Xweparastin Misogerîya Jîyanê Ya Hemû Gelên Sûriyê Ye: Berxwedan Jîyane

Çeteya HTŞê ku rêveberîya Şamê bi dest xist, bi awayekî zelal nîşan da ku ji bo bawerî û neteweyên cuda mafê jîyanê nas nake. Li dijî gelê me yê Elewî û Xiristiyan ket nav qirkirinê. Li Lazqiye, Tertûs, Hama, Hums û Şamê li herêmên ku Elewî lê dijîn, serdegirtin tên kirin. Çeteyên HTŞê bi hinceta “em bermahiyên rejîmê paqij dikin” her roj dest danîne ser mal û milkên gel.

Êrişên xerc, fîdye, talan û qetlîamê yên li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ku bi salan e hatine dagirkirin, li seranserê Sûriyê belav bûye. Ji bilî mafên bingehîn ên mirovan, mafê jîyanê yê mirovan jî tê desteserkirin. Çeteyên cîhadîst bi valakirina malên gel talanê dikin. Êrîşên zayendî yên li hemberî jinan ên bi rengê tacîz, destavêtin û revandinê her ku diçe zêde dibin.

Navendên olî yên pîroz ên Elewiyan hatin şewitandin. Li Hama û Humsê êrîşî darên Noelê kirin. Mirov tenê ji ber ku xwedî baweriyeke cuda ne li orta kuçeyê tên îşkencekirin û îdamkirin.

Tişta ku qewimî, ji gelek êrîşên çeteyên DAIŞê yên faşîst ên Îslama siyasî yên weke serjêkirin û şewitandinê ne cudatir e. Bi zîhniyeta DAIŞê bawerî û nasnameyên cuda tên tunekirin. Rêxistinên navneteweyî sûcên çeteyên HTŞê paşguh dikin. Dewletên emperyalîst û mêtingehkar, bi taybetî jî dewleta Tirk a faşîst a dagirker ku çavên xwe ji vî sûcî re girt, şirîkên van qetlîaman in. Emperyalîstên rojava yên ku hewl didin bi rêxistinên navneteweyî û HTŞê re têkiliyên dostane deynin, divê li hemberî vê êrîşa qirkirinê bêdeng nemînin û çeteyên faşîst bên rawestandin.

Jîyana Erebên Elewî, Durzî, Kurd, Ermenî, Suryanî, Asûrî û hemû bawerî û nasnameyên bindest ên li bajarên Sûriyeyê dijîn di bin xeteriyê de ye. Gelê me yê ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev re dijîn, mil bi mil bajar û rêveberiyên xwe yên xweser diparêzin. Yekane rêya parastina ji êrîşên çeteyên HTŞê û çeteyên ceyşa Azad yên ku bermahiyên DAIŞê ne ku ew bi piştgirîya hêzên emperyalîst ketin Şamê, yekitiya têkoşîn û berxwedana gelan e.

Weke TKŞê em bang li hemû gelê xwe û di serî de Elewiyên Ereb dikin ku ji bo parastina jîyana xwe xweparastinê pêş bixin. Divê hemû gelê me demildest rêxistinên xweparastinê ava bikin. Ji bo parastina gund, bajarok û bajarên xwe divê hêzên xwe bidin hev.

Ji bo mafê jîyana wekhev û azad a hemû gel û civakên baweriyê yên li Sûriyeyê dijîn, pêwîst e pergaleke demokratîk bê pêşxistin. Pergala gelparêz, demokratîk û azadiya jinê ya li ser sînorên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin ji bo hemû gelên me mînak e. Ev jîyana li ser bingeha yekitiya wekhev, azad û dilxwaz a gelê xwe, ji bo Sûriyeyê bijardeya herî xurt e. Gelê me mîna ku ne mehkûmê dîktatoriya Esad e, ne mehkûmê çeteyên HTŞê ye. Deriyê azadiyê ku bi şoreşa Rojava re li Rojhilata Navîn vebû, ji hemû gelê me re vekirî ye.

Em weke komunîstên Rojavayî di vê roja dawî ya sala 2024an de bang li hemû gelê xwe dikin. Pêşeroj û ewlehiya jîyana gelê me di nava refên berxwedana rûmet û azadiyê de ye. Werin em li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedanê xurt bikin. Ji bo parastina gund, tax û bajarên xwe em mevzîyên parastinê vala nehêlin.

Em berxwedana şervanên xwe yên ku li eniyên herî pêş şer kirin û nehiştin dijmin gavê biavêje axa şoreşê, silav dikin. Sala 2025an wê bibe şahidê têkçûna hêzên dagirker. Baweriya me bi tevahî heye û dilê me bi we re ye. Em ê bi hev re berxwedana li bajaran û li eniyên şer mezin bikin.

Em Ê Li Ber Xwe Bidin, Em Ê Şer Bikin, Em Ê Bi Ser Bikevin

Bijî Şoreşa Rojava

Berxwedan Jîyane

Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ)