Ji bo azadiya xwe li hemberî zilamperestiyê şer bike!

‘Ev rê ne bi gulan bi stiriyan tijî ye. Tenê yên ku di dilen xwe de derde dinyayê dikişinin xwedî wêrekiyê ne ku di vê riyê de bimeşin.’ (Sampal Pal Devr)

Ev gotin ya Sampal Pal e ku yek ji avakerên Çeteya Penbe ye û li Hindistanê ji sala 2014’an û vir de li hemberî tundiya zilaman xweparastina jinan pêş dixe û derdora 400 hezar endamên wê yên çalak hene. Weke ku Sampal Pal got jinan riyên bi stirî bi wêrekî derbas kirin, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreş çêkirin. Şoreşa Rojava jinan pêk anîn wê jin biparêzin.

Bi rêxistinên xwe yên xweparastinê, bi saziyên me yên ku avakirina civakî didomînin, ji kedkarên perwerde, tendirustî û malê bigire heta bi karkerên çandinî û kargehan, bi kedkarên me yên hunerê, bi xwendekarên me û hemû jinên ku jiyanê hildiberînin, hevserokên me yên jin, siyasetmedarên jin, fermandarên jin û bi şervanên xwe em ji jinên cîhanê re dibin çavkaniya berxwedan û hêviyê.

Seferberiya Rêxistinbûnê!

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeya ku di cîhanê de di xweparastina jinê de mînakeke herî girîng e em ber bi 8’ê Adareke nû ve diçin. Hûn amade ne ku bi sed hezaran bi milyonan di 8’ê Adara 2022’an de kolanan dagirin û dengekî ji Rojava jî bidin berxwedan û têkoşînên azadiya jinên cîhanê. Weke jinên wêrek ên şerekî ku me heq girtiye ku bibin yek ji welatên edaleta jinê, gelo hûn dipejirînin ku serdema buharê ku bi 8’ê Adarê dest pê dike bi seferberiyeke nû ya rêxistinbûnê û asteke nû ya têkoşînê pêşvazî bikin?

Jibîrkirin her dem wê me bikişîne dubarekirinê. Ger ku em zêde ji bîr bikin şer wê her vegere. Dema ku mijar Rêveberiya me ya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şoreşa Rojava bibe dîroka xwe, êşên xwe, hêsrên xwe, xwîna me ya ku rijiyaye em ji bîr nekin. Wekî jin em li berdêlên ku gelên me û jinan dane, li kedên ku me ji bo maf û azadiyên xwe dane xwedî derbikevin. Jibîrkirin tê wateya rehetiyê, nerêxistinbûnê, di her qadên jiyanê de û li hemberî şerên ku pêk werin mezinnekirina xweparastinê. Xwekişandina malê ji saziyên şoreşa me, ji kolanan, ji qadan, ji eniyên şer dûrketin e.

Em ê jin, bi zanebûna ku jibîrkirin hevnirxê îxanetê ye mal bi mal, kolan bi kolan, enî enî bi rêxistin bibin. Li şoreşa xwe em ê jineke tenê jî bê rêxistin nehêlin. Em ê hemû hêzên dijminê şoreşa me û serdestiya zilamperestiya ku li ser jinan zextê ava dike têk bibin.

Li hemberî êrîşên dagirkeriyê em şerê jinan xurt bikin!

Dijminên me li benda fersenda ne. Êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Hepsa Sînaa ya li Hesekê ev careke din nîşanî me da. Çeteyên weke DAÎŞ’ê dewleta Tirk a burjuvayî ku hesabên wê yên dagirkirin û mêtînkirinê qet xelas nabin, Rejîma BAAS’î ku şoreşa me û rêveberiya xweser napejirîne û dixwaze ku hilweşîne li ser rêveberiya me ya xweser hîna metirsî û gefên mezin in.

Herêmên ku li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya azadîxwaziya jinê dijminahiyê dikin qadên ku faşîzm, paşverûtî, zilamperestî lê tên hilberîn in. Efrîn, Girê Spî, Serê Kaniyê em ê vegerînin û jinan azad bikin.

Jinên pêşeng ên serhildana gelên Sûdanê ya 2019’an ji dêvla biwêja ‘Cihê jinê mala xwe ye’ dirûşma ‘Cihê jinê şoreş e’ bijartin. Erê, em jî di 10’emîn sala şoreşa xwe de, di van rojên ku em ber bi 8’ê Adarê ve diçin de bêjeya jinên Sûdanî dubare dikin: Cihê jinê ne mala xwe ye cihê jinê şoreş e!

Şoreşa me ya jinê, bi YPJ’ê re, bi rêxistinên jinan ên hêzên ewlekariya hundirîn re, bi komînên tax û bajaran û meclîsan nêzîkî serkeftinê bû, parastina van eniyan weke eniyên me yên azadiyê erka me ya herî bingehîn e.

