Kobanê rûmet û îradeya berxwedanê ya gelê me ye

Dewleta Tirk a faşîst û mêtingehkar û çeteyên wan plan dikin ku careke din êrîşî ser Kobanê bikin.

Dewleta Tirk aloziyêk li ser axa Sûriyeyê ji bo êrîşkirina xwe ser şoreşa Rojava weke firsat dibîne, bi rojanê erîşî li ser hemû eniyên sînor dikin. Li ser xeta Qerekozak û Tişrînê di bin êrîşên dijwar de ye. Lê belê hêzên şoreşa Rojava bi berxwedaneke mezin nehiştin dewleta Tirk û çeteyên wan derbas bibin. Dagirkerên mêtingehkar dixwazin têkiliya Reqa û Kobanê qut bikin û herêmên xwe yên dagirkeriyê berfireh bikin.

Gelê Kobanê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, welatparêzên sosyalîst, QSD, YPG, YPJ wê rê nedin vê êrîşa dewleta Tirk a dagirker. Çawa ku li Kobanê DAIŞ têk çû, wê dewleta Tirk jî têk biçe.

Êrîşa tasfiyeyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê li Kobanê were pûçkirin.

Kobanê rûmet û îradeya berxwedanê ya gelê me ye. Em bang li hemû gelê xwe, gelê Bakurê Kurdistanê, karker û kedkarên Tirkiyeyê, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê dikin ku li dora berxwedana me ya Kobanê bibin yek.

Mêtingehkarî wê têk biçe, têkoşîna azadî û wekheviyê bi ser bikeve.

Kobanê Rojava ye

Kobanê Kurdistan e

Kobanê serkeftin e

Tevgera Komunîst a Şoreşger