Sala 2025an a ku li pişt me ma, hem ji bo gelên Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê hem jî ji bo hemû civakên netewe û bawerîyên bindest ên li Sûrîyeyê bi şer, hilweşîn û têkoşînên mezin derbas bû.
Polîtîkayên hêzên emperyalîst û dewletên mêtingehkar ên herêmê yên ku Sûrîyeyê dixin nav alozîyê, tevahîya salê berdewam kirin. Piştî hilweşîna rejîma BAASê jî li Sûrîyeyê dest bi avakirina dewleteke nû hate kirin. Çeteyên HTŞê yên bi serokatîya El Colanî, bi piştgirîya dewletên emperyalîst li Şamê bi cih bûn. El Colanî, bê hilbijartin weke Serokomar hate ragihandin. Destûra xwe li gelan ferz kirin.
Gelên me yên Elewî, Dûrzî û Xiristîyan bi qirkirinan hate xwestin ku bêne teslim girtin. Tenê li xeta Tartûs û Lazqîyeyê zêdetirî 50 hezar Elewî hatin qirkirin. Çeteyên HTŞê yên ku li Humûsê Mizgeftan bombarduman dike, duh jî li ser gelê me yê Elewî yê ku ji bo azadî û wekhevîyê dimeşîya fişek reşand. Li Ceble û Latkîyê qirkirinek nû hat jîyankirin. Gelê Sûweydayê yê berxwedêr hîn jî di bin gefa qirkirinê da ye. Weke ku di pîrozkirina Noelê ya li Şamê ya nêz da hate dîtin, çeteyên HTŞê yên îslama sîyasî, hebûna gelên me yên Xiristîyan jî qebûl nakin. Çeteyên HTŞê yên ku ji bo ne nas kirina Rêveberîya Xweser lingan diçikînin, li Şamê di nava hewldana avakirina dîktatorîyeke nû da ne.
Gelên me yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê jîyaneke wekhev û azad ava kirine, di destpêka sala borî da bi şerekî hebûn-tunebûnê yê nû ra rû bi rû man. Di bin êrîşên dorpêç û tasfîyeyê da, gelên me yên ku di zehmetîyan da dijîn, li hember gefa dagirkerîyê ya li ser axên şoreşê, berxwedana xwe ya rêxistinbûyî tevahîya salê berdewam kirin.
Di destpêka 2025an da; dewleta Tirk û çeteyên wê, ji bo tunekirina Rêveberîya me ya Xweser û dagirkirina herêmê êrîşeke mezin dest pê kirin. Hêzên dagirker ên ku Şehba û Minbic dagir kirine, hate dîtin ku amadehîya êrîşeke berfirehtir a ku şoreşa Rojava tune bike dikin. Û dagirker, bi berxwedaneke canfîda ya li xeta Tişrîn û Qarakozakê hatin rawestandin. Di vê şerê da, gelên me bedelên mezin dan. Gelê me, li dora artêşa şoreşê ya ku axên me diparêze yekgirtî bû. Nobeta bi hefteyan a Bendava Tişrînê û parastina xeta cepheyê, bi biryardarîya gelê me û îradeya wî, bi berxwedaneke ku bi xwînê hate nivîsîn hate bi dest xistin. Careke din hate îsbatkirin ku tu hêz nikare gelê rêxistinbûyî têk bibe. Hêzên dagirker ên ku nikarîn xeta Tişrînê derbas bikin, neçar man ku paş ve vekişin û agirbestê qebûl bikin.
Dewleta burjuva ya faşîst a Tirk, dewleteke mêtingehkar e ku hebûna xwe li ser înkara gelê Kurd ava kirîye. Armanca wê ya bingehîn, bi gefên dagirkerîyê, êrîşên suîkastê yên bi SÎHAyan, tora sîxûrtîyê û bi madeyên hişbir û gelek rêbazên din tunekirina şoreşa Rojava û hemû destkeftîyên gelê me ye. Ji bo Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê statûyê bi dest nexe her cure sîyaseta qirêj didomînin. Di polîtîkayên dewleta dagirker a Tirk a ku li Rojhilata Navîn xewna Osmanîyeke nû dibîne da tu guherîn tüne.
Sala 2026an; ji bo şoreşa Rojava û pêşeroja gelên Sûrîyeyê dê saleke dîyarker be. Tê dîtin ku êrîşên zordestî, tirsandin û tasfîyeyê yên hêzên emperyalîst, dewleta Tirk û çeteyên HTŞê wê berdewam bikin. Gelên me, tenê bi têkoşîna ji bo pergaleke ku pêşeroja xwe bi xwe dîyarkin dikarin bi ser bikevin. Şoreşa Rojava, pergaleke adil û demokratîk ava kir ku li ser yekîtîya wekhev, azad û dilxwaz a gelan hatîye avakirin. Gelê me bi pergala komînê û artêşa şoreşê xwe rêxistin kir û parast.
Ji bo hemû gelên li Sûrîyeyê dijîn jîyaneke adil, azad û demokratîk pêkan e. Ji bo vê, divê yekem gelê Ereb li hember polîtîkayên derew û qirêj ên HTŞê yên ku neteweyên din înkar dike, reş dike û hewl dide netewperestîya Ereb belav bike, helwest bigire.
Em weke komunîstên Rojava, ji bo karker, kedkar û jinên ji hemû netewe û bawerîyên li Sûrîyeyê dijîn çareserîyeke ku wekhevîya mafên tam esas digire dixwazin. Ger gelên me yên li bajarên cuda yên Sûrîyeyê dijîn rêxistin bibin û xweparastina xwe bigirin, dikarin li ser pêşeroja xwe gotinê bibêjin. Mafên xwe yên jîyanê dikarin misoger bikin. Ji bo vê, divê bi gelên li herêmên Rêveberîya Xweser dijîn ra dest bi dest bin.
Şoreşa Rojava, ji bo rizgarîya me hemûyan û pêşeroja me xwedî girîngîyeke jîyanî ye. Em ê têkoşîna ji bo parastina axên şoreşê û hemû destkeftîyên me bidomînin, ji bo pêşveçûna şoreşê ber bi sosyalîzmê ve têkoşînê bikin. Sala 2026an ji bo hemû gelên me wê saleke tijî têkoşîn be. Em bang li karkerên ji hemû neteweyan, kedkar û jinan dikin ku di refên şoreşê da rêxistin bibin û berxwedanê mezin bikin. An serkeftin an serkeftin.
Bijî berxwedana gelan
Bijî şoreşa jinê ya Rojava
Bijî sosyalizm
Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ)
Tevgera Komunîst a Şoreşger Berxwedan Jîyan e