Dewletên herêmê yên emperyalîst û paşverû ev 100 sal in perçebûna eşîretî û lawazbûna hişmendîya netewî ya li Kurdistanê kirine firsend. Ji bo berjewendîyên xwe yên mêtîngehkar Kurdistan kirin çar parçe. Her perçeyek ji desthilatdarîya mêtingehkar a Îran, Tirkîye, Iraq û Sûrîyê ra hiştin.
Têkoşîna me ya azadîya neteweyî li her parçeyî di astên cuda da berdewam kir. Tevî komkujîyên qirkirinê jî agirê me yê serhildanê qet venemirî. Serhildanên me bûne dîrok.Lli Rojhilatê Kurdistanê di 22yê Çileya 1946an da bi damezrandina Komara Kurdî ya Mehabadê, ji serhildanan derbasî avahîyeke nû ya dewletê bû. Gelê me yê ku di Şerê Parvekirinê yê Emperyalîst a 2emîn da ji firsendên ku hatin pêşkeş kirin û piştgirîya Yekîtîya Sovyetê girt, di pêşengîya Qazî Muhammed da li Qada Çarçira bi coşeke mezin komar îlan kir. Qazî Mihemed bû serokomar.
Komara Kurdistanê ya Mehabadê bi manîfestoyekê daxwazên netewî yên gelê me rave kir. Zimanê me azad bû û di sazîyên perwerde û îdarî da dihat bikaranîn. Pergalek hiqûqî ya ku ji bo her kesî edalet pêşbîn dike hate pêşxistin. Mafên jinan hat dayîn. Li ser hişmendbûna gel hate sekinandin û dibistana seretayî hate ferzkirin. Bi navê Kurdistan rojnameyek derdiket. Radyoya Mehabadê hate vekirin. Yekîtîya Sovyet a ku ji şerekî giran derdiket, bi qasî ku ji destê wan hat alîkarî da.
Wê demê jî weke îro li Rojhilata Navîn gelek destwerdanên emperyalîst hatin kirin. Di salên Şerê Sar da ku ji alîyê DYE ve hatibû destpêkirin, Yekîtîya Sovyetê neçar ma ku ji herêmê vekişe. Dewleta Îranê bi piştgirîya Îngîlîz û Emerîkayê ji bo ku li sînorên xwe yên berê serdestîyê ava bike êrîşek da destpêkirin. Komara ku hîn sala xwe ya yekê danegirt bû, di warê leşkerî û aborî da qels bû. Gelek eşîran berjewendîyên xwe li pêş berjewendîyên netewî dan û piştgirîya xwe ji komarê vekişandin.
Komara Kurd a ku 11 mehan li vê parçeyê biçûk ê Rojhilatê Kurdistanê şansê jîyanê girtibû, di 17ê Berfanbara 1946an da bi êrîşa leşkerên Îranê bi dawî bû.
Komara Kurd a Mehabadê çend serpêhatîyên girîng ji me ra hiştin. Ji sedsala 20an vir ve nebûna yekitîya hêzên me yên neteweyî her tim ji me ra dide winda kirin. Kapîtalîzm li gorî berjewendîyên xwe digihîje her derê. Di nava netewa Kurd da jî cudahîyên çînî derketine holê. Astengîya herî mezin a li pêşîya yekîtîya neteweyî berjewendîyên çînî yên eşîran û hin malbatan e. Divê em ji bo yekitîya bi milyonan karker, kedkar û mirovên feqîr bixebitin. Weke ku Qazî Mihemedê îdamkirî di wesîyeta xwe da gotîye; Divê em her tim li hember hîleyên dijminên xwe hişyar bin.
Di salvegera damezrandina Mahabadê de; Em îro çalakîya greva giştî û biryara berxwedana gel a li dijî cezayên darvekirinê yên li xaka Rojhilatê Kurdistanê, silav dikin. Em azadîya Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî yên ku ji ber sedemên neheq di girtîgehê da ne û hemû girtîyên sîyasî dixwazin.
Dixwazin bi rêya çeteyên Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) li Sûrîyeyê dewleteke nû ya paşverû, faşîst û mêtingehkar ava bikin. Hêzên emperyalîst û dewletên paşverû yên herêmê çavê xwe li destkeftîyên Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê digerînin.
Berxwedana hêzên me yên leşkerî QSD û YPJê bi taybet li Tişrîn û Qerekozaqê didome. Artêşa şoreşger bi berxwedaneke ku canê xwe feda dike axa me diparêze. Çalakîya me ya mertalên zindî ya ji bo parastina Bendava Tişrînê didome. Dewleta Tirk a faşîst ê ku dijminê mirovahîyê ye bi dehan caran êrîşî gelê me kirîye. Rexmê ku dizanibû sivîl in, bombe li gelê me barand. Lê berxwedana me li Tişrînê bi ruhekî topyekûn didome.
79 sal piştî Komara Kurd a Mahabadê, Şoreşa me ya Rojava hebûna xwe didomîne. Di nava 12 salan da ji bo avakirin û parastina şoreşê bedelên mezin hatin dayîn. Di kaosa ku îro li Rojhilata Navîn hatîye dorpêçkirin da derfetên şoreşgerî û metirsîyên mezin hene. Gelê me li dijî êrîşên dagirkerîyê berxwedanê mezin dike, ji hemû tecrubeyên têkoşîna xwe ya netewî hêz digire, bi taybet Komara Kurd a Mahabadê.
Ji bo parastina şoreşa jinên Rojava û hemû destkeftîyên xwe yên neteweyî em ê mezintir li ber xwe bidin, mezintir têkoşîn bikin,mezintir bi ser bikevin.
Silav li kesên ku Mehabad afirandine
Bijî Kurdistana Yekgirtî ya Azad a Sosyalîst
Bijî Şoreşa me ya Rojava
Tevgera Komûnîst a Şoreşger (TKŞ)