Em ji bo zêdekirina jinên ku perwerdeya çek girtine û jinên ku di nobetên kolanan de cih girtine, ji bo li hemberî êrîşên dijmin eniyên jinan ava bikin û ji êrîşkaran hesab bipirsin sefer bibin. Bi meş, mitîng, merasîmên şehîdan ên girseyî em derkevin pêşiya êrîşên dijmin. Em li meclîs û komînên ku rêxistinên me nexwedî derkevin. Em li her derê berxwedanê bilind bikin.

Em rê nedin tundiya zilaman!

Pirsgirêkek din a girîng jî hişmediya zilamperest a ku didome ye. Li hemberî zilamên ku hewil didin jinê bi malê ve girêdin, dixwazin qeydan li lingên me bixin em mecbûr în ku têkoşîneke hîna bihêztir bimeşînin. Erkên weke karên malê, nêrîna zarokan ne yên jinan in. Berpirsiyariyên hevbeş yên mirovên jiyanê bi hev re par ve dikin in. Em rê nedin ku zilam ji berpirsiyariyên xwe birevin, keda me mêtîn bikin.

Zewaca di temenê zarokatiyê de yek ji tundî û mêtînkirina herî girîng a li dijî jinan e. Li gel ku di makezagona Rêveberiya Xweser de di temenê zarokatiyê de zewaca jinan hatiye qedexekirin ev zagon tê binpêkirin. Dîsa mafê jinê yê hevberdanê tê ihlalkirin. Tê xwestin ku biryargirtina jinê di derheqê jiyana xwe de were astengkirin. Em rê nedin vê, em li mafê jinê derbikevin ku dikare pevretiya bêsiud bi dawî bike.

Qelen li gel ku di makezagonê de hatiye qedexekirin tê ihlalkirin. Em êdî vê pêkanîna ku jinê vediguherîne maleke firotanê û kêm dike bi dawî bikin, em têkoşîna li hemberî vê bandora zilamperestiyê ya li ser malbat û eşîretan mezin bikin. Pirzewac, pergala hewîtiyê yek ji êrîşên bidestkirin, kêmkirina jinê ye. Em rê nedin ku ev benda makezagona me ya ku ji bo berjewendiyê jina ye were ihlalkirin.

Lêdan, tacîz, destdirêjî, kuştina jinan li Bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi dawî nebûye. Di vê mijarê de di cîhanê de em yek ji welatên ji bo jinan herî bi ewle ne. Li Tirkiyeya faşîst rojê pênc cinayeta jinan pêk tê, li Rojava ev rêje di mehê de çar e. Ev serkeftina ku bi saya destkeftiyên şoreşa me ya Rojava ya jinê ji bo jinan bi dest xistiye bi nirx e. Lê di civaka me de bi giştî ji holê rabûyina tundiya li ser jinê bi pêşxistina şoreşa me wê pêkan bibe.

Pêwîst e em di pêkanîna hevpeymana civakî ya jinan a şoreşa me de bi bîryardarî bimeşin. Li hemberî tundiya zilam jî em xweparastinê pêk bînin û cezayê ku heq dikin bidin zilaman. Em piştgiriya jinê û xweparastinê xurt bikin, tundiya zilam têk bibin.

Ala sor a şoreşa me ya jinê rakin, werin refên JKŞ’ê!

Em 8’ê Adarê bi şikleke ku ji bo azadiya xwe birêxistin dibin, di her qadê de li hemberî zilamperestiyê şer dikin pêşwazî bikin. Di sala 2022’an de em ji bo destkeftiyên nû li şoreşa xwe zêde bikin jinên Kurd, Ereb, Suryan, Aşûrî, Çerkes, Tirkmen, Çeçen, sunî, elewî, nusayrî, xiristiyan di JKŞ’ê de bikin yek.

Ji bo bi rêxistinbûyina jinên komînîst a şoreşa me ya jinê şoreşê ber bi Sûriyeyê de fireh bikin, têkoşîna yekbûyî bi serhildan û tevgerên jinên cîhanê re mezin bikin bi xwişkên xwe re em tevlî seferberiya kedê bibin. Di hefteya 8’ê Adarê de lingekî grev û çalakiyên jinên cîhanê yên ku li hemberî kapîtalîzm, serweriya zilam û dewletên faşîst ên zilamperest pêk werin em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser milên hêzên şoreşa jinê bilind bikin.

Di şexsê rêheval Sîbel, Avaşîn, Raperîn, Destan, Zîlan de şehîdên me yên jin ku di parastina şoreşa me de şehîd ketin em careke din bibîr tînin, em soza babetî wan meşandina têkoşîneke azadiya jinê didin. Em çalakiyên 8’ê Adara 2022’an diyariyî wan dikin.