Rojava, di van rojan da di bin gefa çeteyên polîtîk ên îslamker ên serdestîya mêr û dewletan da ye. Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrîye li dijî vê bahozê weke çîya disekine.
Em weke gelên ku li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrîye dijîn, di dilê Rojhilata Navîn da di cepheyan, sengeran, bajaran, taxan û nobetên sînor da ji bo parastina şoreşa xwe ya demokratîk, ax û şoreşa xwe ya jin şer dikin û li ber xwe didin. Êrîşên dewletên dagirker mêtingehkar û çeteyên faşîst ên îslamker ên polîtîk nikare me bitirsîne. Em tirsê nas nakin. Bi ser serê me da bombe bibarin jî, em ê tu carî dev ji parastina senger, gund, bajar û axên xwe bernedin.
Çeteyên Îslamker ên Polîtîk Fermanrewatîya Dewleta Sûrîye Dikin
Nêzikî du meh berê Heyet Tahrîr El-Şam (HTŞ), bi radestkirina rejîma xwe ya mêtingehkar a kujer a Esad dewleta Sûrîye ya burjuva xist bin destê xwe. Rêxistina çete ya HTŞê ku bi piştgirîgirtina ji dewletên emperyalîst, dewletên herêmî yên paşverû yên wekî Tirkîye û Îsraîl mezin bû, hewl dide ku bi qewlika demokrasîyê rewş-pozîsyona xwe pihêt bike. Ebû Mihemed El Colanî-Ehmed El Şara yê ku di sala 2012an da bi erka avakirina DAIŞê hat Sûrîye bi gotinên demokrasî, mafên jinan û azadîyê hewl dide ku gelên Sûrî û cîhanê bixapîne. Dadwerê şerîetê Şadî El Weysîyê ku bi sedema ‘zîna’yê li ber çavên raya giştî cezayê darvekirinê li ser jinan disepîne dibe wezîrê edaletê. Colanî bi hevalên xwe yên kevin ên DAIŞî ra hikûmet ava dike.
Dema ku HTŞê, li Şamê şanoyekî demokrasîyê yê trajikomîk dilîze, em li ser sehneyê dikarin komkujî û şkenceyên wan bibînin. Tê dîtin ku HTŞê, malbatên Elewî yên Ereb di malên wan da dorpêç dike û teva zarokan bi komkujîyên komî dişewitîne. Em dibînin ku çeteyên HTŞêyî destdirêjîya jin û zarokan dike, zarokan direvîne û di şkencexaneyan da nenûkên girtîyan dikişîne. Em bûn şahîdî ku ew cilên şerîetê di nav jinan da belav dikin. Em bûn şahîdî propagandaya “Sîyaseta jin e AKPê tekûz e” a Ofîsa Karên Jin a ku bi hikûmeta HTŞê ra bi awayekî hevedemî hate avakirin.
Çeteyên Îslamker ên Polîtîk ên Faşîst Êrîşa Şoreşa Rojava Dikin
Dewleta Tirk a îslamker a Polîtîk a faşîst jî, di alîyekî da bi çeteyên HTŞê ra di nav tifaqê da ye û di alîyê din da bi bikaranîna çeteyên Artêşa Sûrîye ya Neteweyî (ASN) êrîşa axên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî dike. Dema ku HTŞê hikûmetê Şamê xist bin destê xwe, çeteyên bi navê ASNê yên dewleta Tirk jî li herêmên Til Rifat û Şehba êrîşên dagirkerîyê dan destpêkirin. Ji kampa Şehba ya koçberan ku bi deh hezaran gelê Efrînî yên ku berê bajarê wan hatibû dagirkirin û bûbûn koçber ji nû ve ji cihên xwe hatin koçandin. Dewleta Tirk a faşîst bi dagirkirina Minbicê hewl dide ku xeyala xwe ya Kobanê pêk bîne. Weke hevedemî di hundirê 30 kîlometir da herêmên şoreşê yên ku dirêjî rêya M4 (rêya dualî) dibe û sala 2019an da nikarîbû dagir bike bombebaran dike.
