Di ser serhildana ku di 12’ê Adara 2004’an de li Qamişloyê dest pê kir, li hemû bajarên Kurdan belav bû û bû sembola helwesta li dijî dîktatoriya Baasê ya mêtingehkar re 22 sal derbas bûn.
Di dema maça futbolê ya di navbera tîmên Fetwa ya Sûriyeyê û Cîhad a Qamişloyê de, hêzên rejimê dirûşmeyên rejima BAAS’ê berz kirin û êrîşî li ser Kurdan kirin. Gelê me jî polîtîkayên mêtingehkariya dîktatoriya BAAS’ê yên li ser Kurdan protesto kirin. Rejîma BAAS’ê hewildaneke komkujiyeke plankirî organîze kir. Gelê Ereb bi şovenîzmê hat jehrîkirin. Gelê Kurd hatin hedefgirtin. Ev plana qirêj a ku di stadyumê de hatibû destpêkirin, bi serhildana gel hat bersivandin. Li Qamişloyê bi deh hezaran Kurd derketin qadan. Bi dirûşmeya “Kurdistana Azad” serî hildan. Ruhê berxwedanê di demeke kurt de li bajarên Kobanê, Serêkaniyê, Hesekê, Amûdê, Efrînê û li taxên Kurdan ên Heleb û Şamê belav bû. Hedefa komkujiya li ser Kurdan û derxistina şer di navbera gelan de, bi serhildana li dijî mêtingehkariyê hat pûçkirin. Di êrîşa 12’ê Adarê ya rejimê de zêdetirî 40 kesî hatin kuştin û zêdetirî 100 kesî birîndar bûn. Dikanên Kurdan hatin talankirin û bi hezaran Kurd hatin girtin. Ji bo şehîdên serhildana li dijî dîktatoriya BAAS’ê bi sed hezaran kes kom bûn. Di merasîman de dirûşmeyên “Bijî Azadî” û “Bijî Kurdistan” hatin qîrîn.
Rejîma BAAS’ê ya ku xwîna Kurdan li ser destên wan de ne, îro tune ye. Artêşa Mahir Esad a ku tê fikirîn ku nayê têkbirin, têk çû.Rejîm hilweşiya û Esed reviya ye. Lê belê zihniyeta yekperestî û mêtingehkarî hîn jî li Şamê ye. Zihniyeta çeteyên HTŞ’ê yên cîhadîst jî mafên netewe Kurd, azadiya jinan û destkeftiyan me qebûl nake. Netewperestiya Ereb esas digire û polîtîkayên ku gelan ji hev re dike dijmin berdewam dike. HTŞ dijminê gelan û jinan e.
Emperyalistan û dewleta Tirk a mêtingehkar, plana xwe ya tunekirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi tifaqa hemû gelên bindest ên herêmê hatiye avakirin, didomînin. Hedefa wan ew e ku teslîmiyetê li ser gelê me ferz bikin û şoreşa jinê ya Rojava bi temamî tasfiye bikin. Wan naxwazin gelan bi azadî bi hev re jiyan bikin. Wan dijminê pergala me ya demokratîk û azadîxwaziya jinê ne. Polîtîkaya şerên di navbera gelan de, serdestiya mêr, komkujî, koçbertî, koletî û birçîbûnê wekî qedereke reş pêşkêş dikin.
Wan dixwazin rê li ber gelên bindest û jinên Rojhilata Navîn bigirin ku li dijî mêtingehkarî hêviyeke şoreşgerî neafirînin. Wan dixwazin gelan bikin dijminê hev û Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe birêve bibin. Wan dixwazin dewleteke Sûriyeyê ya ku bi cîhana emperyalist-kapitalist re lihevhatî be ava bikin û sistema mêtingehkariyê xwe zêde bikin. Dixwazin bi hemû dewlemendiyên sererd û binerd ên Sûriyeyê, sermayeya xwe mezin bikin. Yekîtiya gelan wekhev, azad û dilxwazî xira dikin û li şûna wê avakirina rêveberiyên yekperest û faşîst guncav dibînin.
Hêzên emperyalist cîhanê ji nû ve parve dikin. Sînorên Rojhilata Navîn ji nû ve tên xêzkirin. Sedema polîtîkayên şer ên li Filistîn, Libnan, Sûriye, Iraq û Îranê ev e. Ji bo gelên Rojhilata Navîn û jinan ne azadî, lê koletî tê ferz kirin. Di hedefa nû ya polîtîkayên şer de Îran heye. Di navbera rejîma mela ya Îranê ya ku li Rojhilatê Kurdistanê siyaseteke mêtingehkar dimeşîne û DYA-Îsraîlê de şerekî giran berdewam dike. Her roj bombebaranên giran pêk tên, bi sedanan kes canê xwe ji dest didin.
Li Rojhilatê Kurdistanê gelê me yê Kurd serî hilda. Li dijî rejîma Îranê ya mêtingehkar berxwedan mezin dibe. Partiyên Kurdan ji bo azadiya gelê me hatin cem hev û bernameyeke têkoşînê ya hevpar ava kirin. Serhildana 12ê Adarê a Qamişloyê, şoreşa Rojava afirand. Em dibînin ku serhildana Kurdên a Rojhilatê Kurdistanê jî derîyeke ji bo şoreşê nû vedike. Em serhildana gelê xwe û têkoşîna wan a ji bo azadiyê silav dikin.
Wekî Komunîstên Rojavayî, em şehîdên komkujiya Qamişloyê careke din bi bîr tînin. Li dijî planên wêrankirinê yên emperyalistan û dewletên mêtingehkar ên li Rojhilata Navîn, em bang dikin ku têkoşîna yekbûyî ya hemû gelên bindest û jinan mezin bikin.
Bijî Serhildana me ya Qamişloyê!
Bijî Şoreşa Me Ya Jinê Ya Rojava!
Bijî Têkoşîna Şoreşa Yekbûyî Ya Gelên Rojhilata Navîn!
Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ)
Tevgera Komunîst a Şoreşger Berxwedan Jîyan e