JKŞ, Şehîd Destan Zîlan li ser gora xwê ya li Kobanê bi bîr anî

Di bîranînê de ku bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir, Gulîstan Kobanê bi zimanê Erebî daxuyaniya çapemeniyê xwend. Piştre li ser navê malbata rêheval Zîlan bav Ferzende El Muhammed ku mafê axaftinê girt, bal kişand ser hilbijartina bi zanebûn a rêheval Zîlan. Ferzende El Muhammed, diyar kir ku ew ji bo azadiya gelên bindest tevlî MLKP’ê bûne û diyar kir ku rêheval Zîlan yekemîn jina komunîst a Kobanê ya şehîd bû û ew weke malbat bi vê yekê serbilind in.


Di axaftina li ser navê JKŞ’ê de hat gotin ku rêheval Zîlan bi armanca pêşxistina şoreşa Rojava û veguherandina şoreşa sosyalîst bi parçebûnê tevlî partiyê bû û cihê xwe di nava refên partiyê de girt. Hate diyarkirin ku gelê Kurd û bi taybet têkoşîna azadiya jinê rêyeke ronî li ber jinan vekir.

Bîranîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.