TKŞ: Em daxwaza azadiya hemû girtiyên siyasî dikin

Li Kobanê endamên TKŞ’ê li dijî îşkence û qetlîamên li girtîgehan daxuyanî çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em vê qetlîama dewletê şermezar dikin û daxwaz dikin ku berpirsyar hesap bidin.” Endamên Tevgera Şoreşger a Komunîst (TKŞ) li ser îşkenceya li girtîgehên Kobanê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Behar Mistefa daxuyaniya li ber avahiya SYPG’ê xwend û diyar kir ku êrîşên li hemberî pêşengên karker, jin û gelên bindest li hemû …

Read More »

28. salvegera MLKP’ê li Kobanê bi çalakiyek bi coş hat pîrozkirin

KOBANÊ – 28. salvegera MLKP’ê li Kobanê bi çalakiyek bi coş hat pîrozkirin. Li qada ku al û wêneyên şehîdan hatin hildan pankarta “Rêbera Komunîst a karker, jin û ciwanan di sala 28’an de şoreşa Rojava berfireh dike û ber bi şoreşa Rojhilata Navîn ve dimeşe” hate daliqandin. Çalakiya ku bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir, bi sînevîzyona ku dîroka MLKP’ê vedibêje hate pêşandan. Di axaftina li çalakiyê de gerîlayên li …

Read More »

Çalakiyên 28’emîn salvegera MLKP’ê li Rojava bi coş dewam dikin

Komunîstên Rojava bi boneya 28. salvegera damezrandina MLKP’ê li Hesekê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyan de hat destnîşankirin ku MLKP di berxwedana li çiyayên Kurdistanê û eniyên Rojava de cih girtiye de hat gotin, “Partiyê ji berdêla xwe paş nebû, berxwedan mezin kir. MLKP her tim li ber xwe da, têkoşînê dide.” Tevgera Şoreşger a Komunîst (TKŞ) bi boneya 28’emîn salvegera pêşengiya komunîst pîroz bike. Li Hesekê çalakiyek girseyî …

Read More »

28’emîn salvegera MLKP’ê bi coş hat pîrozkirin

Endamên TKŞ’ê 28’emîn salvegera MLKP’ê li Qamişlo û Dirbesiyê pîroz kirin. Di çalakiyên ku bal hat kişandin ser rola komunîstan a di şoreşa Rojava de hat gotin, “Em ê têkoşîna xwe ya ji bo sosyalîzmê mezin bikin.” Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) 28’emîn salvegera Partiya Komunîst a Marksîst Lenînîst (MLKP) bi çalakiyên xwe yên li bajarên Qamişlo û Dirbesiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir. QAMISLOLi Qamişlo endamên TKŞ’ê …

Read More »

Welatparêzên Sosyalîst ên Kobanê li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst daketin qadan

Welatparêzên Sosyalîst ên Kobanê li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst daketin qadan. Şoreşgeran bi belavokên di destên xwe de şêniyên Kobanê agahdar kirin û bang li gel kirin ku xwedî li axa xwe dernekevin û parastina xwe bikin. Welatparêzên Sosyalîst ên ku li ser sîxurî û şerê qirêj raya giştî ronî kirin, li kolanan afîş daliqandin.

Read More »

CKŞ, 28. salvegera Pêşenga Şoreşger a Komunîst li Hesekê pîroz kir.

Hesekê –Endamên Ciwanên Komunîst ên Şoreşger (CKŞ) 28. salvegera Pêşenga Şoreşger a Komunîst li Hesekê pîroz kirin. Çalakiya li qada ku alên CKŞ’ê û wêneyên şoreşgerên di refên MLKP’ê de şehîd ketine hatin daliqandin, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir. Berdevka CKS’ê Destan Serhed li dû deqeyeke rêzgirtinê axivî û bi bîr xist ku bi derketina civakên çînayetî re di dîrokê de têkoşîneke domdar di navbera ked …

Read More »

Li Hemberî Êrîşan Li Welatê Xwe Têkoşînê Mezin Bike

Dewleta Tirk a dagirker û faşîst ji destpêka şoreşa me ve êrîş û dijminahiya xwe didomîne. Ji bo binxistina şoreşa me bi hêzên paşverû yên olperest ên weke DAÎŞ, El Nûsra û çeteyên Arteşa Azad ve tevgeriya û xwest ku me teslîm bigire. Piştî binketina çeteyan ev pênc sal in jî bi hemû hêz û teknîka xwe êrîşî welatê me dike. Bi dewleta Iraqê ya paşverû re bi erêkirina Emerîka-NATO’yê …

Read More »

Endamên TKŞ’ê li dijî êrîşên li Qamişlo daxuyaniyeke çapemeniyê dan

Endamên TKŞ’ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ber bîrê ya Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em ê li dijî her cure êrîşan li ber xwe bidin.” Tevgera Şoreşger a Komunîst (TKŞ) li bajarê Qamişlo têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Li ser navê TKŞ’ê Abdulhalîm Osman li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî daxuyanî …

Read More »