Endamên JKŞ’ê li Kobanê bi boneya 8’ê Adarê li Pakrewangeha Şehîd Dîcle şehîdên jin bi daxuyaniyekê bi bîr anîn

Endamên JKŞ’ê li Kobanê bi boneya 8’ê Adarê li Pakrewangeha Şehîd Dîcle şehîdên jin bi daxuyaniyekê bi bîr anîn û li ser gorên şehîdên jin gulên rengîn çandin. Xanim Îbrahîm di daxuyaniyê de dîroka 8’ê Adarê bi bîr xist û da xuyakirin ku “Jin dikare her tiştî bike, xwedî vîn e. Yên ku li şehîdan binerin wê rastiyê pir zelal bibînin. Pêwîst e em jî riya wan bişopînin û li şoreşa jinê xwedî derkevin.”

Bîranîn bi diruşmên “Jin jiyan azadî” “bimre jiyana koletî” û “şehîd namirin” bi dawî bû.