Endamên TKŞ’ê li Qamişlo li ber Stada 12ê Adarê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Komunîstan diyar kirin ku serhildana gelê Kurd a ku li dijî qetlîama rejîma Baas a sala 2004’an dest pê kir, şînahiya şoreşa Rojava ye. Komunîstên Rojavayî di daxuyaniya xwe de ev tiştên gotin:
LI DIJÎ KOMKUJÎYAN, BIJÎ BERXWEDANA GELAN
Dewletên bûrjûwazî her tim bi organîzekirina dijminatiya gelên bindest, parçekirina wan, qirkirina hevûdu û pevçûnan hewl dane serdestiya xwe biparêzin.
21 sal berê, dewleta Sûriyeyê li vê stadyumê komkujiyeke plankirî pêk anî. Di 12’ê Adara 2004’an de di dema maça di navbera tîmên futbolê yên El Cîhad û El Futwa de di navbera temaşevanan de şer derket. Hêzên rejîma Baas ên ku bi kevir, dar û kêran destûr dan alîgirên ku ji Dêrazorê hatibûn anîn, li gel alîgirên Ereb ên Dêrezorê êrîş birin li ser alîgirên Kurd. Di vê êrîşa yekem de 4 kes kuştin. Ev êrîş bû sedem ku gelê Kurd dest bi serhildaneke mezin bike. Gelê me yê Kurd dîwarên tirsê hilweşandine. Serhildana gel a ku li Qamişlo, Serêkaniyê, Hesekê, Amudê, Efrîn, Heleb û Şamê pêk hat, yekîtî û vîna hevpar a Kurdan derxist holê û rê li ber şoreşa Rojava vekir.
Gel bi rojan bi dirûşma “Bijî Kurdistan, bimre rêjîma BAAS” kolan neterikandin. Dewleta Sûriyê ku bi çek û tangan hewl da berxwedana gel bitepisîne, 52 kes qetil kirin, bi sedan kes birîndar kirin û bi hezaran kes binçav kirin û girtin. Lê nekarî têkoşîna gel bide sekinandin.
Agirê serhildanê ku di 12’ê Adara 2004’an de hat pêxistin, veguherî şoreşa Rojava ya 2012’an. Şoreşa demokratîk, gelparêz û azadiya jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li ser bingeha yekîtiya azad a gelên me yên Kurd, Ereb, Suryan, Keldan, Asûrî, Ermenî, Tirkmen û Çerkez bi bedelên mezin pêk hat. Şoreşa me 13 sal in li hemberî hemû êrîşên hêzên herêmê yên emperyalîst û paşverû bi berxwedaneke mezin hebûna xwe parastiye.
Diruşmeya gelê me ya “Bijî Kurdistan, bimre Rejîma BASS” îro bû rastî. Rejîma bûrjûwazî, şovenîst, BASS bêberxwedan desthilatdarî radestî HTŞ’ê ya cîhadîst kir. Lê gelê Sûriyê bi metirsiyên mezintir re rû bi rû ma.
HTŞ ber bi avakirina dewleteke bûrjûwazî ya li Sûriyeyê di xizmeta emperyalîst û dewletên herêmê yên paşverû de pêşve diçe. Ji bo xurtkirina desthilatdariya xwe Îslama siyasî, dijminatiya gelan, qetlîaman pêk tîne.
Hêzên ku HTŞ anîn ser desthilatdariyê, hewl dan li Sûriyeyê hegemonyaya aborî û siyasî ava bikin û berjewendiyên xwe biparêzin. Colanî û çeteyên wî yên cîhadî di demek pir kin de rûyê xwe yê rastîn eşkere kirin. Li hemberî kesên xwedî bawerî û mezhebên cuda komkujiyeke mezin pêk tînin. Tişta ku DAIŞ’ê û bermahiyên wê anîne serê gelê me yê Êzidî, niha jî li bajarên peravên Sûriyê li gelê me yê Elewî dikin. Divê hemû gelên bindest, di serî de Elewî, mîna gelê me yê Êzidî û Rojava, li dijî van komkujiyan xweparastina xwe ya xweser ava bikin.
Ji van kiryarên wan tê dîtin ku HTŞ wê weke rejîma Baas a qirker û qetlîamker azadiyê nede gelên bindest û jinên Sûriyeyê. Rizgarî; Ev modela demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ye ku li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava ku gel bi hev re dijîn hatiye afirandin.
Agirê berxwedanê yê ku 21 sal berê li vir li dijî êrîş û qetlîamên rejîma Baasê hate pêxistin, bi têkoşîneke mezin a azadî û şoreşa hevpar a gelên me hate geşkirin. Em van êrîş û komkujiyên li dijî gelê me yê Elewî û Xiristiyan veguherînin berxwedana hevpar a gelan, şoreşa Sûriyeya demokratîk. Werin em bi berxwedan û têkoşîna hevpar a hemû bindest, kedkarên Kurd, Ereb, Suryan, Ermenî, Tirkmen û Çerkez jiyanek azad û wekhev ava bikin.
Em careke din 12’ê Adarê û hemû şehîdên şoreşgerî û sosyalîzmê bi bîr tînin û bi ruhê berxwedanê yê ku wan ji me re hiştine, em soza xwe nû dikin ku em ê hesab ji hemû kujer, dijminên gelan û jinan bipirsin.
Bijî têkoşîna yekbûyî ya gelan!
Bijî şoreş û sosyalîzm!
TEVGERA KOMUNÎST A ŞOREŞGER (TKŞ)