manşet

Komunîstên Rojavayî: Bijî Newroz bijî sosyalizm

Komunîstên Rojavayî, berê 21ê Adarê pîrozbahîyên Newrozê yên bi coş pêk anîn. Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) Û Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) li Kobanê, Hesekê, Qamişlo û Dirbêsîyê bi agirên ku pêxistin Newroz pîrozkirin. KOBANÊ Welatparêzên Sosyalîst li Kobanê sê pîrozbahîyên Newrozê pêkanîn. Endamên TKŞê roja 21ê Adarê li ber sazîyê bi pêxistina agir Newroz pîrozkirin, karwana seyareyan pêkanîn. Endamên JKŞê Adarê li taxên Botan Şarqê Newroza jinan pîrozkirin. …

Read More »

TKŞ ji bo şehîdên Komkujîya Helebce ya bîranînek li dar xist.

Endamên Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ) bi boneya salvegera Komkujîya Helebce ya 16’ê Adara 1988’an li Hesekê bîranînek li dar xist. Komunîstên Rojavayê di saet 10:55’an de dema ku komkujî pêk hat deqeyek rêz girtin, mûm pêxistin û wêneyên şehîdên Helebce hilgirt. Endamên TKŞ’ê duh bi şev li avahiya saziyê ya Hesekê bîranînek li dar xistin û mûm pêxistin.

Read More »

Em Komkujiya Helebçeyê Ji Bîr Nakin

Di 16’ê Adarê 1988’an de dîktatoriya faşîst a Baas li Helebça bi çekên kîmyewî êrîşî gelê me kir. Dîktatoriya faşîst a Baasê ya li Iraqê, ji ber ku bi Îranê re şer dikir û êdî li pêşberî azadiya gelê Kurd nikarîbûn li ser lingên xwe bisekinin, bi komkujiyeke wiha dijmirovî xwest dîktatoriya xwe biparêze. Gelê Kurd ê Başûrê Kurdistanê li dijî zilma faşîst a li Iraqê her tim di nava …

Read More »

TKŞ: Şehîdên 12ê Adarê namirin

Ji çapemenî û raya giştî re Em di 20emîn salvegera qirkirin û serhildana Qamişlo de ne. 20 sal beriya niha, li Iraqê rejîma BAAS a Seddam Hiseyin ruxîya û li Başûrê Kurdistanê rêveberiya herêma Kurdistanê hat avakirin. Bêguman vê hem li ser her çar perçê Kurdistanê hem jî li ser giştî herêmê bandor kir. Lewma ku her çar dewletên li herêmê li ser axa Kurdistanê hatibûn avakirin û destkeftiyekê Kurdan …

Read More »

Ji Jinên Komunîst Pîrozbahîyên Bi Coş ên 8ê Adarê

Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ), berî  8ê Adarê li Kobanê û Hesekê civînên malan û xebatên perwerde pêkanîn. Jinên Rojavayî yên Komunîst, li Kobanê, Qamişlo û Hesekê pîrozbahîyên 8ê Adarê yên roja jinên kedkar a cîhanî lidarxistin. Di pîrozbahîya ku li Kobanê hat lidarxistin wiha hat gotin: “Em xwedî dîrokeke têkoşînê ya ku ji Clarayan, Rosayan, dirêjî ji Saryayan heta Berçeman dibe ne. Em ê bi vî mîrasî ji bo …

Read More »

CKŞ: Emê Bi Rihê Jinên Ciwan Dîrokê Biafirînin

Di serî de em 8ê Adarê li hemu jinên ciwan, jinên karker û kedkar û li hemu dayikan pîroz dikin. Ji sala 1857an de jin her bi berxwedan û têkoşîneke mezin li hember dewletên desthiladar, kapitalîst u empiriyalî serî rakir. Dîroka 8ê Adarê ne bi hesanî hatiye bi dest xistin, ku em îro dikarin rehet li her jin pîroz bikin, ev roj bi keda miliyonan jinan hatiye afirandin, ku di …

Read More »

Bijî 8ê Adarê Bijî Sosyalîzm. Şoreşa Jin Ne Hêsan e Lê Serkeftin Teqez e

Êdî roj derbas nabe ku jin bi tundîya mêr-dewlet ve rû bi rû nemînin. Di seranserî cîhanê de jinên karker, kedkar, bindest û ciwan li dijî pergalên  kapîtalîst ên serdestîya mêr û li dijî tundî, tacîz, destdirêjî, feqîrtî, birçîtîyê têkoşîna xwe mezin dikin. Agirê bedena 129 jinên karker ên Newyorkî ku di salên 1857an de pê ket îro di mêjî, dil û têkoşîna bi mîlyonan jinên karker û kedkar de …

Read More »

JKŞ’ê ji bo 8’ê Adarê li Kobanê dest bi kar û xebatê kir

| KOBANÊ |Endamên Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) li Kobanê dest bi kar û xebatên 8’ê Adarê kir.Di daxuyaniya li avahiya TKŞ’ê de Xanim Îbrahîm axivî û diyar kir ku wan bi dirûşma “Şoreşa jinê ne hêsan e, lê serketin teqez e” xemle dane destpêkirin.Xanim Îbrahîm êrîşên dewleta Tirk a faşîst bi bîr xist û diyar kir ku şoreş bi ked û xwîna jinan hatiye heta roja îro. Xanim Ibrahîm …

Read More »

Azadî ji bo Rêberê Gelê Kurd

Di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komployeke navneteweyî hate kirin. 25 sal in di bin tecrîdê de tê ragirtin. Girtiyên siyasî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 79 roj in di greva birçîbûnê de ne. Weke TKŞ em dixwazin Rêberê Gelê Kurd azad bibe. Azadiya Rêberê Gelê Kurd azadiya hemû girtiyên di zindanan de ye. Me jî li saziyên xwe yên li Kobanê, Hesekê …

Read More »