Ji Karker û Kedkar, Jin û Hemû Gelên Bindest ên Rojhilata Navîn ra Bangewazî;
EM JI BO JÎYANEK AZAD Û WEKHEV TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN!
Di serdema kapîtalîzmê ya kûrewînbûna emperyalîst da hemû astengîyên li pêşîya gera sermayeyê hatin rakirin. Yekdestdarên navneteweyî hilberîn, bazirganî û gera sermayeyê di destên xwe da kom kirin.
Nîrê mêtingehkar a darayî-aborî berfirehtir bû. Welatên di bin mêtingehkarîyê da neçar man ku li gorî vê nîzama nû guhertinan bikin. Qonaxa kûrewîbûna emperyalîst ji bo bi milyonan feqîr û birçîyan veguherîye pêla bê mulkkirinê. Ferqa di navbera dewlemend û feqîran da zêde bûye. Cudahîyên çînî yên aborî û civakî kûrtir bûn. Yekdestdarên navneteweyî û dewletên emperyalîst ji bo serdestîya bazarê dest bi pêşbazîyek dijwar kirin û ji bo ji nû ve parvekirina cîhanê dest bi têkoşînê kirin.
Hêzên emperyalîst û dewletên herêmê yên mêtingehkar dixwazin Rojhilata Navîn bikin mêtingeh. Cihê jeostratejîk a herêmê û dewlemendîyên wê yên bin erd û sererd, bi taybetî neft, dilbijîna emperyalîstan vedike. Di serî da Iraq, Sûrîye, Filistîn û Lubnan qadeke berfireh a Rojhilata Navîn bi dagirkerî û şerekî nû ra rû bi rû ye.
Pêşbazî û pevçûn cîhanî ya di navbera DYE (Dewletên Yekbûyî yên Emerîka)a emperyalîst û hevkarên wî yên rojavayî bi Rûsya û Çîn ra, mafê jîyanê ji bo gelên bindest ên Rojhilata Navîn nas nake. Dewletên mêtingehkar ên wekî Tirkîye û Îranê hewl didin vê hawîrdora şerê bêsînor ji bo berjewendîyên xwe yên herêmî veguherînin firsendekê. Cihên me yên jîyanê ji ber dagirkerî û şeran wêran dibin. Ji ber van şeran li Rojhilata Navîn hema bêje di her malekê da herî kêm kesek jîyana xwe ji dest da. Bi deh hezaran mirov winda bûn. Bi milyonan kesên ku bi darê zorê hatine koçberkirin û neçarî cih û warên xwe berdane, penaber in. Jinên ku berîya şer di malên xwe da hatin girtin, herî zêde ji şeran zerar dîtine. Êrîşên zayendî yên weke destavêtin û revandinê zêde bûne. Em di serdemeke ku bi hezaran jin dibin koleyên cinsî da dijîn. Mirovahî şahidîya sedsaleke ku li Rojhilata Navîn zarok ji birçîbûn û tîbûnê jîyana xwe ji dest dane, dike.
Di qonaxa kûrewîbûn emperyalîst de, kapîtalîzm civakê bi xwe ra dirizîne. Êrîşên dagirkerîyê yên ku bajarê Xezeyê yê Filistînê wêran kir, veguherî êşeke civakî û zêdeyî 60 hezar kes tê da hatin qetilkirin. Li hemberî vê zilm û wehşeta ku li Rojhilata Navîn tê kirin cîhan bêdeng e. Wehşet, komkujî û her cure sûcên li dijî mirovahîyê bi awayekî zindî di televîzyonan da hatin weşandin.
Niha ya ku tê nîqaşkirin ne sûcên li dijî mirovahîyê ye ku Filistînê dike hedef, projeyên ku yekdestdarên cîhanê ku dixwazin Gazzeyê bikin Dubayek nû ye. Ev mînaka heyî ye ku asta rizîna kapîtalîst nîşan dide. Na, gelên Rojhilata Navîn ti carî destûrê nadin van planên dagirkerî û talanê. Xaze ya Filistînîyan e û divê gel vegere ser axa xwe. Divê sûcdarên şer, qatilên dagirker û kesên ku di dema şer da alîkarîya sîyonîstan kirine bên cezakirin.
