Komunîstên Rojavayî ji bo 110emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan 24ê Nîsanê daxuyaniyek dan û kesên hatin qetilkirin bi bîr anîn. Komunîstan piştgirîya xwe bi gelê Elewî yên ku li herêma beravê de di bin gefa qirkirinê de ne, anîn ziman. Komunîstên Rojavayî ku xwestin kujerên qirkirinê bên darizandin, bang li hemû gelan kirin ku ji bo yekîtiya azad, wekhev û dildar bi hev re têbikoşin. Em bi têkoşîna yekbûyî ya gelan …
Read More »DAXUYANÎ
EM TÊKOŞÎNA JI BO AZADÎYA JINÊN ELEWÎ BILIND BIKIN
Hêzên ku girêdayê rejîma HTŞê, Hukûmeta Şamê ne, li Sûrîyê jinan û zarokan direvînin, tacîz û tecawûz dikin, bi pere difiroşin zilaman, qetil dikin. Di rojên derbasbûyî da derket nûçeyan ku jin û zarokên hatine revandin wek koleyan di bazaran da hatine firotin. Em wek JKŞê komkujî û êrîşên cinsî yên li dijî gel û jinên Elewî dibînin. ji ber ku em nikarin pêşîya van bigrin em xemgînîya xwe dîyar …
Read More »Em Cejnên Remezan û Ekîto Tevahî Gelên Xwe Pîroz Dikin
Gelên Rojhilata Navîn, êdî nikare cejnan wekî berê pîroz bike. Şer, êrîşên dagirkerîyê, xizanî, birçîtî û zilmê her alî me dorpêç kir. Di salên dawî da tevahî gelên me bi komkujîyan ra rû bi rû ma, mecbûr hat hiştin ku ax û malên xwe biterikînin. Gelên me, êdî naxwazin bi vî awayî bijîn. Û ji bo jîyaneka azad, dadxwaz û mirovî rêxistin dibin, têdikoşin. Îsal, du cejnên gelên me yên …
Read More »LI DIJÎ KOMKUJÎYAN, BIJÎ BERXWEDANA GELAN
Endamên TKŞ’ê li Qamişlo li ber Stada 12ê Adarê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Komunîstan diyar kirin ku serhildana gelê Kurd a ku li dijî qetlîama rejîma Baas a sala 2004’an dest pê kir, şînahiya şoreşa Rojava ye. Komunîstên Rojavayî di daxuyaniya xwe de ev tiştên gotin: LI DIJÎ KOMKUJÎYAN, BIJÎ BERXWEDANA GELAN Dewletên bûrjûwazî her tim bi organîzekirina dijminatiya gelên bindest, parçekirina wan, qirkirina hevûdu û pevçûnan hewl dane serdestiya xwe …
Read More »Ji Bo Parastin û Belavkirina Şoreşa Jin Bijî 8ê Adarê!
Di meşa xwe a ku em bi dirûşma “ Şoreşa jinê ne hêsane lê serkeftin teqeze” derketin rê da gihaştin asta 8ê Adara 2025. Em ê îsal 8ê Adarê li ser xaka şoreşa Rojava ya ku ji bo hemû jinên Sûrîyeyê hêvîyek rast e, bi mîtîng û nobetên berxwedanê yên li enîyan pîroz bikin. Berxwedana Tişrînê ku di enîya herî pêş a parastina şoreşa me ya Rojava da ye, mafê …
Read More »EM JI BO JÎYANEK AZAD Û WEKHEV TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN!
Ji Karker û Kedkar, Jin û Hemû Gelên Bindest ên Rojhilata Navîn ra Bangewazî; EM JI BO JÎYANEK AZAD Û WEKHEV TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN! Di serdema kapîtalîzmê ya kûrewînbûna emperyalîst da hemû astengîyên li pêşîya gera sermayeyê hatin rakirin. Yekdestdarên navneteweyî hilberîn, bazirganî û gera sermayeyê di destên xwe da kom kirin. Nîrê mêtingehkar a darayî-aborî berfirehtir bû. Welatên di bin mêtingehkarîyê da neçar man ku li gorî vê nîzama …
Read More »Ji Axên Bakur û Rojhilatê Sûrîye Bangewazîya Ji Gelên Cîhanê ra: Şoreşa Rojava ya Jin Biparêzin!
Rojava, di van rojan da di bin gefa çeteyên polîtîk ên îslamker ên serdestîya mêr û dewletan da ye. Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrîye li dijî vê bahozê weke çîya disekine. Em weke gelên ku li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrîye dijîn, di dilê Rojhilata Navîn da di cepheyan, sengeran, bajaran, taxan û nobetên sînor da ji bo parastina şoreşa xwe ya demokratîk, ax û şoreşa xwe ya jin …
Read More »JI MAHABAD HETA ŞOREŞA ROJAVA, JI BO KURDISTANA AZAD HER TIM HERNE PÊŞ
Dewletên herêmê yên emperyalîst û paşverû ev 100 sal in perçebûna eşîretî û lawazbûna hişmendîya netewî ya li Kurdistanê kirine firsend. Ji bo berjewendîyên xwe yên mêtîngehkar Kurdistan kirin çar parçe. Her perçeyek ji desthilatdarîya mêtingehkar a Îran, Tirkîye, Iraq û Sûrîyê ra hiştin. Têkoşîna me ya azadîya neteweyî li her parçeyî di astên cuda da berdewam kir. Tevî komkujîyên qirkirinê jî agirê me yê serhildanê qet venemirî. Serhildanên me …
Read More »Xweparastin Misogerîya Jîyanê Ya Hemû Gelên Sûriyê Ye: Berxwedan Jîyane
Çeteya HTŞê ku rêveberîya Şamê bi dest xist, bi awayekî zelal nîşan da ku ji bo bawerî û neteweyên cuda mafê jîyanê nas nake. Li dijî gelê me yê Elewî û Xiristiyan ket nav qirkirinê. Li Lazqiye, Tertûs, Hama, Hums û Şamê li herêmên ku Elewî lê dijîn, serdegirtin tên kirin. Çeteyên HTŞê bi hinceta “em bermahiyên rejîmê paqij dikin” her roj dest danîne ser mal û milkên gel. Êrişên …
Read More »Kobanê rûmet û îradeya berxwedanê ya gelê me ye
Dewleta Tirk a faşîst û mêtingehkar û çeteyên wan plan dikin ku careke din êrîşî ser Kobanê bikin. Dewleta Tirk aloziyêk li ser axa Sûriyeyê ji bo êrîşkirina xwe ser şoreşa Rojava weke firsat dibîne, bi rojanê erîşî li ser hemû eniyên sînor dikin. Li ser xeta Qerekozak û Tişrînê di bin êrîşên dijwar de ye. Lê belê hêzên şoreşa Rojava bi berxwedaneke mezin nehiştin dewleta Tirk û çeteyên wan …
Read More »