Li Dijî Dagirkeriyê Em Têkoşîna Xwe Ya Azadiyê Mezin Bikin

Dewleta Tirk a dagirker ev demeke dirêj e Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi êrîşên dagirkeriyê yên nû tehdît dike. Bi taybetî jî di vê dema ku şerê di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de didome û Îsveç û Fînlandiya serî li endamtiya NATO’yê dane, dewleta Tirk hewl dide vê rewşê ji xwe re veguherîne derfetekê. Şefê faşîst Erdogan vê carê jî Til Rifat û Minbicê hedef nîşan dide û gefên şerekî nû dixwe.

Di vê dema ku reqabeta hêzên emperyalîst ber bi şer ve diçe, dewleta Tirk a mêtînger dixwaze vê veguherîne derfetekê û herêmên nû dagir bike. Di vê çarçoveyê de dewleta Tirk li ser sînor tevgera xwe ye leşgerî zêde dike û her roj bi balafirên keşîfê  gel û qadên jiyanê bombebaran dike, li dijî gelê me şerekî taybet dimeşîne. Dîsa dixwaze li herêmên dagirkirî penaberan bi cih bike û demografyaya herêmê biguherîne û di bin navê herêma ewle de bi şiklên dewletê yên nû dagirkeriya xwe bidomîne.

Eşkere ye ku dewleta Tirk a dagirker li Rojava bi berfirehkirina herêmên xwe yên dagirkeriyê dixwaze şerê xwe yê li dijî Kurdistanê temam bike. Bi êrîşên xwe yên li ser qadên gerîla yên li Zap û Metîna dixwaze îradeya gerîla bişkîne. Di vî şerî de bi hevkariya  nûnerê burjuwaziya kurd a paşverû PDK’ê û dewleta Iraqê hewl dide êrîşa qirkirinê kûrtir bike. Dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê li Zapê, li Metîna, li Rojava û li her derê wê têk biçin û em ê li dijî dagirkeriyê biserkevin. Gelê Rojava wê destûra êrîşeke nû nede û parastina xaka xwe bike. Em ê bi gelê xwe re ji bo rizgarkirina Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ya dagirkirî têkoşîna xwe mezin bikin û li dijî hemû gef û êrîşan şoreşa xwe biparêzin.

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê divê hemû hêzên şoreşger, sosyalîst û demokratîk cihê xwe di nava vê berxwedanê de bigirin. Em weke Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) bang li hemû gelên xwe dikin ku ji bo Kurdistana azad, şoreşa Rojava, têkoşîna azadiyê ya bindestan xurtir bikin li kêleka şervanên azadiyê cihe xwe bigirin. Dê dewleta Tirk a dagirker têk biçe, Şoreşa Rojava bi ser bikeve!

Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ)