Navê Azadiya Jinê: ROJAVA

Şoreşa Rojava ya jinê şoreşeke ku hemû jin xwe ji nû ve diafirînin û tecrûbeya têkoşînê ye ku hêzê dide hemû jinên cîhanê. Pêkanîna şoreşên jinan li erdnîgariyên xwe wê hem şoreşa Rojava ya jinê mezin bike û hem jî hebûna wê misoger bike. Îro em ber bi salvegera şoreşa xwe ve diçin. Yekane şertê mayindebûna şoreşa jinê ew e ku li her derê deng bide.

Weke ku komunîstan di bernameya xwe de diyar kiribûn, sedsala 21’emîn weke serdema şoreşên jinan pêş dikeve. Li seranserê cîhanê di sedsala 21’emîn de serhildan û serhildanên jinan pêk tên. Di roja me ya îro de jin bi awayekî sîstematîk tên qetil kirin û ji bo desthilatdariya zilaman pergal zêdetir tê xurtirkirin. Serdestiya zilaman ku çavkaniya pirsgirêkên civakî ye derbas bibe, wê bibe sedema çareseriya pirsgirêkên jinan û bi vî rengî pirsgirêkên civakî. Şoreşa Rojava ya ku bi feraseta azadîxwaziya zayendî hatiye avakirin, weke xetere tê dîtin û êrîş tê kirin. Ji ber vê yekê di serî de vîna jinê tê hedefgirtin.

Di her kêliya dîrokê de em dibînin ku ji bo bidestxistina şoreşê di serî de êrîşî destkeftiyên jinan tê kirin. Armanca dewleta Tirk a dagirker û dewletên paşverû yên herêmê îro jî ev e. Ji bo jin vegere rola xwe ya kevneşopî ya beriya şoreşê, ji aliyê ENKS’ê ve hewl hat dayîn ku li ser nûnertiya wekhev, hevserokatî, ziman û çanda Kurdî nîqaş bên kirin û ji şoreşê hat xwestin ku gavekê paş bavêje. Di heman demê de weke êrîşên îdeolojîk ên li dijî şoreşa jinê bi polîtîkayên şerê taybet jinên pêşeng hatin hedef girtin.

Armanca sereke ya şerê taybet ew e ku pergala ku Şoreşa Rojava ya jinê ava kiriye û rêxistinbûna jinê belav bike, ger sîstem bê hilweşandin bikeve bikin kontrola xwe. Ji vî alî ve polîtîkaya êrîşa li ser tevgera jinê ya birêxistinkirî bi riya kuştinê, qetil kirinê tê meşandin. Hevseroka MSD’ê Hevrîn Xelef, rêveberên Kongreya Star a Kantona Kobanê Zehra Berkel û Hebûn, Hind û Saade yên di meclîsa jinan a Şedadê de dixebitîn, rêveberên Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojava li Kobanê hatin qetilkirin. Bi taybetî jî tê xwestin bi vê qetlîamê pêşî li tevlîbûna têkoşîna azadiyê ya jinên Ereb bê girtin. Tê xwestin ku hemû jinên ku di avakirina şoreşê de cih girtine bitirsînin û wan ji şoreşê dûr bixin.

Ji van qetlîaman yek jî ne tesadufî ne, bi awayekî taybet tên kirin. Armanca wê di nav şoreşê de tunekirina pêşengtiya jinan e. Rojava şoreşeke jinê ye ku bandorê li hemû cîhanê dike. Divê bi şoreşa civakî re bimeşe. Pêwîst e li dijî civaka navneteweyî, herêmî û serdestiya baviksalar a ku li dora wê hatiye dorpêçkirin, têkoşîneke hemwext bide meşandin. Şoreşa Rojava ya jinê hêviya hemû jinên cîhanê ye. Di heman demê de her ku mezin dibe hêz dide tevgerên jinan. Ji ber vê yekê ji aliyê dijminan ve jî weke metirsî tê dîtin û dibe hedefa êrîşan. Ev êrîş carinan rasterast, carinan jî li ser bingeha hêzên hevkar tên kirin. Lê belê armanc tunekirina vîn û destkeftiyên jinan e.