Berxwedana Gelan a Yekbûyî Nikare were Şkenandin
Lê dewleta Tirk a faşîst a serdestîya mêr û çeteyên wê, nikare berxwedana şoreşger a gelên me bişkîne. Bi hefteyan e nikare li Qereqozax û Bendava Tişrînê bi pêş ve biçe. Ji alîyê Minbicê nikare derbasî li cihê ku Kobanê jî lê ye ber bi alîyê Rojhilata Firatê ve bibe. Çeteyên dewleta Tirk li Qereqozax û Tişrînê li berxwedana hêzên me yên çekdar û QSDê diqelive. Li herêmên Rêveberîya Xweser dema ku em bi hezaran gelê Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî, Êzidî, Tirkmen bi dilê xwe yê şoreşger diçin nobetê, dewleta Tirk me bombebaran dike. Lê gelên me, di alîyekî da cenazeyên şehîdan radikin, di alîyê din da bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana QSD” meşa xwe berdewam dike. Mertalên zindî yên li Bendava Tişrînê ruxmê vê dev ji govenda xwe bernade. Gelê me bi biryardarîya xwe mînaka fidakarîyê ya hêza berxwedanê û hêza ku dibe yek û tirsê nas nake nîşanî tevahî cîhanê dide.
Her Der Parçeyekî Berxwedanê ye
Li her dera Rojava gelên me dibin parçeyek ji ev şerê şoreşger. Em li xeta sînor weke hêzên leşgerî yên profosyonel ên QSDê sengerên xwe digirin. Li bajar û gundan ji alîyê gel ve taburên nû tên avakirin, hêzên çekdarî yên şerê gelê şoreşgerî tê rêxistinkirin. Li dijî ixtimala çeteyên îslamker ên polîtîk ku xwe li herêmên Rêveberîya Xweser vedişêrin gel teva yekeyên parastina cewherî nobet digire. Ji bo koçberên ku ji herêmên şer hatine li taxan alîkarî tê komkirin. Dayik ji bo şervanên ku li cepheyan şer dikin bi tonan xwerin çêdikin. Li alîyê Bakur ê Kurdistanê gel, li dijî gefa dewleta Tirk a êrîşa erdî ya li ser herêmên wekî Qamişlo, Kobanê nobet digirin.
Bangewazî Ji Gelên Cîhanê Ra: Bibin Parçeyek Ji Berxwedana Me!
Em weke Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ) di refên herî pêş ên berxwedanê da cih digirin û Şoreşa Rojava ya Jin diparêzin. Bangewazîya me ji gelên cîhanê ra heye: Bibin parçeyekî berxwedanê! Şoreşa Rojava ya Jin biparêzin! Bibin parçeyekî şerê gelê şoreşgerî!
Dewletên faşîst ên îslamker ên polîtîk û çete bi piştgirîya hêzên emperyalîst ên li ser NATOyê li Rojhilata Navîn desthilatên ku dijminên jinê ne ava dikin. Di nav tarîtîya ev serdestîya mêr da, şoreşa me ya Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrîye bi biryardarîyeka mezin ala şoreşa jinê bilind dikin. Ji bo ku hûn mil bidin me, hûn bi hatina Rojava an jî li cihên xwe hûn dikarin tevkarî pêşkeş bikin. Em her derê û her dilekî bizivirînin parçeyekî berxwedana me! Derewên dewletên emperyalîst azlû-deşîfre bikin. Destûr nedin ku dewletên ku hûn lê dijîn, piştgirî bidin çeteyên îslamker ên polîtîk ên faşîst ku êrîşa şoreşa Rojava dikin. Ên ku bi awayekî vekirî an jî veşartî hewl didin ku şoreşa Rojava bifetisînin li her derê aşkere bikin. Rihetî nedin wan!
Şoreşa Rojava ya jin ku ronahîya hêvîyê ya têkoşîna azadîya jinê ya cîhanê ye biparêzin. Bibin çirûskên ronahîya şoreşa Rojava ya jin. Li axên ku hûn lê dijîn ronahîya şoreşa Rojava ya jin bilind bikin.
Bijî Berxwedana Şoreşger!
Bijî Hevrêtîya Jin!
Bijî Şoreşa Rojava ya Jin!
Jinên Komunîst ên Şoreşger (JKŞ)