê saxlem maye”, di rastiyê de îdeolojiya hov a ku temsîl dike teşhîr kir.

            Li Kobanê heta Şêxler û Çelebiyê hatin. Dixwazin tola têkçûna xwe ya dîrokî ya sala 2015’an hildin. Lewra ji wê rojê û vir ve Kobanê ne tenê bajarek e. Kobanê sembola azadiya jinê û berxwedana li dijî faşîzmê ye. Navê têkoşîna dîrokî ya li dijî tariya DAIŞ’ê ye. Cih û warê Sarya Özgüran û Revanan e. Îro ev bajarê sembol, bi çekên giran, bi êrîşên hewayî û bi çeteyan hatiye dorpêçkirin. Ji ber vê yekê, jinên ku li Kobanê li ber xwe didin, ne tenê xaka xwe, rûmeta hemû mirovahiyê diparêzin.

            Ji Dêrikê heta Qamişlo, ji Kobanê heta Hesekê, ji Dirbêsiyê heta Amûdê, ji Çilaxa heta Tirbespiyê, li tevahiya Rojavayê wek jin em di nobetê de bûn. Me tabûrên jinan ava kirin; wek pîr, jin û jinên ciwan me taxên xwe parastin. Yên ku nedikarîn li ser piyan bisekinin, xwarin çêkirin û şandin çepere şer, me cebilxane tijî kirin. Li dijî şerê reşkirinê yê li ser medyaya civakî, em bûn yek û me rûpelên çeteyan da girtin. Em keda xwe dizanin û lê xwedî derdikevin.

            Em wek Jinên Komunîst ên Şoreşger soz didin: Ji bo xurtkirina rêxistiniya xwe, ji bo parastina destkeftiyên jinan, em ê şev û roj bixebitin. Ji bo destkeftiyên ku me di qada siyasî de bi dest xistine bixin nava malan, em ê bi hemû hêza xwe têbikoşin. Em dibînin ku hêza me ji yekîtiya me tê. Ji ber vê yekê, li çar parçeyên Kurdistanê, li Sûriyeyê, di yekîtiya jinên Elewî û Durzî yên ku li dijî zilma çeteyan li ber xwe didin de, Em Henê.

EV 8Ê ADARÊ JI BO JINAN TÊ WATEYA BERXWEDAN U TÊKOŞÎNÊ

            Di 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de em ê li qadan bin. Em ê îsal û piştî vê, derfetên mezinbûna berxwedanê mal bi mal, derî bi derî zêde bikin. Li dijî çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê û Dewleta Tirk a ku wan xwedî dike, em ê qadên xwe biparêzin. Li hemberî qetilkirina jinan, teşhîrkirina bedenên wan, revandina wan û tundiya li ser zarokan, em ê bêdeng nemînin. Em ê xwedî li destkeftiyên jinan derkevin û wan biparêzin. Cîhaneke mezin heye ku em ê qezenc bikin. Em sînorên ku ji bo me hatine xêzkirin nas nakin. Em red dikin ku bedena me bibe qada şer. Çawa ku perçikên (hûnandinên) porê me bûn sembola berxwedanê, dengê me yê ku dibêje “EM NATIRSIN” û yekîtiya me jî dê bibe sembola serkeftina me.

            Silav li jinên ku ji Îranê heta Filistînê, ji Iraqê heta Afganistanê, ji Hindistanê heta tevahiya cîhanê li ber xwe didin. Silav ji jinên ku îsal ji bo 8ê Adare derketin gireve jine. Bi vê siyaseta qirkirin, tasfiyekirin, înkar û îmhayê, dixwazin mayindebûna cîhana serdestiya mêr mîsoger bikin. Têkoşîna me pîroz û pir girîng e. Em dîrokê dinivîsînin. Dawiya tariyê ronahî ye. Em ê ronahîye bi deste xwe bînin.

Bijî 8ê Adarê, Bijî Berxwedan!

Bi Yekîtiya Jinan Em Henê!

Em Ê Serbikevin!

JİNEN KOMUNÎST ÊN ŞOREŞGER (JKŞ)