Em dikevin 11’emîn salvegera Şoreşa Rojava. Şoreşa Rojava ji taritiyê re bû ronahî û ji bo jinan û gelan bû hêviyek. Bêguman Şoreşa Rojava ku îlhamê dide jinên hemû cîhanê, şoreşa jinê ye. Helbet şoreşa jinê ne tenê tê wateya tevlîbûna çalak a jinê ya jiyanê. Di hemû mijaran de bêdadiya civakî, pirsgirêkên ekolojîk, qeyranên aborî, nebûna perwerdeyê, ya herî girîng parastina li dijî dagirkeriyê û avakirina şoreşê, balê dikişîne li ser vîna jinê.

Avakirina pergala xweseriya demokratîk, avakirina pergala hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev, qedexekirina zewacên zêde û zewaca temenê biçûk, avakirina artêşa jinan, di hevpeymana civakî de bidestxistina mafên jinan destkeftiyên şoreşa deh salî ne. Di heman demê de ji bo ji holê rakirina bermahiyên rejîma BAAS a baviksalar û zordar di hemû rêxistinên weke komîn, meclîs û mekanîzmayên edaletê de, ji bo guhertin û veguhertina siyasetê jinan cihê xwe di her rêxistinê de girt, di qada jiyanê û siyasetê de, rastiya Şoreşa Jinê careke din derxistin holê.

Şoreşa Rojava, pêvajoyeke ku di dîroka têkoşînên şoreşgerî yên cîhanê de cih girt û hê jî didome, ji pêvajoyên şoreşgerî yên heta niha hatine vegotin xwedî taybetmendiyeke cuda ye. Weke şoreşa jinê, Rojava hemû tecrubeyên şoreşgerî yên ku bi parastina azadî, wekhevî û edaletê dest pê kirine, ji berê heta niha mîras girtiye. Şoreşa Rojava modeleke şoreşê ye ku ev yek bi perspektîfa îdeolojiya azadiya jinê re kiriye yek. Ji ber vê yekê di ev rojên ku em ber bi salvegera şoreşê ve diçin divê jin bi hev re li dijî hemû dijberên şoreşê têbikoşin.

Jinên ku şoreşa Rojava pêk anîn, dikarin şoreşên nû yên jinan biafirînin. Ji ber vê jî Şoreşa Rojava ya jinê di hedefa dewletên paşverû yên herêmê de ye. Ji ber vê yekê li Efrîn, Serê Kanîyê û Girê Spî yên dagirkirî jin dibin hedef. Sala 11’emîn a şoreşê hem ji bo rizgarkirina xakên me yên dagirkirî û hem jî ji bo parastina her cihê ku em tê de ne, wê bibe sala nû ya têkoşînê. Perspektîfa parastina destkeftiyên Şoreşa Jinê û belavkirina şoreşê li tevahiya Rojhilata Navîn ji malan dest pê dike, weke erkeke heyî li pêşiya me ye. Ji bo vê jî em ê rêxistinbûna xwe li her qadê mezin bikin û şoreşa xwe biparêzin.

Şoreşa jinê ya ku li Rojava pêk tê, ji bo jinan weke dibistaneke mezin berdewam dike. Dijminên şoreşê ji bo têkbirina vê şoreşê û vîna jinê di her derfetê de êrîşên xwe didomînin. Di sala 11’emîn a şoreşê de em jin li her cihê ku lê bin ji bo mezinkirin û parastina şoreşê têbikoşin. Heya jinên berxwedêr û ji şoreşa jinê bawer dikin li çiya, li bajar, li qadan, li mal û kolanan hebin û têbikoşin wê teqez azadî bi ser bikeve. Sedsala 21’emîn jî wê li Rojava weke serdema şoreşên jinan pêş bikeve.