Ferhad Şiblî Nemir e! Bijî Şoreşa Rojava!

Di 17’ê Hezîranê de dewleta Tirk a dagirker li navçeya Kelar a Silêmaniyê êrîşî wesayîtekê kir. Di êrîşê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhat Şiblî û 3 rêhevalên xwe şehîd bûn û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Dewleta Tirk a dagirker ji her alî ve êrîşên xwe yên li dijî Şoreşa Rojava didomîne. Bê guman êrîşa li ser Ferdah Şiblî li dijî Rêveberiya Xweser û hemû pêkhateyên wê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Dewleta Tirk a dagirker ku bi hevkariya PDK’ê her roj êrîşî qadên gerîla dike, bi hedefgirtina gel û kadroyên pêşeng ên şoreşê dixwaze îradeya Şoreşa Rojava bişkîne.

Em sersaxiyê ji malbata Ferhad Şiblî, endamên hevserokatiya Rêveberiya Xweser û hemû hevalên wî re dixwazin. Em ê têkoşîna rêheval Ferhad ku her tim ji bo vê şoreşê bi hemû hêza xwe daye xwedî derkevin. Dive ku gelê me bi xurtî beşdarî merasîma Ferhad Şiblî bibe, wê van êrîşan pûç bike û bersiva dewleta Tirk bide. Em ê bi bedelê canê xwe Şoreşa Rojava biparêzin û mezin bikin!

Tevgera Komûnist a Şoreşger (TKŞ)