Baran Serhat di sêyemîn salvegera şehadeta xwe de hat bibîranîn.

Baran Serhat di sêyemîn salvegera şehadeta xwe de hat bibîranîn. Salon bi sûretên şehîdan û alên TKŞ-CKŞ-JKŞ’ê û bi lefîteyan hat xemilandin. Bîranîn bi rêzgirtina şehîdan dest pê kir. Sînevîzyona ji bo bîranîna heval Baran hat temaşe kirin. Piştre Erdal Cebo li ser heval Baran axivî. Di axaftina xwe de Cebo wiha got: heval Baran di têkoşîna xwe ya 30 salî de li hemberî faşîzma dewleta Tirk pir çalakî pêk …

Read More »

Endamên JKŞ’ê li Kobanê bi boneya 8’ê Adarê li Pakrewangeha Şehîd Dîcle şehîdên jin bi daxuyaniyekê bi bîr anîn

Endamên JKŞ’ê li Kobanê bi boneya 8’ê Adarê li Pakrewangeha Şehîd Dîcle şehîdên jin bi daxuyaniyekê bi bîr anîn û li ser gorên şehîdên jin gulên rengîn çandin. Xanim Îbrahîm di daxuyaniyê de dîroka 8’ê Adarê bi bîr xist û da xuyakirin ku “Jin dikare her tiştî bike, xwedî vîn e. Yên ku li şehîdan binerin wê rastiyê pir zelal bibînin. Pêwîst e em jî riya wan bişopînin û li …

Read More »

Endamên JKŞ’ê li Qamişlo di berfirehiya çalakiyên 8’ê Adarê de bi jinên kedkar re hatin cem hev

Endamên JKŞ’ê li Qamişlo di berfirehiya çalakiyên 8’ê Adarê de bi jinên kedkar re hatin cem hev. Endamên JKŞ’ê yên ku bi piranî jinên Ereb û ciwan serdana fabrîqeya bîskotî kirin, belavok û Raperin belav kirin. Di xebata ku bala jinên kedkar gelekî kişand de, bang li jinan kirin ku di 8’ê Adarê de di refên JKŞ’ê de dakevin qadan.

Read More »

Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) li Kobanê bi boneya 8’ê Adarê şahiya jinan li dar xist

Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) li Kobanê bi boneya 8’ê Adarê şahiya jinan li dar xist. Di şahiyê de li ser navê JKŞ’ê axaftinek hat kirin. Nûnera JKŞ’ê parastina destkeftiyên jinan, pirsgirêkên ku jiyan dikin vegot. Piştre bal kişand ku zilamperestî li ser kapîtalîzmê xwe ji nû ve ava dike û pêwîst e şerê li dijî zilamperestiyê bi têkoşîna li dijî kapîtalîzmê re bibe yek. Piştî axaftinan sînevîzyon hat temaşekirin …

Read More »

JKŞ’ê li Dirbêsiyê bi boneya 8’ê Adarê bi tevlîbûna jinên Kurd, Ereb û Ermen şahiyek lidar xist.

JKŞ’ê li Dirbêsiyê bi boneya 8’ê Adarê bi tevlîbûna jinên Kurd, Ereb û Ermen şahiyek lidar xist. Di şahiya ku bi rêzgirtinê destpêkirî de sînevîzyon hat temaşekirin. Di axaftina ku li ser navê JKŞ’ê hatiye kirin roja jinên kedkar hat pîrozkirin. Şervanên jin ên tabûra Ermen stran gotin û roja jinan pîrozkirin… Şahiya bi coşeke mezin û gerandina dîlanan bi dawîbû…

Read More »

Li Qamişlo 8’ê Adarê bi coşeke mezin hat pîrozkirin

Li Qamişlo 8’ê Adarê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. JKŞ’ê bi alên xwe û lafîteyên xwe tevlî bû. Endamên JKŞ’ê dirûşmeyên “Jin Jiyan Berxwedan” û “Bijî Şoreş bijî Sosyalîzm” meşiyan. Şahiya girseyî ku li ber Parka Dreamland kom bû li ber qada festîvalê berdewam kir.

Read More »

Bingeha Şoreşa Rojava Komkujiya 12’ê Adarê Ya Qamişlo ye

Meha Adarê ji bo me meheke dîrokî ye, lê di heman demê de meha Kawayên Hesinkaran e jî. Meheke bi êş lê ew qasî jî meheke bi rihê berxwedana gelan dagirtî ye. Ji bo gelên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî jî meha Adarê di cihekî dîrokî de disekine. 12’ê Adarê 2004. Salvegera komkujiya ku bi destê rejîma BAAS li ser gelê Kurd hatiye rêxistinkirin e. Rejîma BAAS a mêtînger rastiya …

Read More »

Ji bo azadiya xwe li hemberî zilamperestiyê şer bike!

‘Ev rê ne bi gulan bi stiriyan tijî ye. Tenê yên ku di dilen xwe de derde dinyayê dikişinin xwedî wêrekiyê ne ku di vê riyê de bimeşin.’ (Sampal Pal Devr) Ev gotin ya Sampal Pal e ku yek ji avakerên Çeteya Penbe ye û li Hindistanê ji sala 2014’an û vir de li hemberî tundiya zilaman xweparastina jinan pêş dixe û derdora 400 hezar endamên wê yên çalak hene. …

Read More »

Navê Azadiya Jinê: ROJAVA

Şoreşa Rojava ya jinê şoreşeke ku hemû jin xwe ji nû ve diafirînin û tecrûbeya têkoşînê ye ku hêzê dide hemû jinên cîhanê. Pêkanîna şoreşên jinan li erdnîgariyên xwe wê hem şoreşa Rojava ya jinê mezin bike û hem jî hebûna wê misoger bike. Îro em ber bi salvegera şoreşa xwe ve diçin. Yekane şertê mayindebûna şoreşa jinê ew e ku li her derê deng bide. Weke ku komunîstan di …

Read More »