Em ê di riya Şehîd Zîlan de Têkoşîna xwe Mezin Bikin!

Di ser şehadeta rêheval Zîlan ku yek ji pêşengên tevgera komunîst a li van xakan e, salek derbas bû. Rêheval Zîlan yek ji damezrênerên xebatên me yên TKŞ, JKŞ û CKŞ’ê bû. Rêheval Zîlan li van xakan pêşengtiya belavkirina fikrên komunîzmê kir û îro jî bi şehadeta xwe têkoşîna me ronî dike.

Rêheval Zîlan Destan weke jineke ciwan a Kurd dest bi vê riyê kir. Îro jî di dilê Şoreşa Rojava de, bi nemirên Şoreşa Rojava re cihê xwe digire. Rêheval Zîlan Destan a ku di 13’ê Hezîrana 2021’an de gihişt şehadetê îro jî ji hemû kedkar, jin û ciwanan re mînakek e.

Rêheval Zîlan li Kobanê ji dayik bû û mezin bû, di zarokatiya xwe de hemû sînorên ku mêtîngeriye xêz kiribûn nas kir û heta şehadeta xwe li dijî hemû sînorên mêtîngeriye şer kir. Rêheval Zîlan piştî ku rêheval Destan Temmuz li Reqayê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de şehîd ket, tevlî têkoşînê bû. Di mezinkirin û avakirina Şoreşa Rojava de bû yek ji pêşengên tevgera komunîst. Rêheval Zîlan dizanîbû ku azadiya bindestan di pergala kapîtalîst de ne pêkan e û divê fikrên komunîst li her derê belav bibe. Ji bo vê, gav bi gav li tevahiya Herêma Cizîrê geriya û xebat meşand. Derî bi derî, mal bi mal, gund bi gund digeriya û fikrên komunîst dida naskirin.

Rêheval Zîlan dizanîbû ku têkoşîna azadiya çîn, netew û zayend ji bo bindestan tê çi wateyê. Ji ber vê yekê ala das û çakûç bi bîrdarî tercîh kir. Rêheval Zîlan piştî ku pêngava azadiyê avêt, qet li paş xwe nenêrî.  Ji ber vê yekê ji her kesî re mînak e. Bi şerkeriya xwe, wêrekiya xwe û coşa xwe dikarîbû bi her kesî re têkilî ava bikiraya. Ji bo gel birêxistin bibin û şoreşa xwe biparezin kedeke pir mezin da. Li hemberî dijminên şoreşê bi hêrseke mezin têkoşîn kir. Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê weke mertaleke zindî derbasî bajêr bû. Di êrîşên li ser Serê Kaniyê û Girê Spî de mil bi mil bi gelê xwe re têkoşiya.

Rêxistinbûna rêheval Zîlan weke jineke ciwan li dijî pergala baviksalarî gava yekemîn bû. Rêheval Zîlan bi Şoreşa Jinê ya Rojava re xwe ji nû ve afirand, li dijî hemû rolên paşverû yên civakî li ber xwe da. Li hemberî hemû ferasetên ku jin weke duyemîn didîtin, şer kir. Azadiya civakî bi têkoşîna zayendî re yekbûyî dimeşe. Rêheval Zîlan her tim bi vê fikir û hişmendiyê jin birêxistin kirin.

Rêheval Zîlan hemû erkên ku di temenê xwe yê ciwan de girt ser xwe bi baldarî cih anî. Di demeke kin de bû pêşeng û avakereke ciwanên komunîst. Rêheval Zîlan navê azadî û rêxistinbûyinê ye. Ew, îro bang li hemû karker, kedkar, jin û ciwanan dike ku sînorên xwe derbas bikin. Em weke Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) îro di yekemîn salvegera şehadeta wê de careke din rêheval Zîlan bi rêzdarî bi bîr tînin. Em soz didin rêheval Zîlan, em ê ala sosyalîzmê bilind bikin. Em ê Şoreşa Rojava biparêzin û mezin bikin.

Rêheval Zîlan Destan nemir e!

Bijî Şoreş û Sosyalîzm!

Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ)