Ji Bo Parastin û Belavkirina Şoreşa Jin Bijî 8ê Adarê!

Di meşa xwe a ku em bi dirûşma “ Şoreşa jinê ne hêsane lê serkeftin teqeze” derketin rê da gihaştin asta 8ê Adara 2025. Em ê îsal 8ê Adarê li ser xaka şoreşa Rojava ya ku ji bo hemû jinên Sûrîyeyê hêvîyek rast e, bi mîtîng û nobetên berxwedanê yên li enîyan pîroz bikin.

Berxwedana Tişrînê ku di enîya herî pêş a parastina şoreşa me ya Rojava da ye, mafê rûmeta şerê parastina enîya Madrîd û Moskowê ya serdema me bi dest xistîye. Jinên Rojava li dijî dewleta burjuvaz a Tirk û çeteyên Artêşa Netewî ya Sûrî (ANS) )yên ku ber bi guhertoya îro ya faşîzma Hîtler-Alman ve diçin, berxwedaneke girîng nîşan didin. Tişrîn, Dêr Hafir, Qerekozaq,bi  QSD, YPJ û şervanên komunîst û bi çalakîyên gel ên nobetê yên ku dibin mertalên zindî tên parastin. Her enîya Rojava bi berxwedaneke piralî li hemberî dijminan tê parastin. Em 8ê Adarê li şervanên xwe û gelê xwe pîroz dikin û soza xwe dubare dikin ku îdealên hemû jinên di berxwedanê da nemir bûne di têkoşîna xwe da bidin jîyandin û bighînin serkeftinê.

Tam 115 sal berê bi pêşengîya Roza Luxemburg û Clara Zetkîn di Civîna Jinan a Navneteweyî da 8ê Adarê weke roja jinên kedkar hate îlankirin. Sedema hilbijartina 8ê Adarê jî ew bû ku 40 hezar karkerên jin ji bo mafên xwe di 8ê Adara 1857an da li New Yorkê dest bi grevê kirin û di vê çalakîyê da 129 jin hatin qetilkirin. Têkoşîna ji bo keda wekhev û azadîya jinê ku di vê bûyera dîrokî û salên piştî wê da berdewam kir, hîn xurtir bûye û em gihîştine vê roja îroyîn ku em hewl didin wê veguherînin berxwedana jinê ya ku her roj dike 8ê Adarê.

Di salvegera 13emîn a şoreşa gel a demokratîk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê de, destkeftîyên me yên jinan ên ku me bi têkoşînek dijwar bi dest xistine û sîstema rêveberîya şoreşa me ya jinan a Rojava, îro zêdetir rola çavkanîya berxwedanê ya tevahî Sûrîyê û Rojhilata Navîn dileyize. Hêzên cuda hewl didin cihê rejîma Baas a Esad a serdest a mêr û çeteyên El Nûsra/Daiş ku me bi berxwedan û bi şer ji holê rakir, bi polîtîkayên xwe yên dijminê jinan dagrin.

Li Sûrîyeyê weke xeterîyek li ser jinan Sûrîyeya ku HTŞê bi rê ve dibe, tê wateya avakirina faşîzma cîhadîst, îslamîst a sîyasî ya mîna Afganîstanê.  HTŞ a ku di lîsteya rêxistina terorê da ye û biryarên wê yên ambargoya aborî hatine rawestandin û ji bo Yekîtîya Ereban hatîye vexwendin, weke rejîmeke desthilatdar a burjuva ku ji alîyê emperyalîst û dewletên herêmê yên paşverû ve hatîye amadekirin, li dijî gelên bindest û jinan helwesta xwe nîşan dide. HTŞê ku di dema borî da dirûşma ‘Xiristîyan ji Lubnanê, Elewî ji bo tabûtê’ bi kar anî, li nêrîna xwe ya bingehîn a li ser esasê komara Ereb a Sunî ya ku îro dema hewl dide bibe dewlet li ser bingeha dijberîya li dijî federasyonê û modelên rêveberîya xweserîya gelan ava dike, bêhişîya xwe ya di polîtîkayên zilamperest da jî zêde dike.

Hemû destkeftîyên me yên jinan ên ku me bi peymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê qanûnî kirine, di bin xeterîya desteserkirinê da ne. Rejîma HTŞê a ku ji bo êrîşên dagirkerîyê yên dewleta burjuvazîya Tirk a zilamperest û çeteyên ANS tifaqeke veşartî ye, bi dîroka xwe û bi sîyaseta xwe ya îroyîn ra ji bo jinan û LGBTÎ+yan xeterîyek mezin e. Ji bo wekhevî ya cinsê mêr ê serdest û zayendên bindest û azadîya xwe, em ê hewldanên ku me dane û serkeftinên ku me bi dest xistine biparêzin û rê nedin zilamperstî û zexta li ser mejî û laşê xwe. Ayşe EL Dibsîn ku yekane endama jin a navdar e ku di ekîba rêveberîya ku ji civaka mêrên cîhadîst pêk tê û niha Seroka Buroya Karûbarên Jinan e, dîyar kir ku ew ê hewl bidin polîtîkayên AKPê li Sûrîyeyê pêk bînin. Li dijî rejîma HTŞê ya ku bi sûcdarên şer, kujerên jinan û hişmendîyeke nijadperest û zayendperest hatîye rêxistinkirin, erka me ye ku em berxwedana yekbûyî ya jinan bi rêxistin bikin. Werin em yekîtî û şîrîktîya têkoşîna jinên kedkar ên Ereb û ên Misilman ên ku bi şovenîzm û zayendperestîyê hatine jehirkirin, bi jinên ji hemû netewe û bawerîyên din ên bindest ra ava bikin.  Weke jinên ji hemû netew û bawerîyên cuda Kurd, Ereb, Durzî, Asûrî, Suryanî, Ermenî, Tirkmen, Çerkez, Elewî, Xiristîyan, Misilman em bibin yek û derbasê çalakîyê bibin. Werin em li ked û bedena xwe xwedî derkevin.

Guhertina rejîmê ji zulmekî bo yê din, wê nikaribe pêşîya meşa serkeftina şoreşa me ya jinê bigire. Em ê bi armanca Sûrîye û Rojhilata Navîn a azad û demokratîk a li ser esasê wekhevîya zayendî, şoreşa xwe ya jinê ya Rojava biparêzin û bi pêş bixin. Birdozîya baviksalarî û sazîyên wê yên maddî yên şênber, rêxistin û dewletên paşverû, bi hemû hêza xwe êrîş dikin da ku mejîyê me azad û wêrek nemîne. Nakokîya zayendî li Sûrîyê her ku diçe gurtir û kûr dibe. Şoreşa me ya jinê bi rêxistinkirina desthilatdarîya mêr yê dij-şoreşger û bertekên li dijî wê bi pêş ve diçe. Em bi soza parastina hemû maf û destkeftîyên jinan ên ku şehîd Arîn Mîrkan, Sarya Ozgur, Hevrîn Xalef, Halîse Arebo (Heva), Îvana Hoffmann a ku 7ê Adarê roja şehahdeta wê ye û şehîdên berxwedana Tişrînê emanetî me kirine, dikevin 8ê Adara 2025an.

Em 8ê Adarê li hemû jinên ku li Rojava û Sûrîyeyê em bi hev ra têdikoşin pîroz dikin û di qonaxa nû ya têkoşîna azadî û wekhevîyê da ji hemû jinan ra serketinê dixwazin. Dîsa em 8ê Adarê li hemû jinên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz dikin, hezkirin û silavên xwe radigihînin. Em ê rojekê li cîhaneke bê dîwar, zordestî, pasaport, têl û sînor bi stranên çandên gelêrî ra di şahîyeke 8ê Adarê ku tê da bireqisin da hehvdû bibînin.

Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ)