manşet

Endamên TKŞ, JKŞ û CKŞ bi bîranîna şehîdên komkujiya Kobanî re bîranîn.

Komkujiya Kobanê ya di 25’ê Hezîrana 2015’an de ji aliyê dewleta Tirk û DAIŞ’ê ve hat kirin, di sala xwe ya heftemîn de careke din hat şermezarkirin. Ji bo şehîdan mûm hatin pêxistin. Em ê li ser şopa şehîdan bin û şoreşa xwe heta dawiyê biparêzin!Endamên TKŞ, JKŞ û CKŞ’ê ji bo heftemîn salvegera Komkujiya Kobanê li Kobanê daxûyanî dan. Em vê qetlîama ku bi hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ’ê …

Read More »

Ferhad Şiblî Nemir e! Bijî Şoreşa Rojava!

Di 17’ê Hezîranê de dewleta Tirk a dagirker li navçeya Kelar a Silêmaniyê êrîşî wesayîtekê kir. Di êrîşê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhat Şiblî û 3 rêhevalên xwe şehîd bûn û kesek jî bi giranî birîndar bû. Dewleta Tirk a dagirker ji her alî ve êrîşên xwe yên li dijî Şoreşa Rojava didomîne. Bê guman êrîşa li ser Ferdah Şiblî li dijî …

Read More »

‘Zîlan yek ji pêşengên TKŞ’ê bû, em ê rêya wê bişopînin’

Tevgera Şoreşger a Komunîst (TKŞ) li Dirbêsiyê yek ji pêşengên ciwan ên komunîst ên şoreşê Elende El Muhammed bi bîr anî.Bîranîn li avahiya TKŞ’ê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Strana “Dilşa” ya ku Berbanga Rojava ji bo bîranîna Elende El Muhammed çêkiribû hat guhdarîkirin.Nûnera SYPG’ê Bêrîtan Asya di axaftina xwe ya li bîranînê de got, “Şehîd Zîlan ji Qamişlo heta Dirbesiyê, ji Til Temir heta Hesekê li gelek qadan xebitî. …

Read More »

Pêşenga komunîst a Ciwanan Elende El Muhammed li Hesekê hat bîranîn

Ciwanên Komunîst ên Şoreşger (CKŞ) bi boneya yekemîn salvegera şehadeta ciwana pêşeng a komunîst a şoreşa Rojava Elende El Muhammed (Zîlan Destan) li Hesekê bîranîn li dar xist..Bîranîn li salona Reşo pêk hat û li salonê pankart û wêneyên “Em di rêya Zîlan Destan de xwe bi rêxistin bikin û azad bibin” hatin daliqandin.Nûnerên saziyên şoreşger beşdarî bîranînê bûn. Bîranîn di şexsê Zîlan Destan de bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. …

Read More »

JKŞ û CKŞ’ê li Hesekê ji bo Zîlan Destan semînerek li dar xist

JKŞ û CKŞ’ê ji bo Zîlan Destan a di 13’ê Hezîranê de şehîd ketibû semînerek hevpar li dar xist. Semînera ku jiyana Zîlan Destan û rola jinên ciwan di şoreşê de hate vegotin, bi sînevîzyon û strana Koma Zîlan bi dawî bû. Li ser navê JKŞ’ê Fadya Sîdo axivî û bal kişand ser guhertin û kirdekirina jinan. Sîdo anî ziman ku jin ji destpêka şoreşê ve li her qadê cihê …

Read More »

Li Dijî Dagirkeriyê Em Têkoşîna Xwe Ya Azadiyê Mezin Bikin

Dewleta Tirk a dagirker ev demeke dirêj e Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi êrîşên dagirkeriyê yên nû tehdît dike. Bi taybetî jî di vê dema ku şerê di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de didome û Îsveç û Fînlandiya serî li endamtiya NATO’yê dane, dewleta Tirk hewl dide vê rewşê ji xwe re veguherîne derfetekê. Şefê faşîst Erdogan vê carê jî Til Rifat û Minbicê hedef nîşan dide û gefên şerekî …

Read More »

Em ê di riya Şehîd Zîlan de Têkoşîna xwe Mezin Bikin!

Di ser şehadeta rêheval Zîlan ku yek ji pêşengên tevgera komunîst a li van xakan e, salek derbas bû. Rêheval Zîlan yek ji damezrênerên xebatên me yên TKŞ, JKŞ û CKŞ’ê bû. Rêheval Zîlan li van xakan pêşengtiya belavkirina fikrên komunîzmê kir û îro jî bi şehadeta xwe têkoşîna me ronî dike. Rêheval Zîlan Destan weke jineke ciwan a Kurd dest bi vê riyê kir. Îro jî di dilê Şoreşa …

Read More »

JKŞ, Şehîd Destan Zîlan li ser gora xwê ya li Kobanê bi bîr anî

Di bîranînê de ku bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir, Gulîstan Kobanê bi zimanê Erebî daxuyaniya çapemeniyê xwend. Piştre li ser navê malbata rêheval Zîlan bav Ferzende El Muhammed ku mafê axaftinê girt, bal kişand ser hilbijartina bi zanebûn a rêheval Zîlan. Ferzende El Muhammed, diyar kir ku ew ji bo azadiya gelên bindest tevlî MLKP’ê bûne û diyar kir ku rêheval Zîlan yekemîn jina komunîst a Kobanê ya şehîd bû …

Read More »