Rêberê Komara Mehabadê Qazî Mihemed û rêhevalên wî, berî 79 salan, di 31ê Adara 1947an de li Meydana Çarçira ji aliyê dewleta Îranê a mêtingehkar ve hatin darvekirin.
Komara Kurdistanê di sala 1946’an de li bajarê Mehabadê, li Meydana Çarçira ji aliyê Qazî Mihemed ve hatibû ragihandin. Di roja ragihandina Komarê de, nûnerên her çar parçeyên Kurdistanê jî li meydanê amade bûn.
Bi dagirkirina Mehabadê ji aliyê dewleta Îranê a mêtingehkar ve di dawiya sala 1946’an de, Komara Kurdistanê cihê xwe yê bi rûmet di dîrokê de girt û bi dawî bû. Yên ku Kurdî kirin zimanê fermî, Ey Reqîb kirin marşa fermî û ala Kurdistanê cara yekem hildan ba û bi vî rengî riya azadiyê vekirin, wê tu carî neyên jibîrkirin.
Qazî Mihemed û rêhevalên wî yên ku ji aliyê dewleta Îranê a mêtingehkar ve hatibûn girtin, parastina azadiya Kurdistanê kirin. Wan bêyî ku li hemberî mêtingeriyê serî bitewînin, ala berxwedanê bi rûmetî bilind kirin.
Qazî Mihemed, rizgariya her çar parçeyên Kurdistanê ya ji bin nîra mêtingeriyê diparast. Wî tu carî ji vê felsefeyê tawîz neda. Li dijî dagirkerî û şer, rûyê xwe zivirand sosyalîzmê. Ala azadiyê ji destê xwe neda. Ala Qazî Mihemed û rêhevalên wî, îro li ser axa şoreşa Rojava bilind dibe. Em ê di riya wan de heta avakirina Kurdistana azad, yekbûyî û sosyalîst têkoşîna xwe bidomînin. Em ê şoreşa xwe ya Rojava li dijî hemû çeteyan û xwediyên wan ên mêtingehkar û dagirker biparêzin.
Silav ji Qazî Mihemed û rêhevalên wî ra!
Silav ji berxwedêrên leheng ên Kurdistanê ra!
Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ)
Tevgera Komunîst a Şoreşger Berxwedan Jîyan e