Meha Adarê ji bo me meheke dîrokî ye, lê di heman demê de meha Kawayên Hesinkaran e jî. Meheke bi êş lê ew qasî jî meheke bi rihê berxwedana gelan dagirtî ye. Ji bo gelên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî jî meha Adarê di cihekî dîrokî de disekine. 12’ê Adarê 2004. Salvegera komkujiya ku bi destê rejîma BAAS li ser gelê Kurd hatiye rêxistinkirin e. Rejîma BAAS a mêtînger rastiya xwe û lingên xwe yên esasî li ser tune hesibandina nasnameya Kurdî ava kir û îro hîna jî vê rastiya xwe dipêreze. Yek ji van lingan jî avakirina dijminatiya navbera gel û netewan bû.
Komkujiya Qamişlo ya 12’ê Adarê jî li ser vê esasê bi destê rejîma BAAS hat rêxistinkirin. Bernivîsa komkujiyê ji aliyê rejîma BAAS ve hat nivîsandin, talimat jî ji aliyê dozgerê rejîmê yê Hasekê ve hat dayin. Li gorî bernivisê li stada Qamişlo lîstoka gogpiyê ya di navbera koma Dêrazôr û koma Qamişlo de hat rêxistinkirin. Lê hemû amadekarî li gorî komkujiyê hatibû kirin. Alîgirên koma Dêrazorê yên şovenîst ku di hewşenga gogpiyê de amade bûn, hîna lîstokê dest pê nekirûbû dest bi komkujiyê kirin. Dozgerê Hesekê talimat dabû ku gule bi ser alîgirên koma Qamişlo de bên reşandin. Di encamê de 52 welatî şehîd ketin.
Ev komkujî ji komkujiyên dîrokî ku di çar parçeyên Kurdistanê de hatine jiyankirin ne cuda û serbixwe ye. Di vê pêvajoya ku komkujiya 12’ê Adarê bi destê rejîma BAAS hat rêxistinkirin de têkîlîyên dewleta Sûrî û Tirkiyê di merhaleya herî jor de bû. Ev têkîlî bi hevpeymana Edene ya di navbera Tirkiyê û Sûrî de hatibû xitimkrin gîhaştibû asta herî jor. Bêguman dîsa wek îro ev komkujî ji siyaseta dewletên emperyalîst ên navnetewî cuda û serbixwe bû.
16’ê Adarê di heman demê de salvegera komkujiya Helepçeyê ye. Dikdatoriya Sedam li Başûrê Kurdistanê di sala 1988’an de roja 16’ê Adarê li Helepçeyê 5000 hezar Kurd bi çekên kîmyewî qetil kir. Ev di cîhanê de yek ji komkujiyên herî mezin bû. Dîsa di meha Adarê de rêberê Komara Mahabatê Qadî Muhamed ji aliyê dewleta Îranê ve hat îdamkirin. Komkujiya Qamişlo berdewamiya geliyê Zîlan, Enfal, Helepçe, Zindanên Amedê û Sînemaya Amûdê bû. Bêguman ne yekemîn bû û heta ku li çar parçeyê Kurdistanê nîra dagirkeriyê neyê şkenandin wê ne dawî be.
Berpirsên van komkujiyan tevahî di heman demê de ew hêzên emperyalîst ên wek Emerîka, Rûsya û hwd. ku Kurdistan bi hevpeymanên navnetewî kirin çar parçe ne. Van hêzan pîlansaziya xwe ya dagirkerî û mêtîngêriya li ser Kurdistanê ya stratejik bi destê dewleta Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûrî xistin meriyete. Ji ber vê ye ku gelê me li dewsa tu hêviyan ji van hêzan bikin divê rêxistinbûn û xweparastina xwe ya esasî xurtir bikin. Ji bo vê ev komkujî û qirkirina li ser gelê Kurd û gelên herêmê giştî girêdeyî hev û xwedî heman ferasetê ne.
Bingeha vê siyasetê jî di destpêkê de afirandina dijminatiya nav gelan bû. Dirûşmên dewletên dagirker û mêtînger a “Yek ol, yek ziman, yek netew, yek dewlet” vê yeke bi zelalî nîşam didin. Gelê Kurd ku li hember vê siyasetê her tim bi bedelên gelek mezin têkoşîna mafên xwe yên netewî daye di her kêliya dîrokê de rastî heman qirkirinê hatiye. Li Sûrî jî gava yekemîn bênasname hiştina Kurdan, gava duyemîn avakirina kemera Ereban, gava sêyemîn jî komkujiya 12’ê Adarê bû.
Lê di hemû deverên Rojava de gelê Kurd bi serhildaneke bêhempa bersiva vê komkujiyê da. Wekî ku tê ser ziman komkujiya 12’ê Adarê ya Qamişlo qasî êşa xwe ew qas jî bû vejîna gel û bingeha Şoreşa Rojava. Ji ber ku gelê Kurd di hemû Rojava de êş û hêrsê xwe li dijî vê komkujiyê vegerand hêza rêxistinî. Ev hêza rêxistinî bû bingeha hêza şoreşa 19’ê Tirmehê ya Rojava. Berevajî siyaseta dewleta Sûrî ya mêtînger û rejîma BAAS a şovenîst ku navbera gelê Kurd û Ereb de şer derdixist, Şoreşa Rojava di rêya şoreşger de li ser siyaseta yekîtî û wekheviya gelan bingeha xwe ava kir.
Hem bi hêza xwe ya leşgerî, hem jî bi hêza xwe ya civakî bersiva vê komkujiyê bi şoreşa Rojava hat dayin. Îro şoreşa Rojava li ser esasê îtifaqa gelê Kurd û Ereb dimeşe. Bi şoreşa Rojava û riya yekîtiya hemû gelên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî di heman demê de siyaseta “Parçe bike û rê ve bibe” vala hat derxistin. Şoreşa Rojava bi vê gava xwe ya dîrokî deriyekî nû ji gelên bindest ên Rojhilata Navîn û cîhanê re vekir.
Li hemberî siyaseta dagirkerî û mêtîngêriyê îro parastina bingeha şoreşê û xwedî lê derketina mîrasê serhildana Qamişlo xwedî derketina li dîrok û pêşeroja xwe û mîrasê şehîdan e.