REJÎMA BAASÊ HAT RÛXANDIN, NIHA DEM A GELAN E
Gelê Sûrîyê di dawîya şerê navxweyî yê 13 salan da ji rejîma Baas a mêtingehkar rizgar bû. Rejîma Şamê ya ku bi alîkarîya Rûsya û Îranê li ser lingan bû, hilweşîya û Beşar Esed revîya. Lê dîsa jî jîyan ji bo gelê Sûrîyê venegerîyaye rewşa asayî.
Çeteya Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ku dest danî ser hikûmeta Şamê, bi awayekî zelal nîşan da ku mafê hebûna netewe û civakên cuda yên bawerîyê nas nake. Hikûmeta Îslama sîyasî ya HTŞê ku ji alîyê dewletên emperyalîst ve bi fermî hatîye naskirin, bi lez û bez li dijî gelê me yê Elewî û Xiristîyan êrîş û înfaz pêk anî. Bi sedan kes li kolanan û li girtîgehan bi îşkenceyê hatin qetilkirin. Bermahîyên çeteyên DAIŞê mal û milkên welatîyan talan kirin. Mafên herî bingehîn ên mirovan li alîyekî, mafê jîyanê hate paşguhkirin. Êrîşên zayendî yên li hemberî jinan ên bi rengê destavêtin û revandinê zêde bûne.
Dewletên emperyalîst û dewletên herêmê yên paşverû hewl didin ku li Şamê hêza Îslama sîyasî dîzayn bikin. Çavê xwe ji cîhadîstên ku dixwazin wan bikin mêtingeha darayî aborî ra digre. Her cure sûcên çeteyan paşguh dike. Yên ku vê zilma li ser gelê herêmê temaşe dikin hevparê van sûcan in. Divê rêxistinên navneteweyî li hemberî êrîşên çeteyan bêdeng nemînin û çeteyên faşîst bên rawestandin.
Serçeteyê HTŞê Ebû Mihemed El-Colanî pêşî bi civîna çeteyên cîhadî ya bi navê “Konferansa Serkeftinê” û piştra jî bi rêxistinên sexte yên bi navê Kongreya Neteweyî hewl dide desthilatdarîya xwe xurt bike. Rengên cuda yên Sûrîyeyê ku mozaîka gelan e, ji pêvajoya avakirina rêveberîya nû ya Şamê dûr dixe. El Colanî di xeta neteweperestîya Ereb da kûr dibe. Ew guhê xwe ji Kurd, Durzî, Elewî, Suryanî, Aşûrî, Êzidî, Ermenî, Keldanî û Tirkmenên ku doza mafên wekhev dikin ra digre. Dewletên emperyalîst bi hevkarîya Erebîstana Siûdî, Qatar û dewleta Tirk a mêtingehkar hêzeke cîhadîst ava dikin. Di bin desthilatdarîya HTŞê da azadîya jinê tê desteserkirin, daxwazên wekhevîya zayendî tên paşguhkirin û koletî careke din li ser jinan tê ferzkirin.
Tevî hemû bertekan jî, serokê HTŞê El Colanî, çeteyên weke “Ebû Hatim el Şakra” ku sîyasetmedara jin a Kurd Hevrîn Xelef qetil kir û berpirsyarê sûcên li dijî mirovahîyê yên li Efrînê Ebû Amşe, li kêleka xwe digire. Mafê nasname û welatîbûnê dide çeteyên cîhadîst ên ku ji welatên cuda tên û di nav refên DAIŞê da komkujîyan pêk tînin. El Colanî bi serokê faşîst Tayyîp Erdogan ê ku Efrîn, Girê Spî, Serêkanîyê, bajarên Cerablûs û Babê dagir kirîye ra dikene û destê wî dişidîne. Li hemberî hemû êrîş û dagirkerîya dewleta sîyonîst a Îsraîlê bêdeng dimîne.
DIVÊ RÊVEBERÎYA XWESER BÊ NASKIRIN
Pêwîste gelê me yê herêmê piştî rûxandina rejîma Baas, li hemberî pergaleke nû ya yekreng a di bin navê “afirandina Sûrîyeyeke nû” da hişyar be. Tu bijardekên ku hemû gelên Sûrîyê bi azadî tê da beşdar nebin û nepejirînin ne çareserî ne. Sûrîye ya Sûrîyeyîyan ye. Divê rêveberîya nû ya Sûrîyeyê bi erêkirin û hilbijartina gel bê avakirin. Divê gel xwedî mafê hilbijartin û ji erk girtinê bin.
Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê-Rojava; Serwerîyeke gel e ku li ser meclis û komunan hatîye avakirin. Di pêşerojê da divê hemû gel û bawerî bi awayekî azad ziman, çand û kevneşopîyên xwe pêk bînin. Divê hemû gelên li xaka şoreşa Rojava yekîtîya xwe ya wekhev, azad û dildar biparêzin. Divê gelê me di avakirina Sûrîyeke li ser bingeha sîstemeke dadmendîya demokratîk û rasteqîn û wekhevîya tam a mafan di hemû waran da rola xwe bilîze. Divê statuya Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bê naskirin.
Li Sûrîyeya demokratîk divê sîstemek li gorî rêgeza wekhevîya zayendî û nûnertîya hevpar bê avakirin. Divê prênsîbên kota, cudakarîya pozîtîf û mûçeya wekhev a ji bo xebata wekhev a jinan were şopandin. Divê pêkanînên ku mafên jinan paşve bixin bên redkirin, ji bo parastina destkeftîyên jinan tedbîrên pêwîst bên girtin. Divê pergala Sûrîyeya demokratîk di têkoşîna li dijî desthilatdarîya mêr û tundîya li ser jinê da rol bilîze.
Divê pergala perwerdehîya yekreng û zayendperest bi dawî bibe, hemû ciwan bi awayekî wekhev, azad, demokratîk û bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibin. Divê xebatên akademîk û zanistî bên kirin da ku rê li ber mezinbûna ciwanên me ji bo pêşerojeke azad bê vekirin.
Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê daxwazên xwe anîn ziman. Xetên me yên sor li hemberî her plansazîya ku azadîya gelê me dixe xeterîyê dîyar e û em ê tu carî paşde gav navêjin.
Gelê me ne mehkûmê dîktatorê nû ye. Ragihandina Rêveberîya Xweser û avakirina hêzên xweparastinê ji alîyê gelê me yê Durzî ve ji bo avakirina welatekî demokratîk, gelparêz û azadîxwaza jinê gelekî girîng e. Gelê me yê Elewî ku piştî rûxandina rejîmê bê rêxistin û bêparastin mabûn, li derdora navendên berxwedanê yên nû dest bi kombûnê kirin. Em vîna berxwedanê ya gelê xwe silav dikin. Em bang li wan dikin ku berê xwe bidin Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê û bi hev ra têkoşîn bikin.
Em weke komunîstên Rojava; bang li karker û kedkaran, jinan û hemû gelên bindest ên Rojhilata Navîn dikin. Maf û azadîyên bingehîn ên hemû netewe û civakên bawerîyê yên li bajarên Sûrîyeyê dijîn di bin xeterîyê da ne. Divê mafên gotin, çalakî û rêxistinbûnê bên misogerkirin. Divê hemû gelê me ji bo Sûrîyeke demokratîk li hev bicivin û li hemberî kesên ku dixwazin pêşeroja me desteser bikin hişyar bin. Divê di Sûrîyeya nû da li ser esasê wekhevîya gelan sîstemeke rêveberîya demokratîk û azad bê avakirin. Avakirina jîyaneke nû ya layiqî rûmeta mirovahîyê di destê gelê me da ye. Xweparastin esas e û ji bo gelên Rojhilata Navîn tê wateya jîyanê.
Şoreşa Rojava rêya azadî û jiyana mirovahiyê ya hemû gelên Rojhilata Navîn e. Li hemberî çeteyên bermahîyên DAIŞê, dagirker û emperyalîstan rêya yekane yekîtîya berxwedan û têkoşîna gelan e. Divê hemû gelê me, jin û ciwan demildest rêxistinên xweparastinê ava bikin û ji bo parastina gund û bajarên xwe bikevin nava liv û tevgerê.
Di dawîyê da em şervan û hevrêyên xwe yên ku li enîyên Tişrîn, Qerekozak û Dêr Hafrê li enîyên şer li ber xwe dan û nehiştin ku dewleta Tirk û çeteyên wê derbasî axa şoreşê bibin, silav dikin.
Em 8’ê Adarê li jinên kedkar ên Ereb, Kurd, Ermenî, Êzidî, Suryan, Asûrî, Durzî û Elewî pîroz dikin.
Werin em têkoşîna Kurdistana Azad û Sûrîyeya Demokratîk mezin bikin
Bijî şoreşa me ya jin a Rojava
Bijî Rêveberiya me ya Xweser
Berxwedan jîyan e
Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ)